Zagros (rêzeçiya)
Zagros an Çiyayên Zagrosan rêzeçiyayeke Kurdistanê ye û herêma herî berfireha çiyayî ya Kurdistanê ye ku ji Bakurê Kurdistanê despê dike û bi dirêjiya 1600 kîlomêtre ber bi (başûr) Başûrê Kurdistanê û Rojhilata Kurdistanê ve diçe ku heya Kendava Farsê dirêj dibe. Rêzeçiyayên Zagrosê di nav xwe de gelek çiyayan vedigirtiye ku ev rêzeçiya ji bakur ber bi başûr ve 1600 kîlometre dirêj bûye û ji rojava ber bi rojhilat ve jî 300 kîlomêtre berfireh bûye. Xala herî bilind ê Çiyayên Zagrosê Çiyayê Dena ye ku bi bilindahiya 4.409 mêtre bilind e. Xalên herî nizm ên Zagrosê heya 1.000 metreyan daketine. Çiyayên Zagrosan yek ji warên dîrokî ya Kurdistanê ye ku ji aliyê kurdan ve wekê keleheke xwezayî ya xweparastinê hatiye bikaranîn. Çemên Zarînê û Sîmîneyê ji çiyayên Zagrosê derdikevin û ber bi bakur ve diherikin Gola Ûrmiyeyê.
Zagros Zîncîreçiyayê Zagrosê | |
---|---|
![]() Çiyayên Zagrosê | |
Bilindayî | 4.409 m |
Dirêjayî | 1.600 km |
Cih | Rojhilata Kurdistanê, Îran |
Koordînat | 32°21′50″Bk 50°5′31″Rh / 32.36389°Bk 50.09194°Rh |
Nexşeya cihan Îran
|
Ji ber ku piraniya Çiyayên Zagrosê di nav axa Kurdistanê de ye hinek caran wekê Çiyayê Kurdistanê hatiye binavkirin ku Îbn Xeldûn di pirtûka xwe ya Muqaddîme de wekê Çîyayên Kurdistanê behsa Çiyayên Zagrosê kiriye.
Bêjenasiya Zagrosê
biguhêreDi derbarê bêjenasiya peyva “Zagros” de sê çavkanî û teoriyên cuda hene:
- Li gor Zend Avesta wateya Zagros ”bilindahî” ye ya jî çiyayê bilind ê ku roj di pişta wî de derdikeve. Koka gotinê zuxur an zarg e. Zarg tê wateya tîşir û bilindiyê. Zarga Fîsê ku li nêzîkî Licê ye û Zarga Fîsê ya ku li navenda Amedê li ser çemê Dîclê ye.
- Hatiye îdîakirin ku peyvên Zengene û Zagros ji heman etîmîlojiyê tên. Wekê ku tê zanîn Zengene eşîreke kurdan e ku heya roja îro jî li Başûrê Kurdistanê dijîn.
- Her çiqas kêm be jî hinek îddîa hene ku dibêje Zagros ji Yewnanistana kevnare tê ku tê wateya tofanê.
Jeolojî
biguhêreKembera qatbûn û bilindbûna Zagrosan bi giranî ji ber lihevketina herdu lewheyên tektonîkên Deşta Ewrasyayê û Deşta Erebî pêk hatiye.[1] Ev lihevketin bi giranî di Serdema Miyosenê de qewimiye (nêzîkî 25 milyon sal berê) û tevahiya zinarên ku ji Paleozoyîk (541-242 milyon sal berê) berbi Senozoyîkê ve (66 milyon sal berê - niha) li perava parzemîna li ser Plateya Ereban veşartibûn li hev kom kiriye. Lêbelê vegirtina qalika okyanûsê ya Neotetîs di dema Kratesê de (145-66 milyon sal berê) û lihevketina kevana parzemînê ya di dema Eosenê de (56-34 milyon sal berê) her du jî bandorên mezin li ser bilindbûna li beşên bakur û rojhilatê kemberê kirine.
Pêvajoya lihevketinê heta niha berdewam e û ji ber ku Deşta Erebî ber bi Deşta Ewrasyayê ve tê Çiyayên Zagros û Deşta Îranê her ku diçe bilindtir dibin. Pîvandinên GPSên dawî yên li Rojhilata Kurdistanê nîşan didin ku ev lihevketin hê jî çalak e û deformasyona ku di encamê de bi rengekî neyeksan li welêt belav dibe, bi giranî li kemberên çiyayên sereke yên wekê çiyayên Alborzê û Zagrosê pêk tên. Tora GPS a ku Zagrosa Rojhilata Kurdistanê jî vegirtiye ku di nav de tevahiya Zagrosê daye nîşan ku rêjeyeke zêde yê deformasyonan li tevahiya Çîyayên Zagrosê pêk hatiye. Pîvanên GPSê ya niha nîşan didin ku rêjeya niha yê kurtbûna li başûrê rojhilatê Zagrosê ~10 mm/sal e û rêjeya daketina li bakurê rojavayê Zagrosê ~5 mm/sal e. Li bakur-başurê Kazerûnê şikesteka lêdan-şimitînê Strike-slip fault Zagrosê dike du herêmên cuda yên deformasyonê. Di heman demê de encamên GPSê hêlên cuda yên kurtbûnên li ser Kembera Zagrosê, li başûrê rojhilat kurtbûneke normal û li bakurê rojava Zagrosê jî kurtbûneke berwar nîşan dide. Hatiye payîn ku Çiyayên Zagrosê di dema serdema qeşayê ya duyem de bilind bûne.[2]
Parçeya tortî ya li başûrê rojhilata Zagrosê li ser tebeqeya xwêya zinarî deforme dibe (wekê dekolmentek duktîl bi lihevketina bingeh a kêm tevdigere) lê li Zagrosa bakur a rojava tebeqeya xwêyê tine ye an jî pir tenik e.[3] Ev her du beşên topografiyên cihêreng ên li her du aliyên ji ber lihevketina bingeh a Şikesteka Kazerûnê derketiye holê. Topografiya bilind û devera teng a deformasyonê li Zagrosa bakur tê dîtin lê li Zagrosa başûr deformasyoneke berfireh û herêmek deformasyonê ya bi topografiya nizm pêk hatiye. Zextên ku di qaşilê Dinyayê de ku ji ber lihevketinan çêdibin, bûne sedem ku kevirên xwemaliyên qatbûyî yên berê li hev biqelizin. Dema ku kevirên hişk li cihê xwe dimînin, erozyona paşerojê kevirên nerm (kevirê ku ji heriyê hevgirtî pêk tê) û kevirên sîltê (celebek kevirên gewrtirîn) ji holê radike û kevirê kisilîn (kevirê ji aliyê kalsiyûmê ve dewlemend in ku ji bermayiyên zîndewerên deryayî pêk tê) û kevirên dolomît (kevirên dişibin kevirên kilsinî yên ku kalsiyûm û magnezyûm tê de hene) di cih de dihêle. Ev erozyonên cihêreng milên Zagrosê ku bi awayeke paralel li hemberê hev dirêj dibin çêkirine.
Rûniştina keviran û dîroka tektonîkî ya zinaran ji bo çêbûn û girtina petrolê re alîkarî kiriye ku ji ber vê yekê herêma Zagrosê ji bo berhemanîna petrolê herêmeke girîng e. Kimikên xwê û cemedên xwê taybetmendiyeke hevpar a Çiyayên Zagrosan e. Ji ber ku xwêya nezelal bi gelemperî neftê di binê qatên kevirên din de digire, kimikên xwê ji bo kişfkirina neftê destnîşan kirineke girîng e. Li herêmê gîpsa ku di avê de jihevdikeve jî gelek e.[4]
Celeb û temenê keviran
biguhêreÇiya bi tevahî bi eslê xwe tortî ne û di destpêkê de ji kevirê kilsinî hatine çêkirin. Li Zagrosa Bilindkirî an jî Zagrosa Bilind, zinarên Paleozoyîk bi giranî li beşên jorîn û bilind ên lûtkeyên Çiyayên Zagrosê, li kêleka şikesteka sereke ya Zagrosê têne dîtin. Li her du aliyên vê şikestekê kevirên mezozoîk hene ku ji kevirên Serdema Trîasê (252-201 milyon sal berê) û ji kevirên ji Serdema Jurasî yê (201-145 sal berê) pêk hatine ku ji her du aliyan ve ji aliyê kevirên Serdema Kretasê ve hatine dorpêçkirin. Zagrosa qatkirî (çiyayên li başûrê Zagrosa Bilind û hema hema hemî çiyayên paralelên şikesteka Zagrosê) bi giranî ji zinarên Tertiary pêk tê ku kevirên paleojenê (66-23 milyon sal berê) li başûrê zinarên serdema Kretaseyê û paşê jî kevirên neojenê (23-2,6 milyon sal berê) li başûrê kevirên paleojenê hene. Zagros li gelek rêzeçavên paralel têne dabeş kirin ku dirêjahiya rêzeçiyaan ji 10 kîlomêtran heya 250 kîlomêtran diguherin hene û ji aliyê orojenîk ve bi Alperan re xwedî heman temen in.[5]
Qadên sereke yên petrola li heremê li quntarên rojavayî yên zincîre çiyayên Zagrosê ne. Li başûrê parêzgeha Farsê hinek lûtkeyên nizm hene ku bilindahiya wan digihîje 4.000 mêtreyan. Di nav wan de hinek celebên kevirên kilsinî hene ku gelek fosîlên deryayî nîşan didin.
Dîrok
biguhêreÇiyayên Zagrosê xwedî dîrokeke kevnar a girîng û nişteciheke dîrokî ya Kurdistanê ye ku ji serdema Paleolîtîka Jêrîn ve ji bo mirovên destpêkê bûye warê jiayana mirovan. Kevintirîn fosîlên mirovî yên ku li Zagrosê hatine keşfkirin fosîlên Neandertalan e ku li Şikefta Şanîdar, Şikefta Bistun û Şikefta Wezmeyê hatine dîtin. Bermahiyên deh Neandertalan ên ku dîroka wan ji 65.000-35.000 sal berê vedigere di Şikefta Şanîdarê de hatine dîtin.[6] Di şikeftê de du goristanên ji serdema "proto-neolîtîk" jî hene ku yek ji wan 10 hezar û 600 salî ye û di vê goristanê de bi giştî bermahiyên 35 kesan hatine dîtin.[7] Belgeyên paşerojên paleolîtîka jorîn û epîpaleolîtîk ên paşerojê di şikeftên Yafteh, şikefta Kaldar li nêzî Xurmatû û Warwasî, Malaverd li nêzî Kirmaşanê, şikefta Kenaçe li parêzgeha Kurdistanê, şikefta Boof li parêzgeha Farsê û çend şikeft û stargehên zinaran ên din hatine dîtin.[8]
Nîşanên çandiniya destpêkê ku dîroka çandiniyê heya 9000 salên beriya zayînê diçe li quntara çiyayan hatine dîtin.[9] Hinek rûniştgehên dîrokî piştre mezin bûne û bûne bajar. Ev niştecihên dîrokî yên ku di roja îro de qadên arkeolojîk ên girîng ên li Kurdistanê ye Anşan û Sûsa; Çermo yek cihên arkeolojîk ên girîng ên li Zagrosan e. Hinek delîlên pêşîn didin nîşan ku hilberîna şerabê li Çiyayên Zagrosê hatine dîtin. her du niştecihên Hecî Firuz Tepe û Godîn Tepe delîlên embarkirina şerabê hatine dîtin ku dîroka embaran navbera 3500 û 5400 salên berê zayînê de ye.[10]
Parçeyek hestiyê tilîya lingên mirovan ku li Şikefta Wezmeyê hatiye dîtin hatiye analîzkirin ku dîroka hestiyê di serdema neolîtîkê de ye. DNA ya vê perçeya hestiyê nîşan dide ku ew ji komek genetîkî ya cihê ye ku heya niha ev koma genetîkî ji aliyê zanyaran ve nehatiye zanîn. Ev koma genetîkî ji haplogkom a Y-DNA G2b ye ku bi taybetî şaxê wê G-Y37100 e û haplogkom a mitokondrîal a J1d6 e. Çavên wî yê qehweyî, çerm bi kêmî tarî û porê wî reş bûn ku her çend îraniyên neolîtîk ên beriya hind û ewropî di çend genan de alelên kêmbûyî yên girêdayî pigmentasyonê hildigirin û ji 12 lokiya 7 lokiyan de alel zêde bibin jî, nîşaneyên herî bihêz ên hilbijartina di ewrasyayên kevnar de nîşan didin. Ev koma genetîkî beşdarî ji bo çêkirina genetîkî ya cotkarên ewropî yên pêşîn an ewropiyên nûjen nekiriye.
