Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/27ê tîrmehê
Bûyer
- 1794 – Pêşenga Şoreşa Fransayê yê jakobîn Maximilien Robespierre ji îqtîdarê hate xistin û ji alî Meclîsa Millî yê Fransayê ve hate girtin. Robespierre, di 28ê tîrmehê de hate îdamkirin.
- 1890 – Vincent van Gogh fîşek berda ser xwe û piştî du rojan mir.
- 1921 – Lêkolînerên ji Zanîngeha Torontoyê bi serokatiya biyokîmîst Frederick Bantingê, dan zanîn ku hormona însulînê keşf kirine.
- 1921 – Komeleya xwendekarên kurd "Hêvî" li Stembolê hat avakirin.
- 1953 – Şerê Koreyê ku tê de zêdetirê du milyon kesan mirin bi dawî bû. Peymana agirbestê li Panmunconê hate îmzekirin. Syngman Rhee, serokê Koreya Başûr, red dikir ku were îmzekirin lê di heman demê de soz da ku wê riayeta agirbestê bike.
- 1958 – Abdulkerîm Qasim ku di 14ê mehê de dest danîbû ser rêveberiya Iraqê bi serokên başûrê Kurdistanê re hevdîtin pêk anî.
- 1964 – Şerê Viyetnamê: Amerîka ji pênc hezarê zêdetir şêwirmendên xwe yên leşkerî şand Viyetnama Başûr. Hejmara leşkerên Amerîkayê yên li Viyetnamê bi tevahî gihîşt 21,000 e.
- 1995 – Abîdeya Xaziyên Şerê Koreyê li Washington, D.C.yê hate çêkirin.
- 2000 – Serokê nû yê Sûrî Beşar Esed ragihand ku cezayê girtiyên siyasî, yên mayî hatiye efû kirin.
Jidayikbûn
- 1835 – Giosuè Carducci, helbestvanê îtalî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1878 – August Aichhorn, pedagog û psîkoanalîstek awistriyayî
- 1881 – Rauf Orbay, siyasetmedarê tirk
- 1969 – Triple H, gemşkar û lîstikvanê amerîkî
Mirin
- 1844 – John Dalton, fizîkzan û kîmyavanek îngilîz
- 1946 – Gertrude Stein, nivîskara amerîkan
- 1970 – Antonio Salazar, dîktatorê Portugalê
- 1980 – Mihemed Reza Pehlevî, şahê Îranê