Hengên Hemîdiye

(Ji Alayên Hemîdiye hate beralîkirin)

Hemîdiye yan hengên Hemîdiyeyê yan jî leşkerê Hemîdî (bi Romî: Hamidiye Hafif Süvari Alaylari), yekîneyên osmanî yên nîvsiwarî, di forma heng (artêş)an de hatibûn avakirin bû. Hengên Hemidiye ji gelek eşîrên kurdan bi awayekî bênîzam hatibûn ava kirin. Avakerên hengên Hemidiye Ebdulhemîd II, Mehmed Şakir Paşa û Mehmed Zeki Paşa bûn. [1]. Her wisa hêjayî gotinê ye ku şêwirmendên li sala 1885ê fikirîbûn û li ser dixebitîn[2]. Her wisa divê em lêzêde bikin ku Mehmed Şakir Paşa li salên 1878-1879an balyozê Osmaniyan bû li Rûsî. Jixwe Hengên Qazaxan modela çêkirina Hengên Hemidiyeyê bû. Siltan Ebdilhemîd berî avakirina van hengan serokeşîrên kurd xelat dikirin û xwe nêzîk nîşanî kurdan dida. Propagende dikir li nav kurdan. Xwe wek Bavê kurdan dida nasîn, her wisa li nav ernewûtan de jî wek hevwate baba mbret xwe dida nasîn.

Leşkerekê kurd

PêşbingehBiguherîne

  Gotara bingehîn: Dîroka Kurdistana Osmaniyan

Piştî sedsala 19ê li nav Osmaniyan hewlên guherîna sîstema Osmanî hate kirin. Navendxwazî li nav siyaseta Osmaniyan peyda bû. Ev yek bû sedema dawîhatina mîrektiyên kurdan. Osmaniyan li seranserê Kurdistanê hewla rûxandina sîstema otonom ya mîrên kurdan kir. Piştî Bedirxan Beg êrîş bir ser nestorîyan, ji bo Osmaniyan hincetek xweş hate pê. Her wisa dewletên Ewropiyan jî ev yek dixwast ku Osmanî xelkên mesihî li dijî kurdan biparêze.

Her wisa Sultan Ebdulmecîd li sala 1840an de Qanûna Axê derxist. Her axa ku girêdayî Osmaniyan li ser navê kesan dihate tomar kirin û kaxezek bi navê tapû dihate dayîn.

Mîrektiyên kurdan ji ber siyaseta nû ya Osmaniyan hêdî hêdî ji holê radibûn. Piştî jiholêrabûna mîrektiyan valahiyeke siyasî û leşkerî li deverê peyda bû. Hêza serokeşîran li deverê zêde dibû û her serokeşîr bi serê xwe kar dikirin. Ev jî dibû sedema xerabûna rewşa Kurdistanê û Osmaniyan.

Li Kurdistanê bi serkêşiya serokeşîr û şêxan li dijî Osmaniyan serhildan hatin destpê kirin. Her wisa hêzên ermenî jî li dijî Osmaniyan dest bi çalakiyan dikirin. Dewleta Osmanî mecbûr ma ku guherînên radîkal li herêmê çê bike.

Li sala 1878ê di navbera Osmaniyan da û Rûsan de Peymana Berlînê hate destnîşan kirin. Di encamê de biryar hate girtin ku divê ermenên deverê werin parastin ji layê çerkez û kurdan. Ev jî bû sedem ku eşîrên kurd li dijî rûsan, piştgiriya osmaniyan bikin [3]

DîrokBiguherîne

AvabûnBiguherîne

Di mijdara sala 1890ê de nêzî 12 serokeşîrên ji aliyê Siltanê Osmaniyan hatin vexwendin bo paytextê Osmaniyan Stenbolê. Li wir têkiliyeke xurt hate destpê kirin[4]. Ev serokeşîrên bi awayekê wek zabitên artêşa Osmaniyan hatin nîşane kirin û vegerîn Kurdistanê. Li Kurdistanê dest bi komkirina leşkeran kirin.

Berî ku hengên Hemîdiye tê avakirin li Rûsyayê hengên Qazaxan hebû. Modela leşkerî ya Rûsan bû ku dixwast bi van hengan merzên dewleta xwe biparêze. Dîplomatên Osmaniyan jî li ser vê difikirin ku ew jî dikarin li merzê Îran û Rûsan hengên wiha damezrînin.

