Xirabê Tûyan
Xirabê Tûwa, anku Xirabê Tûwan an Xirabê Tûyan (1928: خراب تويان / Kherab touyan; bi tirkî: Özen), gundekî ser navçeya Hezexa Şirnexê ye ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye şewitandin.
Xirabê Tûwan
Xirabê Tûyan | |
---|---|
Özen | |
Koordînat: 37°15′48″Bk 41°58′44″Rh / 37.26333°Bk 41.97889°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Şirnex |
Navçe | Hezex |
Nahiye | Hezex (navend) |
Bilindahî | 685 m (2247 ft) |
Nifûs (2011) | 1.590[1] |
Koda postayê | 73300 |
Koda telefonê | (+90) 486 |
biguhêre |
Li gor çavkaniyan Xirabê Tuwa di salên 1800 pê de hatiye avakirin carek dî. Berî bê avakirin wêranbajarek bû, navê vî bajarî Harbiltutik e, lê çiqas rast e û çiqas xelet e ne diyare û ji hêla kîve ev çihjiyan kengî hatiye avakirin û wêrankirin, çi çavkaniyên dirust berdest tune ne. Di dawiya 1700'î serê salên 1800'î de cardî kesekî bi navê Micad ve hatiye avakirin. Micad bi xwe kurê Silêmanê kurê Kencoyê kurê Xencerê kurê Akûp; Akûp bi xwe ji begê serhedê li gorî çavkaniyan begê eşîra aliyan (alike, alîke). Xirabê Tuwa ser Hezex parêzgeha Şirnexê, bakûrê Kurdistanê herêma deştê. Li bakûrê çiyayên Sipî, başûrê wê jî deşt e, mezra wê pir e cografiya wê ber kevir xwesiya wê vikî, mazî, dexil, rez û warz. ji bo heywan û lawir xweza ye. Hesaba sed û sîh mal û heftsed şînî têde dijê.
Gundên aqarên Xirabê Tuwa Xirabê Neriya, Barim, Kovex, Deştadarê, Dikî, Kavilêsefo, Pelîsî, Sivik, Zergûs û Mijmijok. Rêya Xirabêtûwa sisê rê ên taybet navgînan (tirombêl) jê diçin. Roava Hezex, rohilat Cizîr, başûr Îpek. Ava Xirabê Tuwa ji bîra têtin bikaranîn.
Gelhenasî
biguhêreSal | Gelhe |
---|---|
2009 | 1.473 |
2000 | 949[2] |
1990 | 783 |
Çavkanî
biguhêre- ^ tuik, 2011, ji orîjînalê di 7 kanûna pêşîn 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 2 sibat 2012
- ^ Yerelnet, Sulak, ji orîjînalê di 27 hezîran 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 8 kanûna pêşîn 2010
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |