Şêrvîn Hacîpûr

stranbêj ê îranî

Şêrvîn Hacîpûr ( bi farisî: شروین حاجی‌پور‎ ; 30 Adar 1997 ji dayik bûye) [1] stranbêjek îranî ye [2] ku bi strana xwe ya Baraye, ku wekî "sirûda" Xwepêşandanên li dijî kuştina Jîna Emînî ya 2022an hat binav kirin, tê nasîn. [3] Piştî weşandina stranê demeke kin hat girtin.

Shervin Hajipour
Navê rastî
شروین حاجی‌پور
Jidayikbûn30ê adara 1997an(1997-03-30) (27 salî)
Babolsar, Iran
Xebat"Baraye..."
Kariyera muzîkê
Cureyê muzîkêIranian pop
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Hacîpûr li zanîngeha Mazenderanê beşa aborî xwendiye. [4] Wî di heşt saliya xwe de dest bi muzîkê kir dema ku ket pola kemanê û piştre ji çend dersên muzîkê mezûn bû. Dema ku di dibistana navîn de, bi awayekî profesyonel dest bi berhevkirina stranan kir. Dema ku li zanîngehê bû, wî ji bo lîstikên şanoyê û montajê muzîkê çêdikir. Tenê paşê wî bi xwe dest bi stranbêjiyê kir. [5]

Di 22 saliya xwe de [6] Hacîpûr beşdarî pêşbirka muzîkê ya televîzyona Serdema Nû bû, li wir derbasî fînala gera duyemîn a sezona yekem bû, [7] [8] Paşê, rêvebirê hunerî yê bernameyê ragihand ku Îran Weşan bi fikar bû ku ew ê paşê bibe sedema aloziyê. [9] [10]

Girtin û binçav kirin biguhêre

Hacîpûr di dema xwepêşandanên Jîna Emînî li Îranê de, piştî weşandina strana xwe ya ji bo bîranîna jina Kurd a Îranî Jîna Emînî ku ji ber tundiya polîsan jiyana xwe ji dest da, hat girtin [11] [12] . [13] [14] Vîdyoya strana wî ya " Baraye. . . " [15] ( bi farisî: برای‎ , Ji bo. . .; Ji ber...) ku tê de wî tweetên protestoyî yên bi peyva Berayê..., [16] di kêmtir î du rojan de [17] tenê li ser rûpela xwe ya Instagramê zêdetirî 40 mîlyon carî [18] ] hate dîtin. [19] [20] Mijara sereke ya stranê bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" piştgiriya jinan e. [21] Ji ber zextên rayedarên dewletê neçar ma ku stranê [22] jêbibe. [23] [24]

Ajansa Nûçeyan a Tasnîm a girêdayî Sipahê Pasdarên Şoreşa Îranê, guhertoya edîtorî ya vîdyoyê belav kir, ku tê de wêneyên destkeftên Komara Îslamî li şûna destkeftên orjînal nîşan didin. [25]

