Alûca

Gundekî Rişmila Mêrdînê

Alûca (bi tirkî: Alıçlı) gundekî Omerya ye ku girêdayî navçeya Rişmilê ya girêdayî Mêrdînê ye.

Alûca
Alıçlı
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Mêrdîn
Navçe Rişmil
Nahiye Rişmil (navend)
Demografî
Gelhe (2011) 248 kes
Erdnîgarî
Koordînat 37°15′26″Bk 40°54′57″Rh / 37.25722°Bk 40.91583°Rh / 37.25722; 40.91583
Bilindayî 820 m
Koda postayê 47650
Koda telefonê (+90) 412
Alûca li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Alûca
Alûca
Alûca (Tirkiye)
Map

Gundeki kevnareyî ji nav gundên Omeriyan. Bi ser navçeya Mêrdîn ê Rişmil girêdayî. Di dema dewleta Persan di qereqoleke girêdayî daré bû. Dinav çiyayên Omerîya de yî. Gundên cîran Xirbe, Kurima, Qurdisê û rekê yî. Gund di devê newalekê de yî û berrîya wé; hemi rez û darê çilo ye, wekî din jî, darén beîv, hejir û guzan hene.

Li gorî mezinên gund qal dikin, Péşî Talatî li gund dijî yan û wexta zivistanî koçer dihatin der û dora gund bi cîh dibûn paşé vedigeriyan welaté xwe, salek ji van salé koçeran di, ji héla Êlihé, di nav çiyayé Rema û ji nav éşîra Remakya gengaşîyek derdikevi, di vé buyeré de yekî bi navé Xélîd û Zaroké xwe Eşîra xwe berdidi û beré xwe didi Mêrdîn di vé rêwîtiyê di Alûca dibîni û li wir, bi cîh û war dibi, 3-4 meha dimîni pévi kirîbanti yé bi ê Talatîri datîni,bi hevdure li gund jiyana xwe didomînin her du malbat, roj û meh bere pé hevdu didin,êvareké diz dikevi nav pezé Xêlid,ew ji vé ya bi kirîbané xwe parve diki, kirîbané wî ji dibé tedît bikuj, Xélid ji wa diki û dizé xwe di şeveké di wexta té dizya cardin dikuji, seré sibé agahî didi kirîbané xwe lé mézedikin,dinerin gi lawé kirîbané wî derdikevi, lé kirîbané wî dibé te başkir her çikes dilé wî şewitî bi jî,paşé navbera wan xera dibi û kirîbané Xélid an ji Talatî ji gund bar dikin diçin gundé xwe Talaté, Û gund, ji Xélid û zaré wîri dimîni. Li gorî rîvayetké 4-5 lawé Xélid hebun(brahîm, mele hesen, hecî reşîd, eyo...) û li gorî rîvayetek din ji yekî bi navé Sofî mervé Xélîd ji Péreye, duri ew koçerén tén dora gund, ji nav wan koçeran jî, malbatek ji gundé Tarîn (ji der û dora Dêrika Çiyayê Mazî) li Alûca bi cîh dibi, Paşé ji gundé Badîna(gürmeşe) bi ser Qoser(kızıltepe) giré dayî malbatek ji bicîh dibi û ji gundé Kurimade malbatek bi navé mala Ehmo ji tén gund. Gundé Alûca mezin dibi pévi, ji Zuryeta Xélid malbatek diçe gundé Herebşidat bi ser Qoseri giré dayi bi cîh dibin.

Di nav xwariné Alûcya di, Tirşika wan, di herama Mêrdîn de bi nav û denge...

47 kîlometra dûrî Mêrdîni û 37 kîlometra dûrî Rişmili.

Gelhenasî biguhêre

Sal Gelhe[1]
2011 248
2000 -
1990 366

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Yerelnet, Alıçlı, ji orîjînalê di 27 hezîran 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 8 çiriya paşîn 2012


  Bajar û gundên Rişmilê  

Parêzgeh: MêrdînNavçe: Rişmil
Bajar: Tune ne
Gund û mezre:
AlûcaBihîkaBikêrBinêbilDandanêKurumaŞûrêTixûb

Navçeyên Mêrdînê: Dêrika Çiyayê MazîKerboranMehsertêMêrdîn (navend) • MidyadNisêbînQoserRişmilStewrêŞemrex