Zimanê danîmarkî

Zimanê germaniya bakur li Danîmarkayê
(Ji Zimanê danimarkî hat beralîkirin)

Danîmarkî[1] an danî[çavkanî hewce ye] (bi danîmarkî: dansk) zimanekî ji zimanên germanî yên bakurî (ko herwesa dibijin wan zimanên skandînavyayî) ye, ko ew jî zimanek ji zimanên germanî yên malbata zimanên hind û ewropî ye. Nêzî 6 milyon kesan ko pirraniya wan li Danîmarkayê ne bi zimanê danîmarkî dipeyvin. Nêzî nîv milyon kesan ji li deverên bakurê herêma Schleswig-Holstein a Almanyayê bi vî zimanî diaxivin û zimanê danîmarkî li wan deveran rewşa zimanekê kêmaniyan hene. Li Grînlenda û Giravên Feroe jî zimanê danîmarkî zimanekî fermî ye.

Danîmarkî
dansk
Welatên lê tê axaftin  Danîmarka
 Giravên Feroe
 Yekîtiya Ewropayê
Encûmena Bakurî
Herêm Danîmarka
Grînlenda
Giravên Feroe
Schleswig-Holstein
Axiverên zimanê zikmakî 5,5 milyon (2012)
Malbata zimanî Hind û Ewropî
Awayên kevn
Kodên zimanî
ISO 639-1 da
ISO 639-2 dan
ISO 639-3


Polandin

biguhêre

Zimanê danîmarkî û zimanê swêdî bi hev ra koma rojhilatî ya zimanên nors pêkdiînin û zimanê norwêcî û îslendî koma rojavayî. Lê danîmarkî û zimanê bokmål li Norwêcê gelek ji hevdu nêzîk in.

Hersê zimanên swêdî, danîmarkî û norwêcî jibo axivtinkerên wan hersê zimanan dihên fehmîn.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Mesut Zilan (1994). Kurdisk-Dansk ordbog. Gyldendals, Kopenhag, Danîmarka