Îshaq Paşa

Fermandar û wezîrekî osmanî

Îshaq Paşa, anku Îsḧaq Paşa (bi tirkiya osmanî: إسحق پاشا; bi tirkî: İshak Paşa, jdb. nayê zanîn, di 1444an de floruit - m. 30 kanûna paşîn 1487), fermandar, dewletmedar û dû re wezîrê mezin a împeratoriya osmanî bû ku bi eslê xwe tê pêşbînîkirin alban an jî yewnan bû.[1]

Îshaq Paşa
Navê rastî
İshak Paşa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn1444 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin1487 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Selanîk Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîÎmperatoriya Osmanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Meqam
  • Grand Vizier of the Ottoman Empire (1469–1472)
  • Grand Vizier of the Ottoman Empire (1481–1482)
  • Beglerbegê Wîlayeta Anatolyayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Tacünnisa Hatice Halime Sultan Hatun Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Li gorî rojhilatnasê tirk Halîl Inalcik (1916–2016) bi baweriya wî kesayeta Îshaq Paşa ji tevliheviya çend Îshaq Paşayên osmanî (bi taybetî Îshaqê kurê Ebdulla û Îshaqê kurê Birahîm) û Îshaq Beg derketiye, lê li gor wî Îshaq Paşa ji malbatekê yewnan an jî kroatî bû.[2] Li gorî rojhilatnasê alman Franz Babinger (1891–1967) jî dibêje ew bi eslê xwe albanê ortodoks an yewnan bû. Rojhilatnasekî din Jean-Claude Faveyrial jî angaşt[ferhengok 1] dike ku Îshak Paşa ji malbateke alban bû.[3]

Pêşveçûn

biguhêre

Nêzîkî sala 1451ê de Îshaq Paşa wek mîrê mîran[ferhengok 2] (waliyê parêzgehê) Anatolyayê hat tayînkirin. Di heman salê de, Siltan Mehmedê Duyem ku nû hilkişiya li ser îqdidarê[ferhengok 3], ew neçar kir ku bi Hatîce Xatûn, yek li gel hevjînên bavê wî siltan Murad II bizewice. Heşt zarokên wan çêbûn, pênc kur ên bi navê Halîl Beg, Şadî Beg, Mistefa Çelebî, Pîrî Çelebî û Îbrahîm Beg û sê keç bi navên Hafsa Xatûn, Fehrûnîsa Xatûn û Şexzadê Xatûn.[4][5][6]

Wezîfeya wî ya yekem di dema bin hikûmeta Mehmedê duyem de bû. Di vê serdemê de, wî gelê tirkên oxizî ji bajarê Axsereyê veguhezanda Konstanînopolîsê ku nû bi dest xistibû ji aliyê osmaniyan, da ku wî bajarî, ku beşek ji nifûsa xwe ya berê beriya fetha 1453an winda kiribû, nifûs bike. Ji taxa bajarê ku koçber lê bi cih bûne, îro bi nav Aksaray tê gotin.[7]

Serdema wî ya duyemîn di dema Siltan Bayezid II de bû. Di 30 Çile 1487 de Îşhaq Paşa li Selanîkê mir.[8][9]

Mijarên têkildar

biguhêre

Ferhengok

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Radushev, Evg (2003). Ivanova, Svetlana; Kovachev, Rumen (edîtor). Inventory of Ottoman Turkish documents about Waqf preserved in the Oriental Department at the St. St. Cyril and Methodius National Library. Narodna biblioteka "Sv. sv. Kiril i Metodiĭ". r. 228. ISBN 9789545230721.
  2. ^ Stavrides, Théoharis (2001). The Sultan of Vezirs: The Life and Times of the Ottoman Grand Vezir Mahmud Pasha Angelović (1453-1474). Brill Publishers. r. 64. ISBN 978-90-04-12106-5. There is considerable confusion regarding Ishak Pasha [...] Ishak Pasha was of Greek or Croatian origins
  3. ^ Faveyrial, Jean-Claude (1888). Elsie, Robert (edîtor). Histoire de l'Albanie (PDF) (bi fransî). House of the Lazarite Missionaries in Paris. r. 215. Ji orîjînalê (PDF) di 23 kanûna pêşîn 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 gulan 2015.
  4. ^ Freely, John (28 sibat 2009). The Grand Turk: Sultan Mehmet II - Conqueror of Constantinople, Master of an Empire and Lord of Two Seas. I.B.Tauris. r. 288. ISBN 978-0-857-73022-0.
  5. ^ Thatcher, Bruce D. (25 hezîran 2011). Adamant Aggressors: How to Recognize and Deal with Them. Xlibris Corporation. r. 353. ISBN 978-1-462-89195-5.
  6. ^ "İSHAK PAŞA KÜLLİYESİ: İnegöl'de XV. yüzyılın ikinci yarısında inşa edilen bir külliye". İslam Ansiklopedisi. Roja gihiştinê 9 hezîran 2019.
  7. ^ Buz, Ayhan (2009). Osmanlı Sadrazamları. İstanbul: Neden Kitap. r. 22. ISBN 978-975-254-278-5.
  8. ^ Reparaz, Mikel (12 nîsan 2017). "Assassin's Creed Revelations Data Fragments and Ishak Pasha's Memoir Pages guide". Games Radar. Future Publishing Limited Quay House. Roja gihiştinê 27 nîsan 2018.
  9. ^ "Ishak Pasha's Memoir Pages". IGN. Ziff Davis, LLC. 28 sibat 2012. Roja gihiştinê 27 nîsan 2018.