Bertekên girtinê biguhêre

  • Roger Waters di tweetekê de ku ji rêzek ji strana " Bîlek Di Dîwarê de " (1979) ya Pink Floyd hatiye îlhamkirin de nivîsî: "Hey Ayetullah, zarokan bihêle!" [26]
  • Murat Boz vîdyoya strana Şervîn a bi navê “Ji bo...” li ser rûpela xwe ya înstagramê belav kir û di sernivîsa xwe de wiha got: “Tê gotin ku Şervîn ji ber nivîsandina stranek li ser azadiya gelê Îranê hatiye girtin, nebawer e. Hêvîdar im di dema binçavkirinê de tiştekî xirab neyê serê hevkarê min û demildest bê berdan. [27]
  • Stranbêjê muzîka pop û kevneşopî Mihemed Esfehanî li ser Instagrama xwe Şervîn wekî hevalê xwe yê ku di pêşbirkên Serdema Nû de nas kiriye bi nav kir û got, "Şervîn xortekî bêkêmasî jêhatî, bêguneh, şermok û hestiyar bû." [28]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "بیوگرافی شروین حاجی پور و بهترین آهنگ‌های احساسی او". iranenfejar.info. 13 tîrmeh 2022. Roja gihiştinê 2 çiriya pêşîn 2022.
  2. ^ "ترانه اعتراضی "برای..." در شبکه‌های اجتماعی رکورد زد". Radio Farda. 29 îlon 2022.
  3. ^ "'Woman, life, freedom': L.A. protest over Iran draws thousands". Los Angeles Times (bi îngilîziya amerîkî). 1 çiriya pêşîn 2022. Roja gihiştinê 3 çiriya pêşîn 2022.
  4. ^ "Biografi-ye Shervin Hajjipur az Asr-e Jadid ta dastgiri" [A Biography of Shervin Hajipur from Asr-e Jadid to his arrest]. photokade.com (bi farisî). Roja gihiştinê 1 çiriya pêşîn 2022.
  5. ^ "Biografi-ye Shervin Hajjipur az Asr-e Jadid ta dastgiri" [A Biography of Shervin Hajipur from Asr-e Jadid to his arrest]. photokade.com (bi farisî). Roja gihiştinê 1 çiriya pêşîn 2022.
  6. ^ "Biografi-ye Shervin Hajjipur az Asr-e Jadid ta dastgiri" [A Biography of Shervin Hajipur from Asr-e Jadid to his arrest]. photokade.com (bi farisî). Roja gihiştinê 1 çiriya pêşîn 2022.
  7. ^ "کد دستوری رای شروین حاجی آقاپور و شکوفه عزیزی در قسمت نهم عصر جدید". Fararu. 4 hezîran 2019.
  8. ^ "ستاره عصر جدید هم کاور هم اوریجینال". Shahrvand Newspaper. 12 hezîran 2019.
  9. ^ "استوری کارگردان عصر جدید برای "شروین"". Bartarinha. 30 îlon 2022. Ji orîjînalê di 4 çiriya pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2022.
  10. ^ "واکنش کارگردان عصر جدید به بازداشت شروین حاجی پور خواننده آهنگ "برای" در اینستاگرام". dailyfootball. 30 îlon 2022.
  11. ^ "Iran Arrests Singer Whose Song Became Anthem of Ongoing Protests". Radio Free Europe/Radio Liberty. 30 îlon 2022.
  12. ^ "Iran : l'auteur d'une chanson en hommage aux manifestants arrêté par la police". Le Figaro. 30 îlon 2022.
  13. ^ "شروین حاجی‌پور خواننده آهنگ "‌برای.." بازداشت شد". Iran International. 29 îlon 2022.
  14. ^ "شروین حاجی‌پور، خواننده ترانه "برای ..."، بازداشت شد". Radio Farda. 29 îlon 2022.
  15. ^ Shervin (27 îlon 2022). "Shervin - Baraye شروین - برای". www.youtube.com (bi farisî). Roja gihiştinê 1 çiriya pêşîn 2022.
  16. ^ "Iran detains journalists and celebrities as death toll from "ruthless" crackdown on protests climbs". CBS News. 30 îlon 2022.
  17. ^ "Separatists in Iran kill up to 19, including Guard commander". The Washington Post. 30 îlon 2022.
  18. ^ "Iranischer Song über Kritik gegen Regime mehr als 40 Millionen Mal geklickt – Sänger festgenommen". Deutschlandfunk Kultur. 30 îlon 2022. Ji orîjînalê di 30 îlon 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 çiriya pêşîn 2022.
  19. ^ "شروین حاجی پور، خواننده ترانه اعتراضی "برای..." بازداشت شده است". BBC Persian. 29 îlon 2022.
  20. ^ "شروین حاجی‌پور، خواننده آهنگ "‌برای…"، بازداشت شد". IranWire. 29 îlon 2022.
  21. ^ "گزارش زنده: بازداشت حسین ماهینی و شروین حاجی‌پور در سیزدهمین شب اعتراضات". Voice of America. 29 îlon 2022.
  22. ^ "Iran protests over Mahsa Amini death enter third week". France 24. 29 îlon 2022.
  23. ^ "Las protestas contra el uso obligatorio del velo superan las fronteras de Irán". El Correo. 29 îlon 2022.
  24. ^ "اجرای ترانه "برای..." از صفحه اینستاگرام شروین حاجی‌پور حذف شد". Euronews. 29 îlon 2022.
  25. ^ Presse, AFP-Agence France. "Iranian Singer Arrested During Amini Protests Released". www.barrons.com (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 5 çiriya pêşîn 2022.
  26. ^ "ابراز همبستگی هنرمندان جهان با اعتراضات: "در کنار زنان ایران ایستاده‌ام"" [Arists from all over the World express their Solidarity with the Protests: I take a stand next to Iranian Women] (bi farisî). BBC Persian. 30 îlon 2022. Roja gihiştinê 1 çiriya pêşîn 2022.
  27. ^ "اعتراض خواننده مشهور ترکیه به بازداشت شروین، خواننده ترانه "برای"" [The Protest of a Famous Turkish Singer against the Arrest of Shervin, the Singer of the "Baraye" Song] (bi farisî). العين الإخبارية. 30 îlon 2022. Roja gihiştinê 1 çiriya pêşîn 2022.
  28. ^ ""برای…" شروین؛ بیان خواسته‌های نسل معترض دهه ۸۰" [The Protest of a Famous Turkish Singer against the Arrest of Shervin, the Singer of the "Baraye" Song] (bi farisî). Independent Persian. 1 çiriya pêşîn 2022. Roja gihiştinê 1 çiriya pêşîn 2022.