Zimanên germanî yên bakurî

Zimanên germanî yên bakurî anko zimanên skandînavî yek ji sê tayên zimanên germanî pêkdînin. Zimanên germanî jî binmalbatek ji malbata zimanên hind û ewropayî ye. Herdu tayên dî yên zimanên germanî jî ev in: zimanên germanî yên rojavayî û zimanên germanî yê rojhilatî. Tayê sêyê, anko tayê rojhilatî, niha nema ye û êdî kes wan zimanan napeyive.

Zimanên germanî yên bakurî
Pêk tê ji
  • zimanên skandînavî yên rojhilatî
  • zimanên skandînavî yên rojavayî
  • gotlendî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Navekê dî yê zimanên germanî yên bakurî zimanên skandînavî ye. Sedema vê jî ew e ko pirraniya xelk û zanistvanên welatên mîna Danîmark, Swêd û Norwêcê weha dibêjin. Zarav anko terma "zimanên germanî yên bakurî" di zimanzanistê bomayîk (genetîv) de dihêt bikaranîn û zarava "zimanên skandînavî" jî dema behsa zimanên nûdem yên wan welatan dihêt kirin.

Nêzîkî 20 milyon kesan li welatên Skandînaviyayê (û kêmaniyeka swêdîaxivan li welatê Fînlandayê van zimanan dipeyvin.

Dîrok biguhêre

Ji sala 200 ve zimanên germanî yên bakur hêdî hêdî ji zimanên dî yên wê binmalbatê hatin veniyasîn.

Piştî qonaxa berî-nors û norsê kevin, zimanên germanî yên bakur bûn du ta: 1) zimanên skandînavî yên rojhilatî (danîmarkî û swêdî) û 2) zimanên skandînavî yên rojavayî (norwêcî, feroeyî û îslendî).

Çavkanî biguhêre