Axûlî

Gundekî Pasîna Jêr a Erzîromê

Axûlî (bi ermenî: Ագլլի, Aglli, 1928: اغوللی , "Agoulli" (Aẍûllî)[2], 1968: Ağullu[3], bi tirkî: Ağıllı), an ji Axweran gundekî bi ser navçeya Pasîna Jêr a Erzîromê ve ye.

Axûlî
Ագլլի, Aglli
Ağıllı
Axûlî li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Axûlî
Axûlî
Koordînat: 39°53′42″Bk 42°24′28″Rh / 39.89500°Bk 42.40778°Rh / 39.89500; 42.40778
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehErzîrom
NavçePasîna Jêr
Bilindahî
2.180 m (7150 ft)
Nifûs
 (2008)
567 [1]
Koda postayê
25810
Koda telefonê0442
Map
biguhêreBelge

Navê gund ji "axû" yê tê. Berê gund li ser tûm (tepe) a kêleka Çiyayê Şanz a Mezin bûye. Gundî ji êrîşên mara ciyê xwe guhertine û daketine jêr.

Erdê gund adanî nîne. Li gund piranî mêrg, ceh û genim tê ajotin. Li gund di malan da kanî hene. Li gund elektrîk heye.

Gund ji 70 malî pêk tê. Ji ber feqîriyê 300 malî koçî Stembol, Edene, Fransa, Almanyayê kiriye.

Gund 33 km durî Xurisan e. 30 km asfalt e û 3 km stabilîze ye. Li gund du mînîbûs heye.

Aboriya gund li ser ajalî ye. Hinek civanên gund li Stembolê demsalî dixebitin.

Li gund dibistana seretayî heye û xwedanê 133 xwendekar e. Di dibistanê da çar wanegeh, odeke mamosteya û odeke rêvebir (mudîr) heye. Di dibistanê da perwerdehî dubendî ye. Sê heb lojmanê mamoste heye.

Gelhe biguhêre

Sal Gelhe
2008 567
2000 460
1997 626

Çavkanî biguhêre

  1. ^ tuik
  2. ^ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
  3. ^ Köylerimiz: 1 Mart 1968 gününe kadar. Başbakanlık Basımevi D.S.İ., Ankara, 1968.

Girêdanên derve biguhêre