Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/9ê kanûna paşîn
Bûyer
- 1788 – Connecticut bû dewleta pêncem a DYAyê.
- 1861 – Mississippi di encama şerê sivîl ê navxweyî de ji DYAyê veqetiya.
- 1917 – Şerê cîhanî yê yekem; Di navbera Brîtanya û Osmaniyan de li ser tixûbê Misir û Filîstînê şer qewimî.
- 1920 – Hêzên tirk li meydana İnönü li hemberî hêzên yewnanî ketin nav şer.
- 1937 – Yek ji pêşengên şoreşa Bolşevîkan Lev Trotskî piştî ku ji aliyê Josef Stalin ve hate mişextîkirin, çû Meksîkayê.
- 1941 – Şerê cîhanî yê duyem; Keştiya yewnan a noqav Triton (Y-5), keştiya noqav a Îtalyayê ya bi navê Neghelli îmha kir.
- 1945 – Şerê cîhanê yê duyem; Hêzên amerîkan girava Luzonê ya li Filîpînê dagir kirin.
- 2007 – Balafira ku karkerên ji Tirkiyeyê tê de bûn, di dema ji Edeneyê diçû Iraqê, li Bexdayê kete xwar. Di encamê de 34 kes mirin.
Jidayîkbûn
- 1908 – Simone de Beauvoir, nivîskara fransî
- 1958 – Mehmet Ali Ağca, kujerê tirk
- 1959 – Rigoberta Menchú Tum, çalakgera xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1324 – Marco Polo, kaşif û gerokê îtalî
- 1867 – Emily Greene Balch, nivîskar û aştîxwaza xwediyê Xelata Nobelê
- 1990 – Cemal Sureya, helbestvanê tirkî yê esilkurd