Bokmål (bixwîne bûkmol), zaravayekî zimanê norwêcî ye. Zaravayê din jî ê mazin Nynorsk a. Zaravayê zimanê Norwêcê yê ku nêzî sedî 85'an diaxivin. Ev devok, bi taybetî ji sedsalên 17 û 18'an û pê de, bidest pêketina xwe dike. Devoka ku herî zêde tê axaftin û weke zimanê nivîsandinê jî ye. Bokmål, di deme wê ya wê ya pêşî, destpêka wêji riksmålê ye. Yê bi riksmålê re pêşketina wê da kirin. Di despêkê de, weke zimanê dêrê bû. Hingî salên 1850'î de jê re dihat gotin bogmaal. Hanîna du "a"´ya li dem hevdû dengê "å" derdixe. Riksmål, di eslê xwe de, weke zaravayê ku bi zimanê danmarkî ve girêdayê bû jê re di demên pêşîyê de ji dêla riksmål hatiya gotin dansknorsk jî. Rewşênbîrên norwêcî yên weke Knut Hamsun ku xelata Nobelê jî di qada wêjeyê de hildana bi vî zaravayê dinivîsînin. Di sedsale 18'an de, bidest lêkolinên li ser zimanê tên kirin. Navdarên norwêcî yên weke Henrik Wergeland, derpêş dikin ku bi taybetî zimanê xelkê bê kifşkirin û were bikaranîn. Ew li ser norwêciyeke saf disekinê û dihizirê. Norwêcî, di wê demê de di bin bandûra zimanê danîmarkî de bû.

Nexşeya navçeyên Norwêcê ku tê de nynorsk yan bokmål bi awayekî fermî tê xeberdan; navçeyên "bêalî" jî hene ku tê de herdu şêwezarên norwêcî fermî ne

Nimûneyên norwêciya bokmål biguhêre

Bi norwêciya bokmål Bi kurdî (kurmancî)
Jeg går hjem Ez diçim mal
Jeg drikker te Ez çayê vedixwim
Jeg skal gå ut Ezê herim derve
Bi norwêciya bokmål bi kurdî (kurmancî)
kvinne jin
man zilam
barn zarok
hus mal, xanî
jente keç
sår birîn
huske bîranîn