Yağmur Atsız
Yağmur Atsız, (jdb. 4 çiriya paşîn 1939 li Stembolê, Tirkiye) nivîskar, helbestvan û rojnamevanekî tirk e. Kurê giregirê nîjadperestiya tirkan Nihal Atsız e. Berevajî bavê xwe, xwedî nêrînên demokratîk e. Der barê meseleya kurdan de, helwesta wî erênî ye. Birayê tirknas Buğra Atsız e.
Yağmur Atsız | |
---|---|
Jidayikbûn | 4 çiriya paşîn 1939 |
Hevwelatî | Tirkiye |
Perwerde | |
Pîşe | |
Dê û bav |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Jînenîgarî
biguhêreDibistana amadeyî ya Haydarpaşayê bi dawî kiriye. Di zanîngeha Stembolê beşa dadê de perwerdeyê dibîne. Diçe Almanyayê li zanîngeha Bonnê jî dixwîne. Sala 1967ê ji vê zanîngehê destûrname distîne. Bo demekê li Tirkiyeyê gerînendetiya çapemenî û weşanê ya dewletê dike.
Li Almanyayê di radyo û televîzyonan de dixebite. Sala 1977ê li balyozxaneya Tirkiyeyê ya Bonnê bo du salan kar dike. Di rojname û kovarên wekî Nokta, Pazar Postası, Yeni Yüzyıl, Milliyet, Tercüman, Maya, Türk Edebiyatıê de dinivîsîne. Ji sala 2009ê vir de di rojnameya Starê de quncika wî ya nivîsandinê heye.[çavkanî hewce ye]
Çavkanî
biguhêreEv gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |