Şihabedînê Suhrewerdî
Şihabedînê Suhrewerdî (jdk. 1155, li Suhrewerd, Zencan – m. 1191 Heleb, Sûrî) fîlozofê îslamê yê bi eslê xwe kurd e. Damezrênerê fikrê îşraqîtiyê ye.[1]
Şihabedînê Suhrewerdî | |
---|---|
Navê rastî | Şihabedîn Ebû'l Futûh Yehyayê kurê Hebeşê Emîrek Suhrewerdiyê Maqtûl
شهابالدین سهروردی |
Jidayikbûn | 1155
Suhrewerd, Rojhilata Kurdistanê, Îran |
Mirin | 1191 Heleb, Sûrî |
Esil | Kurd |
Bernav | Şihab |
Hevwelatî | Xanedana Eyûbiyan |
Pîşe | Fîlozof |
Serdem | Serdema Zêrîn a Îslamê (Sedsala 12an |
Bandorbar | Zerdeşt, Arîstoteles, Platon |
Bandorker | Şemsedînê Şehrezûrî, Qutbedîn Şîrazî û Ehmedê Xanî |
Dîn | Îslam |
biguhêre |
Jiyana wî
biguhêreNavê wî Yehyayê kurê Hebeşê Emîrek e. Kunya wî bi temamî wisa ye, Şêx Şihabûdîn Ebû'l Futûh Yehyayê kurê Hebeşê Emîrek Suhrewerdiyê Meqtûl e. Ji ber ku di zanyariyê de pêşketî û deriyê gelek zanînên di tarîtiyê de vekiriye kunya wî bûye Ebû'l Futûh, ango bavê yê ku deriyan vedike. Ji ber ku di dema xwe, di warê zanyariyê de hempayê wî tunebûye jê re gotine "Şîhabûdîn", ango "Stêrka olê". Ji ber ku hatiye kuştin jî peyva maqtûl ango yê ku hatiye kuştin li navê wî zêde kirine. Lê ew herî zêde bi navê Suhrewerdî hatiye naskirin. Vî navê hanê jî ji warê xwe girtiye. Lewra bi eslê xwe ji Suhrewerd'a Îranê ye. Suhrewerd bajarokekî girêdayî Zencanêye, di nava Tebrîz û Tehranê de ye.
Di felsefeya rojhilata navîn ya li dû îslamê de fîlozofê herî bandordar e. Bi fikr û ramanên xwe rê li pêş piraniya fîlozofên misilman û gelek fîlozofên ewropayî vekiriye. Felsefeya îşraqî an jî îşraqiyyûn felsefeya Suhrewerdî ye.
Suhrewerdî bi navê felsefeya îşraqî (Ronahî) felsefeyeke nûh ava kiriye û em dikarin bi hêsanî bêjin him li ser fîlozofên Rojhilata navîn, him jî li ser fîlozofên ewrûpayî bandoreke mezin hildaye. Wekmînak Bergson, felsefeya xwe ya bi navê Instuisyonizmê ji ber Suhrewerdî hildaye û pêşva biriye. Çawa ku Suhrewerdî bandor daye fîlozofên dû xwe, wisa jî ji yên pêş xwe bandor girtiye. Herî zêde ji Zerdeşt û Mazdek bandor girtiye. Bingeha felsefeya Suhrewerdî li ser peyva ronahiyê ava dibe. Vê Zerdeşt girtiye û felesefeya xwe bi vê peyvê daye destpê kirin. Li gorî suhrewerdî meriv bi arava hiş û ramanê nikare bigihîje rastiyê. Ji bo bidestxistina zanîna berastîn pêjn û sirûş (îlham) divê. Mirov encax bi arava pêjn û sirûşê rastiyê kifş dike. Ehlê kifşê heçî dilê xwe pak bigire dê bêtir ji alema wateyê nêsîbî xwe bigire û bi vî rengî dê bigihîje ronahiyê. Suhrewerdî ronahiyê weka cewhera rastiyê dipejirîne. Li gorî wî em bi arava ronahiyê digihîjin heqîqetê. Weka kum e li jor jî hanî ziman, li gorî Suhrewerdî hiş û aqilê mirovan nikare wan bigihîne rastiyê. Ji bo têgihaştina rastiyê divê mirov çirûskekê di kûrahiya hundirê xwe de bibînên û bi wê çirûskê bigihîjin heqîqetê.
Suhrewerdî baweriyê bi cudatiya nav laş û giyanê tîne. Li gorî wî laş tarîtiyê, giyan jî ronahiyê sembolîze dike. Giyan bi me'newiyatê pêş dikeve. Divê laş jî bi rojî û bêxewiyê were sistkirin ku giyan azad bibe û bi cîhana me'newî re têkeve têkiliyê.
Suhrewerdî ramana pêjnî û ya rasyonel haniye ba hev. Li gorî wî zanîna rasyonel girînge lê bi serê xwe nikare bigihîje kûrahiya heyînê. Lewra heyîn ji zanînên me yên tixubdar gelek mezintir e. Ji ber vê yekê zanîna ku hişê meriv negihîjê encax bi arava pêjnê meriv karibe bigihîjê.
Suhrewerdî sed û du berhem nivîsandiye. Ji van sed û du berheman bîst û çar heb wendayî ne.[2]
Berhemên wî
biguhêreÇavkanî
biguhêre- ^ http://books.google.no/books?id=EwB7Zo7lVp0C&pg=PA12&dq=%22Shahab+al-Din+Suhrawardi+was+originally+Kurdish%22&hl=no&sa=X&ei=0p57UajgHMvDtAaepYCwBg&sqi=2&ved=0CDkQ6AEwAA#v=onepage&q=%22Shahab%20al-Din%20Suhrawardi%20was%20originally%20Kurdish%22&f=false
- ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 2 nîsan 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 5 çiriya pêşîn 2014
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk)