İlyas Salman
İlyas Salman (jdb. 14ê kanûna paşîn, 1949) yek ji aktorên sînemayê yên navdar ên Tirkiyê ye.
İlyas Salman | |
---|---|
Jidayikbûn | 14 kanûna paşîn 1949, 1954 |
Hevwelatî | Tirkiye |
Perwerde | |
Pîşe |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Salman li Erxewan a Meletîyê jidayîkbûye. Di hemî jiyana xwe de Kurdbûna xwe aniye zimên. Van demên dawiyê di quncika xwe ya di kovara Türk Solu de diyar kir ku ew ne Kurd lê Tirkoman e. Zewicî ye û xwedî 2 zarokan e. Di şanoyê de dest bi jiyana aktoriyê kiriye. Niha jî him di şanoyan de, him jî di fîlman de rol digire. Herwekî Salman derhênerî jî kiriye.
Salman wekî hobî bi muzîkê re jî bilî dibe. Albûmên ku derxistiye elaqeyeke mezin wergirtiye. Salman helbestan jî dinivîsîne û dixwîne.
Salman bi durûtî gelek salan xwe wekî Kurd dida nîşandan. Derdiket TVan û digot: "Ji ber ku ez Kurd im, kar nadin min, bang li dûgelên Ewropa dikim ku mafên penaberiyê bidin min." Carekê bi fermî serîlêdana mafê penaberiyê li balyozxaneya Holendayê dabû.
Salman niha di kovareke qaşo çepgir û nîjadperest de dinivîsîne. Kovara bi navê Türk Solu (Çepa Tirk) li dijî hebûna gelê Kurd têdikoşe, behsa komkujiya Kurdan dike.
Herwiha koma ku Salman di nav de cih girtiye, dijminiya Kurdan dikin, çalakiyên wekî "Ji Kurdan dan-stendinê nekin, xaniyên xwe nedin Kurdan, Kurdan nehêlin bajarên xwe û hwd." lidar dixin.
Fîlm
biguhêre- Güneşte Karanlığa Düşer - Roj jî dikeve tariyê (2003)
- Sen Hiç Güneşte Üşüdün mü? - Tu li ber tavê cemîdiye? (2003)
- Tek Ayaklı Kuşlar - Çivîkên yekling (1995)
- Karımı Aldatamam - Jina xwe nanizmînim (1995)
- Rambo Ramiz - Rambo Ramîz (1995)
- Antika Kabadayı - Mêroyê sosret (1995)
- Naylon Karı - Naylonejin (1995)
- Yoksa Yaşlandım mı? - Aya temendirêj bûm? (1994)
- Talihsiz Bilo - Bîloyê bêşans (1994)
- Sarhoş - Serxweş (1994)
- Yaşanan Dünya - Cîhana jiyînê (1990)
- Zavallı - Hêsîr (1990)
- Afacan - Tolaz (1989)
- Kınalı Hanzo - Hanzoyê henekirî (1989)
- Keklik Ali - Kew Elî (1988)
- Fikrimin İnce Gülü - Sari Mercedes - Gula nazîk a ramana min (Mercedesa Zer) (1987)
- Aşk Peşinde - Li pey evînê (1987)
- Ben Milyarder Değilim - Ez ne milyarder im (1986)
- Sen Neymişsin Be Abi - Wey tu çi ji teve yî kekê (1986)
- Ava Giden Avlanır - Nêçîrxwaz bû nêçîr (1986)
- Karaman`ın Koyunu - Mihên Karamanê (1986)
- Ya Ya Ya Şa Şa Şa - Her her bijî (1985)
- Uyanıklar Dünyası - Cîhana çavxîzan (1985)
- Fakir Milyoner - Milyonerê xizan (1985)
- Para Babası - Bavê pere (1985)
- Deliye Hergün Bayram - Ji dînan re her roj cejn e (1985)
- Köfteci Holding - Holdînga Kiftekaran (1985)
- Ekmek Elden Su Gölden - Nan ji êlê av ji golê (1985)
- Sarı Öküz Parası - Diravê gayê çûr (1985)
- Kızlar Sınıfı - Pola keçikan (1984)
- Şekerpare - Şekirpare (1983)
- Aptal Kahraman - Lehengê kêmhiş (1983)
- Şaşkın Ördek - Werdega matmayî (1983)
- Dolap Beygiri - Bargiriya dolavan (1982)
- Çiçek Abbas - Çîcek Abbas (1982)
- Hababam Sınıfı Güle Güle - Pola Hababam oxir be (1981)
- Çirkinler de Sever - Nerindok jî dikarin hezbikin (1980)
- İbişo - Îbîşo (1980)
- Banker Bilo - Banker Bîlo (1980)
- Beş Parasız Adam - Zilamê cêvqul (1980)
- Yedi Kocalı Hürmüz - Hürmüza heftmêrî (1980) (Rêzefîlma TVê)
- Talihli Amele - Karkerê bişens (1980)
- Erkek Güzeli Sefil Bilo - Rindê mêran Sefîl Bîlo (1979)
- Hababam Sınıfı Dokuz Doğuruyor - Pola Hababam neh dizê (1978)
- Sultan - Siltan (1978)
- Kibar Feyzo - Kubar Feyzo (1978)
- Baskın - Dorpêçî (1977)
- Çöpçüler Kralı - Keyê verêjkaran (1977)
Albûm
biguhêre- Yaram Sızlar - Birîna min jandide
- Söze Güneş Doğdu - Roj li peyvê derket
- Türkülerimiz Var Söylenecek - Stranên me yên bên gotin hene
- Aramayın beni başka yerde - Min li cihekê din negerin
- Dağların Ardı Nazlıdır - Paş çiyayan nazenîn in
- Doğdukları Yerde Doymayanlar - Kesên li cihê bûyînê têrnabin
- İnadına Türküler - Stranên serhişk