Zimanî tacîkî (be tacîkî: забо́ни тоҷикӣ́, zaboni tojikī) zimanêk e ke tacîkekan qisey pêdeken û zimanî fermîy Tacîkistan e.[1]

Elfûbê biguhêre

  Gotara bingehîn: Elfubêy tacîkî

Bo nûsînî zimanî tacîkî sûd le Elfubêy kîrîlî werdegîrêt.

Helsengandin legel zimanî farisî biguhêre

Egerçî zimanî tacîkî û zimanî farisî her dûkyan drêjey zimanî farsîy derîn in bellam zimanî tacîkî hendêk taybetmendiy terxankrawî xoy heye ke debête hoy cyabûnewey le zimanî farisî; lewane:

Bizwênekan[2] biguhêre

  • Zimanî farsîy derî 8 bizwênî hebuwe (a, i, u, û, ā, ī, ū, ē, ō) belam êsta zimanî tacîkî û farisî 6 bizwênyan heye; tacîkî (a, i, u, o ,e, ů) û farisî (a, e, o, â, i, û).
  • Le zimanî farisî da dû bizwênî ē û ōy farsîy derî (yêy mechûl û wawî mechûl) bûnete dû bizwênî drêjî ī û ū belam be pêçewaney zimanî farisî le zimanî tacîkî da dû bizwênî drêjî ī û ū bûnete dû bizwênî kurtî i, u.
  • Le zimanî tacîkîda bizwêne kurtekan (a, i, u) wekû xoyan mawnetewe belam le zimanî farisî da bûnete (a, e, o).
  • ây zimanî farisî ke le āy zimanî farsîy derî kewtuwetewe le zimanî tacîkî da buwete o.

Nebziwênekan biguhêre

Le zimanî farisî da cyawazîyek le nêwan dû pîtî "x" û "q" niye û em dû pîte wekû yek godekrên belam le zimanî tacîkîda em dû pîte le yekdî cyadekrênewe û derbirînî taybet be xoyan heye.

Wişekan[2] biguhêre

Leber ewey ke zimanî tacîkî le şwênêk qisey pêkrawe ke be zimane êraniye rojhelatîyekan û zimane turkiyekanî asyay nawendî nizîk buwe, kewtuwete jêr karîgeriy em zimanane; her boye le zimanî tacîkîda wişey wa heye ke le zimanî farsîda niye yan zor kem be kar dêt, lewane: kûrşebperek, fûtbalbaz, çaycûş, pananc, neẍz, kelan û htd..

Wişegelêkî zorîş le zimanî rûsî wergîrawe ke buwete hoy pitewbûnî wişekanî tacîkî le biwarekanî zansit, komellayetî, çand û htd..

Perawêz biguhêre

  1. Yasay binerretiy tacîkistan, ji orîjînalê di 25 gulan 2017 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 17 hezîran 2012
  2. a b ارانسکی، زبانهای ایرانی

Serçawekan biguhêre

  • ارانسکی، یوسیف. زبانهای ایرانی، چاپ دوم. تهران: چاپخانۀ توکلی، ١٣٨٦، صص ٢٩، ١١١، ١١٢ و ١١٣ ISBN 964-6961-24-X
  • Wîkîpîdyay farsî

Bester bo derewe biguhêre