WikiLeaks

damezrana civakê yan sivîl

Wikileaks, damezraneke qazanc-nexwaz e ku ji bo weşandina belgeyên veşartî yên hikûmetan malperekê bikartîne.[1] Herçiqas malpera wê di sala 2006'an de dest pê kiribe jî piştî salekî ji 1.2 milyonî zêdetir belge di bingeha daneyê Wikileaksê de cih girtiye. Bi giştî, Wikileaks nav û navnîşana kesên ku belge şiyandine, aşkera nake. Navenda malperê li Swêdê ye. Navê wê herçiqas bidirûve wîkîpediyayê jî tu têkilî di navbera wan de tûne ye.[2] Ji ber ku navrûbarên Wikileaks û wîkîpediyayê wekî hev bûn, navê Wikileaks hate hilbijartin. Sedema din a destpêkirina navê Wikileaksê ya bi peyva wîkî jî, di destpêkê de li ser malperê guhirandin û bikeyskirin dihatin çêkirin, bû.[3] Belam ji wê demê vir de malper guheriyaye û ew ji bo bikeyskirinê êdî vekirî nîne.

Wikileaks Nîşan

Wikileaks.org di 4'ê kewçêra sala 2006'an de li ser înternetê cihê xwe girt.[4] Belgeya ewilî ya Wikileaksê di meha kanûna sala 2006'an de hate weşandin.[5] Julian Assange wek rêveber, damezrîner û gotinbêjê Wikileaksê hate nîşandan. Ji bilî Julian Assange, rêveberên Wikileaksê Sarah Harrison, Kristinn Hrafnsson û Joseph Farrell in.[6]

Wikileaks di tîrmeha sala 2010an de der barê şerê Efxanistanê de ji 76.900î pirtir belge weşandin. Di kewçêra heman salî de jî der barê şerê Îraqê de ji 400.000î pirtir belge ji aliyê Wikileaksê ve hate weşandin.[7] Ev, pişkinandina herî mezin a der barê Artêşa DYA'yê de bû. Ev diyarkirin bi giştî li ser mirinên şarwerî, leşkerî û şarwerên çekdar bû.

Weşandina belgeyan biguhêre

28'ê Mijdara sala 2010'an de Wikileaks û 5 rojnameya mezin ya bi navên El País (Spanya), Le Monde (Fransa), Der Spiegel (Almanya), The Guardian (Brîtanya) û The New York Times (DYA) 291'ê belgeyên ji 251.287 birûskeyên dîplomatîk yên ku ji 274 balyozxaneyê hatiye bidestxistin, weşandin.[8] Armanca Wikileaks ev bû ku biqedeme van belgeyan di nav çend mehan de biweşîne.[9]

Di piraniya belgeyan de, gelek agahiyên ku tesîrên wan li ser welatên din yên ji bilî DYAyê çêbûbûn, hebûn. Ev jî firehiya pişkinandinê gelek mezin kiribû û ev pişkinandin li ser medyaya navneteweyî de bi berfirehî cih girtibûn. Piştî vê bûyerê Sekreterê GiştîSeraya Spî Robert Gibbs, gote ku ''Dizîkirin û ragihandina belgeyên veşartî tawan e.''

Fîlmên ku li ser WikiLeaksê hatine çêkirin biguhêre

  • The Fifth Estate(2013)-[1]
  • We Steal Secrets: The Story of WikiLeaks (2013)-[2]
  • Julian Assange: A Modern Day Hero? Inside the World of Wikileaks (2011)-[3]
  • Underground: The Julian Assange Story (2012)-[4]

Girêdanên Derve biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ https://www.ifla.org/publications/what-is-the-effect-of-wikileaks-for-freedom-of-information
  2. ^ https://en.wikipedia.org/wiki/Wikipedia:Wikipedia_Signpost/2010-09-06/In_the_news
  3. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 12 îlon 2010 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 29 adar 2017{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  4. ^ http://whois.domaintools.com/wikileaks.org
  5. ^ http://www.newyorker.com/magazine/2010/06/07/no-secrets
  6. ^ http://www.thetimes.co.uk/article/he-came-for-a-week-and-stayed-a-year-8xxwcb323lj
  7. ^ http://www.abc.net.au/news/2010-10-17/wikileaks-to-release-400000-iraq-war-files/2300516
  8. ^ http://internacional.elpais.com/internacional/2011/09/02/actualidad/1314914403_850215.html
  9. ^ http://news.abs-cbn.com/nation/11/29/10/1796-memos-us-embassy-manila-wikileaks-cablegate