Zagros di demên berê yên kevnar de mala gelên cuda yên berî hind û ewropî bû ku komên wekê hûrî, gûtî, kasîtî, elamî û lulubî li Zagrosan jiyan kirine. Di heman demê gelên semîtîk ên wekê asûrî û amorî ku li deverên rojavayî ya Zagrosan jiyan kirine dem bi dem êrîşî bajarên sumerî, akadî û asûriyan kirine. Rêzeçiyaya Zagrosê di navbera Deşta Mezopotamyayê ku li Başûrê Kurdistan a îro ye e û Deşta Îranê astengeke erdnîgarî çêkiriye. Zagros bi gelemperî di nav sinorê Kurdistanê de ye ku devera herî berfireh di nav sinorê Rojhilata Kurdistan a îro de ye. Arşîveke piçûk a tabletên axur ku bi hûrgulî behsa têkiliyên tevlihev ên van koman dike ku dîroka wan di destpêka hezarsala duyem a b.z. de ye li Tel Şemşara li ser Zapa Biçûk hatine dîtin.[11] Li Tel Bazmusian, li nêzî Şemşara, di navbera salên 5000 b.z. û 800 p.z. de, her çend ne berdewam be jî bûye cihê mirovan.[12]
Zagros bi tenê ne zîncîreçiyayên bilind û asê ne. Li gor arkeolog û dîroknasan cara yekem çandinî û şaristanî li qontarên Zagrosê destpê kiriye. Yek ji gelên xwemaliyên Zagrosê kurd in ku heta îro jî li deverên niştecihiyên Zagrosê dijîn û heya îro hebûna xwe li vê deverê parastine. Ji wan kurdên herî kevn heta îro arkeologan navên sê eşîran tespît kirine ku di nav de eşîrên wekê Makran, Zengene û Çigînî hene.
Di serdema nûjen de arkeolog û lêkolîngerên dîrokî dibêjin ku sumer ji çiyayên Zagrosê ber jêr daketine deştê û şaristaniya ku li Zagrosê hebûye, bi xwe re anîne û bi pêş xistine. Bajarên yekem ên ku îro hatine dîtin li nêzîkî Zagrosan bajarên wek Ansan, Sûsa, Şandiyar û Cermo ne. Îro hema hema hemû arkeolog û dîroknas hemfikir in ku 9000 sal berê zayînê an 11000 sal berê niha li qontarên Zagrosê mirovan dest bi xwedîkirina ajelan kirine. Cara yekem li wir bizin, mîh û mange hatine kedî kirin û hatine xwedî kirin. Genim, çewder û fesûlî çandine. Di navbera 5400 û 5300 salên b.z. de e li nêzîkî qontarên çiyayên Zagrosan bi awayekî sîstematîk rez xwedî kirine û ji tiriyan mey çêkirine. Navê tiriyê Vitis silvestris bûye ku îro jî bi latînî navê wê Vitis vinifera ye. Herweha bîra jî li vê deverê hatiye çêkirin.
Ksenofon di "Vegera dehhezaran" de (beri zayînî 401-400) behsa serpêhatiya xwe û çiyayên Zagrosê dike ku çawa asê ne û di wan çiyayên asê de qala şerê artêşa xwe û kardoxiyan dike. 75 sal piştî vegera Ksenofan, vê carê Îskenderê Mezin dixwazê di ser Zagrosê re here Îranê. Lê ji ber ku di ”Vegera dehhezaran" de bûyerên ku li çiyayên Zagrosê hatibû serê artêşa Ksenofan hemû xwendibû û di derheqê Zagrosê de êdî xwedî zanyarî bû, di jêrê Zagrosê re derbasî Îranê dibe.
Zagros di jiyana şerê çekdarî ya kurdan de ciyekî xwe yê girîng û pîroz heye. Di serdema me de, bi salan pêşmergeyên Başûr û Rojhilat di dema tengasiyê de hildikişiyan Zagrosê, li wir bi cih dibûn û xwe diparastin. Di van 15-20 salên dawî de gerîlayên PKKê li serên zîncîreçiyayên Zagrosê biryargehên xwe yên mezin û navendî danîn û niha jî li çiyayên Zagorsê ne. Artêşa tirk bi balafir, helîkopter û teknîka nûjen a şer nikare li Zagrosê bi ser bikeve. Operasyonên artêşê bê encam dimînin.
Zagros ne bi tenê hêlîna pêşmerge û gerîlayên kurd e, herweha hêlîna teyrê Sîmir e jî.