Li sala 1891ê Sultanê Osmaniyan Ebdulhemîd II bi navê Hengên nîvsiwarî yên Hemîdiyeyê komeke çekdarî ji eşîrên Kurd ava kir û hinek endamên eşîran bûn çekdarên vê hêzê. Bi 36 hengan ev artêş tê ava kirin. Osmaniyan hem meaş dida van hem jî ji bacê miaf digirt. Derfetên serokeşîr û leşkerên Hemîdiye her roja diçû zêde dibûn. Li sala 1892'yê de 40, 1893'ê de 56, 1899'ê de jî 63 heng hatin ava kirin[5].

Şerên ku Hengên Hemîdiye tevlî bûyîBiguherîne

Di dema komkûjiya yekem ya li dijî Ermeniyan(1894) Lîwaya Hemîdiyê alikariya Osmaniyan kiribûn.

Vegûherîna hengên HemîdiyeBiguherîne

  Gotara bingehîn: Hengên eşîran

Li sala 1908ê Jontirkan şoreşek pêkanî. Jontirkan xwest ku hêzên Hemîdiyeyê belav bikin lê piştî demek din Jontirkan zanî ku ji bo parastina Rojhilatê Anatolyayê ev hêzên han hewce bûn. Ji ber wê,Mehmûd Şevket Paşa ev hêzên han wek Hengên Eşîran dîsa saz kirin û lê hejmara wan tenê sê heng bûn. Di gelek şeran de alîkariya Jontirkan dikirin. Her wisa gelek serokeşîr jî dilgirtîyên Siltan Ebdulhemîd bûn ku li dijî Jontirkan şer dikirin.

Rûxandina Hengên EşîranBiguherîne

Pêkhateyên van lîwayanBiguherîne

  • Şertê yekem yê endamtiyê ew e ku leşker ji mezheba sunî be

Rêvebirina henganBiguherîne

Hengên Hemîdiyeyê ji serokê van hengan û ji serokeşîran dihate pê. Serleşkerê van hengan Mehmed Zeki Paşa bû û 20 salan serokatiya vê pêkhateyê kir. Hengên Hemîdiyeyê girêdayî Arteşa 4ê bûn ku navenda wê li bajarê Ezirganê bû.

Serokeşîrên HemîdiyeBiguherîne

  • Serokeşîrên Barzaniyan tevlî lîwaya Hemidiyê nebûn [6]
  • Eşîrên li parêzgeha Mûsilê yanî yên Başûrê Kurdistanê tevlî vê liwayê nebûn [7]
  • Keremê Qolaxasî
  • Xalis Begê Sipkî
  • Eşîra Mîran bi rêberiya Mistefa Axa tevlî hengan bû û hengên 48 û 49 di bin emrê Mistefa Paşa de bû [8]. Mistefa Paşa xwediyê 2 hezar tifengan bû
  • Brahîm Paşayê Millî bi eşîra xwe Milan jî yek ji serokeşîrên hengên Hemîdiye bû. Brahîm Paşa xwediyê hezar û pênsed tifengên Martini bû [9]. Brahîm Paşa serhengê hengên 41,42,43,63 û 64ê bû. Her wisa hengên 51ê û 52yê jî di bin tesîra wî de bûn. Ev herdu heng ji ereban pêkhatibûn [10]
  • Hisên Paşayê Kor jî bi eşîra xwe Heyderan ve di nav Hemîdiyeyê de bû.
  • Serokeşîrê Celaliyan Şêx Xelîl xwedî yek hengê bû.
  • Serokeşîrê Ertoşiyan Şekir Axa ji konsolosên rûs gazindeyên her digotin ku osmanî gelek zilmê dike û dipirsî ku kengî rûs dê werin Kurdistanê [11]. Ev jî tê wê wateyê ku Şekir Axa di gel hengên Hemîdiyeyê nebû.

Jimara henganBiguherîne

Hengên Hemîdiyeyê ji 65 hengan pêk dihat. Lê li gor hinek lêkolîneran ihtimal heye ku 66 jî bin[12]. Ji avabûnê hêdî hêdî jimara van hengan zêde bû heta ku sala 1900an gihişte jimara zêdetirîn ku 65 an jî 66 heng bûn. Heng bi giştî ji kurdan pêk dihat lê sê-çar hengên ereb û qerepapaqan jî hebûn.

Cil û bergBiguherîne

Sedemên AvakirinêBiguherîne

  • Bi dûçûna konsolosekê İngilîz yê li herêmê armanca Sulltan ew bû ku eşîrên kurdan parçe bike û birêve bibe [13].
  • Bi dûçûna ajanekê İngilîzî jî; Sultan dixwast ji xwîndariya eşîran sûd werbigire û bi vî şeklî nehêle eşîrên kurdan li dijî rêvebirina Osmaniyan bibin yek[14].
  • Bi dûçûna dîrokzanê kurd Necat Ebdula armanca Osmaniyan ew bû ku di navbera kurdan de şikestinên mezhebî mezintir bike, çûnkî şerta endamtiyê ya Hemidiyê ya yekem mezheb-sûnîbûn bû. Bi vê jî kurdên sunî ji kurdên êzidî û kurdên elewî dihatin dûr kirin [15].
  • Armanca Ebdulhemîd ew bû ku tixûbên osmanî û keyaniya Îran bi destê kurdan biparêze, xwe ji êrîşên Îranê dûr bixîne û bi van dayînan devê kurdan girê bide, dawî li serhildanên kurdan bîne.
  • Bi dûçûna Janet Klein hemû dîrokzan di hinek madeyan de hevfikr in; ji bo bihêzkirina artêşa Osmaniyan li merzên Osmanî û Îran, ji bo dijayetiya şoreşgerî yên ermeniyan, kontrolkirina xelkê kurd [16]
  • Bi dûçûna rayedarekê ingilîz sedema avakirina van hengan ev bû; Di şerê osmaniyan û rûsan de baweriya tirkan li kurd û ereban nedihat û ditirsiyan ku kurd û ereb li dijî tirkan çalakiyan lidar bixin. Ev sedema sereke ye ji bo avakirina van hengan[17]

Sedemên fermîBiguherîne

  • Parastina welatê Osmaniyan ji destdirêjiyan

Guherandin û rûxandinBiguherîne

Hengên Hemîdiyeyê li sala 1908ê bi îlamkirina meşrûtiyetê ji aliyê Îtihad û Teraqî ve hate veguhezandin. Navê hengên Hemidiyeyê hate guherandin, li şûna wan Hengên eşîran hate ava kirin. Îtihad û Teraqiyê nexwast vê pêkhateyê ji holê rake, tenê xwest têkiliya vê pêkhateyê bi Siltan Ebdulhemîd bibire. Serokê hengan Zekî Paşa ji kar hate dûr xistin. Ferîq Ehmed Paşa hem bû serleşkerê artêşa 4ê hem jî hengên eşîran. Armanca Îtihad û Teraqî jî wek Siltan Ebduhemîd bû ku miletê kurd di bin kontrola xwe de bihêle.

Tesîra hengên Hemîdiye li ser civaka kurdanBiguherîne

Hengên Hemîdiyeyê li ser civaka kurdan guherînên mezin çêkirin. Hem serokeşîrtî di nav kurdan de ma û hem jî rêya pêşveçûna miletê kurd girt. endamên eşîran jî ji ber miafbûnên leşkeriya mecbûrî û nedana bacê tevlî vir dibûn. Di nav kurdan civakeke taybet hate ava kirin û paşeroja kurdan bi vî awayî ket bin destê tirkan.

Her wiha ji bo perwerdehiya zarokên serokeşîrên ernewût, ereb û kurdan jî 21 îlona 1892yê de li Stenbolê Dibistanên Eşîran hate vekirin.

Wekî tîm û cerdevanên îro, arteşekî taybetî, ji hin beg, axa û serokên êlên Kurd damezirandi bû. Pirraniya eşîrên kurdan daxwaza tevlîbûna van alayan napejirînin.

Komkujiya ermeniyanBiguherîne

  Gotara bingehîn: Nîjadkujiya ermeniyan

Tirk di sala 1914 -1915'an de rûreşiyeke mezin a di dîroka mirovahiyê de pêk tînin. Komkujiya ermeniyan dikin. Bi qasî 1,5 mîlyon hay (ermenî) qirdikin, dest didin ser dewlemendiyê wan. Hinek eşîrên kurd jî bi saya serokên xwe tevlî tevlîkujiyê dibin.

