Euronews
Euronews, ajans û televizyona nûçeyanê ewropî ye ku navenda wî li bajarê Lion a Fransayê ye. Ajans di 1ê çileya sala 1993an de dest bi weşana xwe kir û nûçeyên cîhanê bi perspektîfa ewropî diweşîne.
Euronews | |
---|---|
![]() | |
Malper | euronews.com/ |
Ziman | pirzimanî |
Xwedî | Alpac Capital |
Destpêkirin | 1ê çileya 1993an |
biguhêre![]() |
Euronews qismî saziya çend saziyên weşanê ên giştî û weşanên dewletî yên Ewropî û Afrîkaya Bakur bibe jî lê piraniya wî, (88%) ya pargîdaniya rêveberiya veberhênana Portugalî Alpac Capitalê ye.[1][2][3]
Dîrok û rêxistinBiguhêre
Euronews, di sala 1992an de, piştî Şerê Kendava Farisî, ku tê de pozîsyona CNN wekî çavkaniya sereke ya bernameya nûçeyan a 24 demjimêran hate çespandin, Yekîtiya Weşanên ewropî biryar da ku Euronewsê ava bike ku nûçeyan li gorî perspektîfa ewropî pêşkêş bike. Weşana yekem a qenalê di 1ê çileya sala 1993an de li Écully, Lîon hate weşandin. Di sala 1996an de li Londonê stûdyoya euronewsê ya weşanê hate damezrandin.
Servîsa radyoyêBiguhêre
Di 2ê cotmeh 2012an de weşana Radyoya Euronewsê hate destpêkirin û di sala 2020an de weşana Radyoya Euronewsê hate bidawîkirin.
ÇavkanîBiguhêre
- ↑ "Portuguese investor will buy Euronews". POLITICO (bi American English). 17 kanûna pêşîn 2021. Roja wergirtinê: 1 tîrmeh 2022.
- ↑ Rosemain, Mathieu (17 kanûna pêşîn 2021). "Egypt's Sawiris to sell struggling broadcaster Euronews to Alpac Capital". Reuters (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 1 tîrmeh 2022.
- ↑ Bertuzzi, Luca (17 kanûna pêşîn 2021). "Euronews changes hands with global ambitions in sight". www.euractiv.com (bi British English). Roja wergirtinê: 1 tîrmeh 2022.