Wey lo nave kilameke dengbêj Resoyê Gopalan e. Reso ev kilam avêtiye ser Serhildana Seyîdan û Berazan.

Wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo!
Wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo!

Wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo!
Ez nemame ji mêra ra
De lêxin bavê bavê min, lêxin
Canfidayê mala Bişarê Seydo hûn lêxin
Qundaxê modolîya li erdê xin
Şefeqa sibê ra li qolordîya Qerekilîsê xin
Dûrbîna bavêjin, şemlana vêxin
Eskerê Kemal girane revê pêxin
Şûrê wan zabitan jê bistînin
Kopa şewitî da li çerxê xin
Esker gune ne
Çavê kozî û kulfetê wan li rê ne
Jêkin serê yuzbaşiyan û cendirma bigrin li cercelê xin
Bigrin li ber qolordîya Qerekilîsê bi defê dawetê
Bi muzîqê ji wan bistînin bi eynatê li boriyê xin

Wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo!
Ax wey lo, wey lo, wey lo, ez nemame li dinyayê

Nedayim Beg, Feyzî Paşa, Gazî Kemal nezan e
Digo, "Bajonê pêşiya çar kurdan e"
Heyran, were rûnê li ser têl û têlqirafan e
Ez ji te ra bixwûnim secera kurdan e
Em ne çar kurd in, du bira; Seyîdxan û Elîcan e
Dinyayê, zilmê wan zilmekî giran e
Hucûmê wan ser piştê hespan e
Gulê wan tê meriva ji xeyban e
Hewarîya wan tê, meriv dizane melaketê di asîman e
Şerrê wan ne fenanî şerrê Yezîd û Merwan e
Fenanî şerrê dewra berê qehreman û dêwan e
Were rûnê li serê têlan û têlqirafan e
Ji te ra bixwûnim sûretê têla
Ji êvar da bidim yek bi yek medhê mêran e.

Rizakî heye, qisasê serê mêran e
Tewfîq, kaçaxê siyasetê serê çîyan e
Ji qanûna me hemû dizane
Evdilhemîd şêrê bi gulî girtiye dewsa Elîcan e
Fesîhê Mihê fenanî pelekî ewrê li rûyê asîman e
Şêx Baran ji ocaxa mala Bupê ye, ji me dixwaze qamê topan e
Feyzulla birayê piçûk ji me ra dibîne dawa Dewleta Alî Osman e
Evdilbaqî fenanî tamatîka li ser milan e
Îro ji Bostankendê ji Seyîda dudu man e
Yek Tewfîq û yek Seyîdxan e
Seyîdxan jarîya maran e, teyyarê mêran e

Elî, Hillo du bira ne
Her yek xwedanê donzde bûkan e
Elîyê Feqî Silê ji dîya xwe da bûye nebûye karê wî nîşan e
Car heye li meydanê çok vedide ji te dikûje pêncî can e
Îro li meydanê engirîye, dibê, "min hê hilneda"
Heyfa kuştîyê çiyayê Mûşê, şêrê bi gulîka, bavê Silêman e.

Wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo!
Ax wey lo, wey lo, wey lo! Ez nemame ji mêra ra

Dîdarê ba dikir "Besê Têlo rebenê
Qazgolê diketim mîla şefeqê li min lêda
Şerrekî çêbûye li korta Milazgirê, Melemistefê da
Esker nema li wilayetê Romê da
Temam hilşîyan ser berxê mala Usivê Seydo,
Torinê mala Hecî Axa seat di dudu û nîvê şevê da
Dengê tekbîr û selawatê mala Bişarê Seydo tê ji Melemistefê di herbê da
Ji agirê devê tifingê van xweşmêra ji êvar da
Di Melemistefê da bilq vedide fena masiyê di behrê da
Qolordî digo, "Tewfîq û Feyzulla, Evdilhemîd werin teslîm bin
Ezê efuya we derxim ji dergê Stenbolê da."

Heyran şunda herre, min şerrê ewil diranê te kişand
Şêrrê bi gulî birîndar bû di Çîyayê Kosedaxê da
Şerrê ortê min diranê te kişand Textê Qereyaziyê di Çepê da
Şerrê paşî îşev min xweş kirîye li Milazgirê di Melemistefê da
Eskerê bavê Silhedîn kekê Meheme Reşîd
Sî û pênc salê nazik û nazenîn e, ser qaşa zîn e
Gava çok vedide ocaxa te ji dinyayê diqelîne
Şunda herre tu merivekî xayîn î, efuya te ji mi ra lazim nîne
Ez îro bala xwe didim alayîya bavê Silhedîn kekê Meheme Reşîd
Ji xeta şewitî tê, korrayî çavê mi da were, ez çi bikim reysê wan di nav da nîne
Min hînga zanîbû feleka me, ji me ra qere bêbext e, me di xapîne

Wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo!
Ax wey lo, wey lo, wey lo! ez nema me ji mêra ra.

— Resoyê Gopalan

Girêdayinên derve

biguhêre