Zimanê azerî yê kevn
Azeriya kevn yan jî Azerî (bi farisî: آذری Āḏarī) zimanekî îranî ya windabûyî ye ku berî tirkkirina herêmê li herêma dîrokî ya Azerbaycan Îranê ji aliyê azeriyan ve hatiye axaftin. Hinek zimannas bawer dikin ku cûreyên tatî yên başûrî yên Azerbaycana Îranê li derdora Takestanê, mîna zaravayên harzandî û karinganî, bermahiyên azeriya kevin in.[1][2][3]
Azerî | ||
---|---|---|
| ||
Welatên lê tê axaftin | Êran (Împeratoriya Hexamenişî), Azerbaycan | |
Dîroka mirîbûnê | 1100–1972 CE | |
Malbata zimanî | Hind û ewropî | |
Awayên kevn | ||
Kodên zimanî | ||
ISO 639-3 | None |
Berî asîmîlasyona tirkkirina Azerbaycanê, azeriya kevin (zimanê azerî) li Azerbaycanê zimanek serdest bû.
Lêkolînên destpêkê
biguhêreZanyar û zimannasê azerî Ehmed Kasrewî yekem zimannas bû ku zimanê îranî yê herêma dîrokî ya Azerbaycanê ya Îranê lêkolîn kir. Ehmed Kasrewî lêkolînên berfireh bi bikaranîna çavkaniyên dîrokî yên erebî, farisî, tirkî û yewnanî dike û digihîje vê encamê berî ku zimanê tirkî wekê zimanê azerî hatiye binavkirin zimanê azeriyan, zimanê azerî ya kevn e (zimanê îranî) ku ji aliyê azeriyan ve hatiye axaftin. Lêkolînên dîrokî destnîşan dikin ku Azerî beriya hatina tirkên selçûqî li herêmê, yek ji komên etnîkî yên îranî bûne.[4]
Berawirdkirin
biguhêreBerawirdkirina zimanê azerî û hinek zimananên dinên îranî.
Azeriya kevin | Farsî | Kurmancî | Zazakî | Talişî |
---|---|---|---|---|
berz | boland | bilind | berz | barz |
herz | hêl | hildan/avêtên | erz | şodəy |
sor | sal | sal | ser | sor |
dêl | dêl | dil | zerre | dıl |
hre | se | sê | hirê | do |
des | dah | deh | des | da |
Çavkanî
biguhêre- ^ Melville, Charles; Europaea, Societas Iranologica (1999). Proceedings of the Third European Conference of Iranian Studies: Held in Cambridge, 11th to 15th September 1995 (bi îngilîzî). Reichert. ISBN 978-3-89500-104-8.
- ^ Andrew Dalby (1998). Dictionary of languages. Internet Archive. Columbia University Press. ISBN 978-0-231-11568-1.
- ^ "Old Azeri". Wikipedia (bi îngilîzî). 2 hezîran 2023.
- ^ Singh, Nagendra Kr; Samiuddin, Abida (2003). Encyclopaedic Historiography of the Muslim World (bi îngilîzî). Global Vision Publishing House. ISBN 978-81-87746-54-6.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |