Bahattin Gümgüm

endezyarê kurd

Bahattin Gümgüm, endezyarê bilind ê kemiyayê ye ku sedema navdarbûyînê ya di nav kurdan de amadekirina ferhengekê ye. Bahattin Gümgüm, di sala 1949an de li navçeya Gimgimê ya bi ser bajêrê Mûşê ji dayik bûye. Ji ber ku li Gimgimê hatiye dinyayê, paşnavê wî bi tirkî Gümgüm(Gumgum) e. Bavê wî yê bi navê Abdullah, wek alimê dînî û şêx dihatin dîtin. Diya wî jî keça şêxekî navdar bûye. Herçiqas navê diya wî Müslimet bibe jî, li derdora navçeyê ji diya wî re Qîza Şêx dihatin gotin. Jixwe Bahattin Gümgüm wexta ku dest pê xwendina xwe ya di dibistana Malatya Akçadağ Öğretmen’ê de kiriye, navê diya xwe li ser nasnamayê xwe dîtiye û paşî hîn bûye.[2]

Bahattin Gümgüm
Jidayikbûn1949,
EsilKurd
HevwelatîTirkiye
PerwerdeZanîngeha Dîcleyê[1]
Xebatên navdarFerhenga Termên Fenî, Kemiya Fosforê
HevjînDoç. Dr. Hatice Budak Gümgüm
Kariyera zanistî
Qada xebatêKemiya Neorganîk
KargehPeymangeha Fenî ya Zanîngeha Dîcleyê
biguhêreBelge

Kariyera wî ya Akademîk biguhêre

Bahattin Gümgüm, di sala 1968’an de di Beşa Kemiyê ya Zanîngeha Enqerê de dest pê hindekariya bilind kiriye. 5 sal paşî ew li çend cih dest pê kar kiriye. Di sala 1975’an de wek asistan derbasê Zanîngeha Dîcleyê kiriye. Di navbera salên 1975 û 1979’an de li ser xebata kêrdarîtiyê ya li ser fosfatên Şemrexê  sekiniye û ji ber vê yeke navnasa Dr. ji wî re hatiye dayîn. Di sala 1987’an de ew bûye Doçentê Kemiya Neorganîk û di sala 1993’an de di heman beşê de bûye Profesor. Di heman katî de jî ew di navbera salên1994 û 1998’an de bûye dekanê Peymangeha Fenî ya Zanîngeha Dîcleyê.[3]

Bahattin Gümgüm li ser kemiya fosforê gelek xebat kiriye û birêvebiriye. Ew gelek bûjenên nû yên fosforî sentezkiriye û li ser van xebatên dozîneyî û lîsansa bilind daye çêkirin.

Profesor Gümgüm, nêzîkî 70 gotar nivîsandiye û ev gotar di gelek berheman de wek çavkanî hatine nîşandan. Ew gelek car di civînên netewî an jî navnetewî de danezan pêşkêş kirine û ew li gelek welatên wekî Spanya, Almanya, Holenda, Iraq, Swîsre, Swêd, Îtalya û hwd. bûye.[4]

Ferhenga Termên Fenî biguhêre

Bahattin Gümgüm, nivîskarê Ferhenga Termên Fenî ye û ev ferheng bi tirkî, kurdî û îngilîzî hatiye nivîsandin.[5] Ew vê ferhengê di nav 15 salan de amade kiriye û di ferhengê de nêzîkî 26000 peyv hene. Prof. Gümgüm di amadekirina vê ferhengê de zimanê Îngilizî ji xwe re wek referans girtiye. Ev ferheng di zimanê kurdî de ferhenga yekem e ku derbarê biwêjên fenî de hatiye nivîsandin. Sedema giringbûna din ya vê ferhengê jî peyvên nû ne ku di zimanê kurdî de berê nehatine bikaranîn. Di amadekirina ferhengê de ji ber ku termine fenî yên ku di zimanê kurdî de tune bûne, Prof. Gümgüm gelek zehmetî kişandiye. Mesela ji bo peyva "Solution" ya bi îngilizî ew gelek tengayî dîtiye û ji bo vê peyvê çend meh li ser fikiriyaye. Paşî ew peyva vehûrê hilbijartiye. Bi vî awayî qasî 2000 peyv ji aliyê Prof. Dr. Bahattin Gümgüm ve hatiye çêkirin.[6]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ https://www.researchgate.net/profile/Bahattin_Gumgum
  2. ^ Ferhenga Termên Fenî(Kurdî-Tirkî-Îngilîzî)-Prof. Dr. Bahattin Gumgum(Pêşgotin), ISBN 978-605-9073-06-6
  3. ^ https://dicle.academia.edu/BahattinGumgum
  4. ^ Ferhenga Termên Fenî(Kurdî-Tirkî-Îngilîzî)-Prof. Dr. Bahattin Gumgum(Derbarê Nivîskarê de), ISBN 978-605-9073-06-6
  5. ^ Ferhenga Termên Fenî(Kurdî-Tirkî-Îngilîzî)-Prof. Dr. Bahattin Gumgum(Agahiyên Ferhengê), ISBN 978-605-9073-06-6
  6. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 25 hezîran 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 7 nîsan 2017.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)