Xelacî
Xelacî an Hellacî navê zaravayekî kurdî[2][3] yê li Azerbaycan û Îranê tê axaftin e. Xelacî wek zaravayekî kurdî yê îzole tê hesibandin.[çavkanî hewce ye]
Xelacî | ||
---|---|---|
Xelacî | ||
Welatên lê tê axaftin | Îran Azerbaycan | |
Herêm | Astara (Azerbaycan) û Azerbaycana Rojhilat (Îran) | |
Axiverên zimanê zikmakî | 42.100[1] | |
Malbata zimanî | Zimanên hind û ewropî | |
Awayên kevn | ||
Kodên zimanî | ||
ISO 639-3 | kjf |
Rewşa sosyolînguîstik
biguhêreXelacî îroyî li parêzgeha Azerbaycana Rojhilat li şehristana Şabestar û li parêzgeha Astara, gundê Şahağac, li başûrê rojavayê komara Azerbaycanê ji aliyê komeke biçûk ve tê axavtin. Ji axivên Xelecî qasî hezar kesan li Azerbaycanê yên din li Îranê dijîn. Xalecî li Azerbaycanê xwediyê tu statuyeke fermî ninin. Pirraniya wan xeynî zimanê xwe yê zikmakî talişî û azerî diaxivin. Heta nifşa nû tenê talişî û azerî diaxive. Jixwe di navbera xelacî û talişî bendekî kin heye. Li Îranê jî xelacî di nava civaka talişan de dijîn. Ji we yekê ye gelek çavkanî xelacî dipêwendînin.
Hevrastiyên bi zaravayên kurdî re
biguhêreEwil Ferdinand Justi diyar kir ku gelekî hevrastiyên xelacî bi dimilî re hene.[4] Ev hevrastiyan ne tenê xwerista ferhengokî (leksik) ne. Ji vî nêrînê de hevrastî û manendî bi hemî zaravayên kurdî re hene. Mînakî paşbendikkirina lekêran wek di dimilî de bi -an'yê tê qedandin. Herwiha pêşbendiken dema bê jî wekî di kurmancî de bi- ne. Daçekên di û de yên ku mirov ji kurmancî nas dike, di xelacî de jî têne bikaranîn. Çend mînak ji xelacî ligel beranberiyên bi kurdî.
Xelacî | Dimilî | Kurmancî |
---|---|---|
agir | adir | agir |
kenêk | kenêke | keç |
cîr | cêr | jêr |
îta | nika | îja |
deh | dewe | gund |
ber | ber | der |
kî (ode) | keye (mal) | ode |
Bide ber
biguhêreÇavkanî
biguhêre- ^ Ethnologue: Kalaji
- ^ Xelacî, Kurdica
- ^ Khalaj, Lingua Món[girêdan daimî miriye]
- ^ Ferdinand Justi: Kurdische Grammatik, Adamant Media Corporation 2000
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |