Tirkomanên barak

Tirkomanên barak yan jî barakî, êleke oxûzan in. Girêdana wan bi êlên Bozok û Yildizxan ên Begdîliyan ve heye.

Dora behra Aralê wek welatê wan ê heqîqî tê bawerkirin û tê gotin ku di salên 1100'î de ew ji welatê xwe koçî Yozgatê, Anatolyayê kirine. Lê ji ber ku di nava wan û dewletê nakokî diqewimin, ew mecbûr dimînin koçî herêma Eyntab û Rihayê bikin.

Di destpêkê de bi giranî xwe li başûrê Eyntabê (Tilbasarê) bi cih kirine. Ev herêm xwe li rojhilata Tilbaşarê heya ava Ferêt, li rojavayê xwe heya çiyayên Nûr, li başûr û başûr-rojavayê xwe jî heya Heleb û deşta Amûqê xwe dirêj dike.

Di nava padîşahê Silêmanê duyem ê osmanî û barakiyên ku êdi li Eyntabê diman de dîsa nakokî derdikevin holê û ev yek carek din dibe sirgûnkirina beşeke mezin a êlê: tê gotin ku pirraniya barakiyên Eyntabê di salên 1690'î de berva Reqeyê (Sûriyê) ve têne sirgûnkirin.

Îro çend neviyên barakî li Dîlokê li bajarên Îslahiyê, Karkamiş, Nizib û Oxûzelî, li Rihayê jî li Bêrecûk (Hobab) û Xelfetiyê hene.

Yek ji beşa herî girîng a çanda barakiyan muzîka barak e (barak uzun hava) û evya îro wek tarza taybet a vê herêmê tê qebûlkirin.

ÇavkanîBiguhêre