Zagros ji aliyê siruştê ve him bihuşt û him jî dojeha nedîtî ye! Zivistanan ba, bager û pûk e. Tu jîndarek nikare xwe li ber pêtî, serma, fîgan û fîzana Zagrosê bigre. Hirç bi hirçîtiya xwe bi mehan newêre ji qula xwe derkeve. Di demsalên bihar û havînan de mirov dikare çar demsalan li gel hev bibîne. Dar û ber, nebat û kulîlkên çiyayên Zagrosê bi dîmen û bîhna xwe paradîsa rasteqîn e. Di mîtolojiyê de, li Zagrosan giyayekî pîroz heye ku mirov bixwe, namire.
Gelên Zagrosan
biguhêreÇiyayên Zagrosê bi hezaran sal ne ku malavaniya komên cuda yên ajalkar û cotkaran dike. Komên cotkar û ajalkarên ên niha yên wekên lûr, lûrên bextiyarî, kurd bi keriyên pez ên xwe re di mehên havînan de ji quntarên rojhilat ber bi rojava ve diçin. Hin bajarên mezin ên Kurdistanê bajarên wekê Silêmanî, Kirmaşan, Xurremabad û bajarê Îran Şîraz li quntarên çiyayên Zagrosan hatine ava kirin.
Kurd
biguhêreKurd yek ji komên etnîkî yê Zagrosan e û koma herî mezin ê çiyayên Zagrosan e ku serdemeke demdirêj e ku li Zagrosan dîjîn.[13] Di dîrokê de Çiyayên Zagrosan demeke dirêj ji aliyê kurdan ve wekê keleheke xweparastinê hatiye bikaranîn.[14] Di roja îro de Çiyayên Qendîlê ku beşek ji Zagrosan e ji bo gerîlayên kurd ên girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê bûye qadeke biryargeh û xweparastinê.[15]
Lurî
biguhêreLûr komeke zagrosî ne ku di serî de li Zagrosa Navîn, Rojava û li Zagrosa Başûr dijîn. Bajarên ku ji aliyê luriyan ve hatine avakirin Xurremabad, Borûcerd, Melayêr, Îzeh, Şarîkurd û Yasûc e. Lûr bi lurî diaxivin û li gelek parêzgehên wekê Lorestan, Xuzistan, Çarmehal û Bextiyarî, Îlam, Kohgiluye û Boyer-Ehmed û li parêzgeha Hemedanê dijîn.
Lurên Bextiyarî
biguhêreBextiyarî eşîreke Lur in ku di destpêkê de li Zagrosa navendî û li Zagrosa başûr dijîn. Bajarên sereke yên ku Bextiyarî lê dijîn Mescîd Silêman, Îze û Şarîkurd in. Hêjmareke girîng ên ji bextiariyan heya roja îro jî koçeriyê dikin.
Avhewa
biguhêreLi Çiyayên Zagrosan çend ekosîstem hene ku di nav wan de deverên daristanî û zozanan ên bi avhewayên nîv-hişk hene. Wekê ku ji aliyê Fona Jiyana Kovî ya Cîhanê ve hatiye destnîşankirin û di Wildfinder-a wan de hatiye bikaranîn, ekoherêma bejayî ya taybetî ya devera çiyayê navîn û bilind deşta daristana Çiyayê Zagrosê ye (PA0446). Barîna salane di navbera 400 û 800 mm de ye û bi piranî di demsalên zivistan û di demsalên biharê de dibarin. Ji ber asta bilind û barîna berfê ya li xalên bilindên Zagrosan zivistana Zagrosê dijwar derbas dibe ku bi germahiyên nizm bi gelemperî di bin -25 °C de derbas dibe. Navand mînaka guherbariya parzemînî ya şêwaza avhewayê ya Deryaya Navîn e ku bi zivistanek bi berfê û biharek nerm û baranbar, li pey havînek û payîzeke hişk pêk tê.[16]
Qeşagirtin
