Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/14ê kanûna paşîn
Bûyer
- 1539 – Kûba kete bin serweriya Spanyayê.
- 1907 – Li bajarê Kingstona Jamaîkayê erdhej qewimî. Di encamê de bêhtirî 1000 kesî jiyana xwe ji dest da.
- 1914 – Mihemed Şerîf Paşayê Babanî li Parîsê rastî êrîşekê tê.
- 1938 – Peymana Seedabadê ya di navbera Tirkiye, Iraq, Îran û Efxanistanê de hatibû îmzekirin, li meclîsa Tirkiyeyê hate pejirandin.
- 1943 – Şerê cîhanê yê duyem: Serokdewletê amerîkan Franklin Delano Roosevelt û serokwezîrê Brîtanyayê, Winston Churchill, li Marokoyê di derbarê şer de civîn pêk anîn. Roosevelt bi vê re bû yekemîn serokê amerîkan ê bi balafirê rêwîtî kiribû.
- 1998 – Şaxa Navenda Çanda Mezopotamyayê NÇM ya Amedê hate girtin.
- 2007 – Balafireke Venezuelayê ya di navbera Panama û Karakasê de çûnûhatin pêk dianî, kete xwar. Di encamê de 14 kes mirin.
Jidayîkbûn
- 1875 – Albert Schweitzer, fîlozofê xwediyê Xelata Nobelê
- 1921 – Murray Bookchin, nivîskarê sosyalîst ê amerîkan
- 1949 – İlyas Salman, lîstikvanê sînemaya tirkî
- 1965 – Şamil Basayev, yek ji rêberên çeçenan
Mirin
- 1753 – George Berkeley, fîlozofê îrlendî
- 1867 – Jean Auguste Dominique Ingres, helbestvanê fransî
- 1977 – Anais Nin, nivîskara fransî