Gotina hin dîroknasên tirk a Hengên Hemîdiyeyê bi tevayî tevlî tevkujiya filehan bûn û alîkariya me kirin, ne rast e. Lewra di sala 1908'an de Hengên Hemîdiyeyê hatin belavkirin. Dîsa ew yekîneyên ku Mehmûd Şewket Paşa damezrandîbûn jî bi têkçûyîna osmaniyan û dagirkirina serkeftiyên şerê cîhanê yê yekem, bi serê xwe ve mabûn. Tirk dixwazin vê rûreşiya xwe bikin para kurdan jî.

Tê zanîn ku di heman demê de bi sed hezaran Kurd ên êzîdî, asûrî, yewanên Pontûsê hatine qirrkirin û koçberkirin. Pirraniya Kurd ên li Sovyeta berê ji ber tevkujiya dûgela Tirk reviyane ji Bakurê Kurdistanê çûne. Dîsa dinya dizane hin eşîrên Kurdan di nîjadkujiyê de alîkarî dane filehan. Serhildana Dêrsimê de, Seyîd Riza 30.000 Ermenî ji ber terteleyê parastiye.


Nêrînên li ser leskerên HemidiyeyêBiguherîne

Nêrînên kurdanBiguherîne

Kurên Bedirxanê Evdalxan li ser vê babetê gelek rexne li hengan dikirin. Ebdurehman Beg û Mîkdat Mîthad Beg di rojnameya Kurdistanê de hengên Hemîdiyeyê gelek rexne dikirin ku hemû istiqrar û hizûra Kurdistanê xerab kirin. Endamê Îtihad û Teraqî jî ku bixwe kurd e Evdila Cewdetê Daskûzayî di nivîsarên xwe de hebûna hengên Hemîdiyeyê mehkûm dikir û bi xerabî behsa hengan dikir. Seddema destpêkirina şerê kurd û ermen girêdide vir[18]

Nêrînên ermenanBiguherîne

Nêrînên dinBiguherîne

Dîplomatekê ingilîz li ser pêkhateya Hemidiye wiha dibêje;

Pirtûk û lêkolînBiguherîne

  • Hamidiye Alaylarından Köy Koruculuğuna, Osman Aytar, Weşanên Perî, 1992
  • Hatıralar, Ebubekir Hazım Tepeyran

Her wisa binêrBiguherîne

ÇavkanîBiguherîne

  1. Hamidiye Alayları, İmparatorluğun Sınır Boyları ve Kürt Aşiretleri, Janet Klein, r:18
  2. Hamidiye Alayları, İmparatorluğun Sınır Boyları ve Kürt Aşiretleri, Janet Klein, r:48
  3. Hamidiye Alayları, İmparatorluğun Sınır Boyları ve Kürt Aşiretleri, Janet Klein, r:45
  4. Hamidiye Alayları, İmparatorluğun Sınır Boyları ve Kürt Aşiretleri, Janet Klein, r:57
  5. Ağa,Şeyh,Devlet-Martin Van Bruinessen, r:286
  6. Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:143
  7. Türki Korkunun Anatomisi Irak Kürdistanı ve Etkilerî, Zeynel Abidin Yaprak, Weşanên Doz 2005, r:60
  8. Hamidiye Alayları, İmparatorluğun Sınır Boyları ve Kürt Aşiretleri, Janet Klein, r:127
  9. Hamidiye Alayları, İmparatorluğun Sınır Boyları ve Kürt Aşiretleri, Janet Klein, r:134
  10. Hamidiye Alayları, İmparatorluğun Sınır Boyları ve Kürt Aşiretleri, Janet Klein, r:185
  11. Hamidiye Alayları, İmparatorluğun Sınır Boyları ve Kürt Aşiretleri, Janet Klein, r:161
  12. Hamidiye Alayları, İmparatorluğun Sınır Boyları ve Kürt Aşiretleri, Janet Klein, r:49
  13. Ağa,Şeyh,Devlet-Martin Van Bruinessen, r:287
  14. Ağa,Şeyh,Devlet-Martin Van Bruinessen, r:287
  15. İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:271
  16. Hamidiye Alayları, İmparatorluğun Sınır Boyları ve Kürt Aşiretleri, Janet Klein, r:43
  17. Hamidiye Alayları, İmparatorluğun Sınır Boyları ve Kürt Aşiretleri, Janet Klein, r:54
  18. Hamidiye Alayları, İmparatorluğun Sınır Boyları ve Kürt Aşiretleri, Janet Klein, r:165