biguhêreLi çiyayên bilind ên Zagrosa rojhilat çiyayên wekê Çiyayê Juparê (4.135 m), Çiyayê Lalezarê (4.374 m (14,350 ft)) û Çiyayê Hezarê (4.469 m) qeşayên wan heliyaye û di roja îro de êdî qeşa nagirin. Tenê qeşayên li Çiyayê Zer û Çiyayê Denayê qeşayên xwe heya roja îro parastin e. Lêbelê berê Serdema Qeşayê ya Dawî bi kûrahiya heya 1.900 mêtre qeşa hebaû û di dema Serdema Qeşaya Dawî de bi kûrahiya 2.160 mêtre deverên qeşagirtî hebûn. Tespîtên cemedeke berfireha bi dirêjahiya 20 kîlomêtre ku li geliyeke bi dirêjahiya 17 kîlomêtre, li bilindahiyeke 1.600 mêtre li bakurê Çiyayê Juparê hatiye dîtin. Di bin şert û mercên baranê de ku bi tomarkirina tomarên avhewaya heyî re hatine berhev kirin, bibe ku ev mezinahiya cemedê çêbibe ku germahiya navînî ya salane di navbera 10,5 û 11,2 °C de bû lê tê pêşbînîkirin ku di heyama ku ev cemed hatiye girtin de şert û merc zuwa bûne û germahiya wê serdemê ji germahiya roja îro kêmtir bûye.[17]
Flora û fauna
biguhêreFlora
biguhêreHer çiqas di roja îro de li herêma Zagrosê ji ber çêrîna zêde yê keriyen pez û birîna darên daristanan zêde bibe jî lê herêma Zagrosê xwediyê florayeke dewlemend û tevlihev e. Bermahiyên daristanên darê berûyê ku berê daristanên Zagrosan bû heya roja îro dikarin werin dîtin. Di heman deemê de darên fistiq/bavanan têne dîtin. Gelek texil ku di nav wan de genim, ceh, nîsk, bihîv, gûz, fistiq, behîs, pîvaz, hinar û tirî yên çiyayî ku bê çandin şîn dibin li seranserê çiyayên Zagrosan têne dîtin.[18] Quercus brantii (ji %50 zêdetir ji rûbera daristanên Zagrosê digire) girîngtirîn cureyên darên Zagrosa li Rojhilata Kurdistanê ye.[19]
Endemîkên din ên kulîlk ên ku di nav rêzaçiyayan de têne dîtin ev in (bi navên latînî): Allium iranicum, Astragalus crenophila, Bellevalia kurdistanica, Cousinia carduchorum, Cousinia odontolepis, Echinops rectangularis, Erysimum boissieri, Iris barnumiae, Ornithogalum iraqense, Scrophularia atroglandulosa, Scorzonera kurdistanica, Tragopogon rechingeri û Tulipa kurdica[20]
Fauna
biguhêreZagros malavaniya gelek cureyên metirsîdar ku di bin xetereyê de ne ku di nav wan de Mişkê Zagrosê (Calomyscus bailwardi) Qamîşwarê besrayê (Acrocephalus griseldis) û Keftarê bi xêz (Hyena hyena) hene. Xezala farisî (Dama mesopotamica) ku cûreyeke xezalên kedî yên kevnar bû ku berê difikirîn ku winda bûye, di dawiya sedsala 20an de li parêzgeha Xuzistanê, li başûrê Zagrosê ji nû ve hatine dîtin. Her wiha bizinên kovî hema hema li seranserê Çiyayên Zagrosan têne dîtin. Heya dawiya sedsala 19an Şêrê Asyayê (Panthera leo persica) li başûrê rojavayê çiyayan jiyan kiriye ku di vê serdemê de ev cûreya şêran li herêmê nemaye.
Qumqumoka Luristanê (Neurergus kaiseri) Qumqumokeke ku li beşeke piçûk ê Çiyayên Zagros a navendî yên Rojhilata Kurdistanê dijî ku ev cûre di çemên bilind de dijî û ajaleke avî ye. Tê texmînkirin ji ber nêçîrê ji bo bazirganiya ajalan hebûna vê cûreya Qumqumokê di xetereyê de ye û di heman demê de tê pêşbînîkirin ku guherîna avhewayê bi tundî bandorê li vê cureyê bike.[21]
Çavkanî
biguhêre- ^ Scheffel, Richard L.; Allen, Oliver E.; Reader's Digest Association, edîtor (1980). Reader's Digest natural wonders of the world. Pleasantville, N.Y: Reader's Digest Association. ISBN 978-0-89577-087-5.
- ^ "The Geological Society of London - Zagros Mountains, Iran". www.geolsoc.org.uk. Roja gihiştinê 16 adar 2025.
- ^ Jamalreyhani, Mohammadreza; Pousse-Beltran, Léa; Büyükakpınar, Pınar; Cesca, Simone; Nissen, Edwin; Ghods, Abdolreza; López-Comino, José Ángel; Rezapour, Mehdi; Najafi, Mahdi (2021). "The 2019–2020 Khalili (Iran) Earthquake Sequence—Anthropogenic Seismicity in the Zagros Simply Folded Belt?". Journal of Geophysical Research: Solid Earth (bi îngilîzî). 126 (12): e2021JB022797. doi:10.1029/2021JB022797. ISSN 2169-9356. PMC 9285018. PMID 35846502.
{{cite journal}}
: CS1 maint: PMC format (lînk) - ^ "News | NSF - National Science Foundation". www.nsf.gov (bi îngilîzî). 14 adar 2025. Roja gihiştinê 16 adar 2025.
- ^ "Geomorphology of the northwestern Kurdistan Region of Iraq: landscapes of the Zagros Mountains drained by the Tigris and Great Zab Rivers". Journal of Maps. 17 (2): 225–236. 1 kanûna pêşîn 2021. doi:10.1080/17445647.2021.1906339.
- ^ Murray, Tim (13 nîsan 2007). Milestones in Archaeology: A Chronological Encyclopedia (bi îngilîzî). Bloomsbury Academic. ISBN 978-1-57607-186-1.
- ^ Solecki, Ralph S.; Solecki, Rose L.; Agelarakis, Anagnostis P. (2004). The Proto-Neolithic Cemetery in Shanidar Cave (bi îngilîzî). Texas A&M University Press. ISBN 978-1-58544-272-0.
- ^ Shidrang, Sonia (8 kanûna pêşîn 2017). The Middle to Upper Paleolithic Transition in the Zagros: The Appearance and Evolution of the Baradostian. Singapore: Springer Singapore. rr. 133–156. ISBN 978-981-10-6825-6.
- ^ Aymard, M. (1 kanûna paşîn 1990). Fernand Braudel, la Mediterranée et L’europe. BRILL. rr. 3–14. ISBN 978-90-04-62166-4.
- ^ Phillips, Rod (11 çiriya pêşîn 2016). French Wine. University of California Press. ISBN 978-0-520-96077-0.
- ^ Eidem, J.; Læssøe, Jørgen, edîtor (2001). The Shemshāra archives. 1: The letters / by Jesper Eidem and Jørgen Laessøe - 2001. Historisk-filosofiske skrifter. Copenhagen: Munksgaard. ISBN 978-87-7876-245-0.
- ^ "C–O Bond Activation". Synfacts. 13 (01): 0081–0081. 19 kanûna pêşîn 2016. doi:10.1055/s-0036-1589787. ISSN 1861-1958.
- ^ Wright, H. E. (1980). "Climatic Change and Plant Domestication in the Zagros Mountains". Iran. 18: 145–148. doi:10.2307/4299696. ISSN 0578-6967.
- ^ "Settlement continuity in Kurdistan".
- ^ Gunter, Michael M. (2011). Historical dictionary of the Kurds. Historical dictionaries of peoples and cultures (Çapa 2). Lanham, Md.: Scarecrow Press. ISBN 978-0-8108-7507-4.
- ^ Kürschner, Harald, edîtor (1986). Contributions to the vegetation of southwest Asia. Beihefte zum Tübinger Atlas des Vorderen Orients (bi engger). Wiesbaden: L. Reichert. ISBN 978-3-88226-297-1.
{{cite book}}
: CS1 maint: unrecognized language (lînk) - ^ "Elsevier: Ehlers, Gibbard, Hughes: Quaternary Glaciations - Extent and Chronology Volume 15: A closer look Welcome". booksite.elsevier.com. Roja gihiştinê 22 adar 2025.
- ^ Watson, Patty Jo; Cowan, C. Wesley (2006). The origins of agriculture: an international perspective. Tuscaloosa: University of Alabama press. ISBN 978-0-8173-5349-0.
- ^ ""Plant species in Oak (Quercus brantii Lindl.) understory and their relationship with physical and chemical propertiesof soil in different altitude classes in the Arghvan valley protected area, Iran"" (PDF). Ji orîjînalê (PDF) di 3 nîsan 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 adar 2025.
- ^ ""Haji Omran Mountain (IQ018)"" (PDF).
- ^ IUCN (22 tîrmeh 2016). "Neurergus kaiseri: IUCN SSC Amphibian Specialist Group: The IUCN Red List of Threatened Species 2016: e.T59450A49436271". iucnredlist.org (bi îngilîzî). doi:10.2305/iucn.uk.2016-3.rlts.t59450a49436271.en.