Tatos

Navçeyeke Erziromê
(Ji Tekman hat beralîkirin)

Tatos (bi tirkî: Tekman), navçeyeke Erzîromê ye. Erdfirehiya wê 2.200 km² ye. Tekman, bi erdnigariyê vediqete sê beşan: Tekmana Jêr, Tekmana Jor û Şusar. Li bakûre wê Erzirom; li rojhilata bakurê wê Parsîn; li rojhilata wê Qereyazî; li başûrê wê Xinûs; li rojavaya wê jî Oxlê hene.

Navçeya Tatosê
Tekman
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Erzîrom (parêzgeh)
Serbajar Tatos
Qeymeqam Cahit Karatepe

Hejmara nahiyan 2 nahiye
Hejmara bajarokan 1 bajarok
Hejmara gundan 69 gund

Gelhe (2008) 31.190[1] kes
Rûerd 2.197 km2
Berbelavî 14,2 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 3.694 kes
Koordînat 39°38′43″Bk 41°30′27″Rh / 39.64528°Bk 41.50750°Rh / 39.64528; 41.50750
Bilindayî 1.920 m
Koda postayê 25560
Koda telefonê (+90) 442
Tatos li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Tatos
Tatos
Tatos (Tirkiye)
Tatos li ser nexşeya Erzîrom nîşan dide
Tatos
Tatos
Tatos (Erzîrom)

Erdnîgarî biguhêre

Ji behrê kêmzêde 1800 m bilindtir e, lewma ji seran serên navçê zozan û kanî ne.

Kilîma Tekman, kilîma bejayiyê û navçeya heri sar erda Kurdistanè ye. Di salê de heft mehên berf li erdê li çiya 8-9 û çiyayê Çewlîgê hertim ye. Navenda Tekmanê piştî komara tirkan bû navend, berê wî gundê biçûk, bi navê Tatos bû.

Dîrok biguhêre

Li erdnigariya Tekmane de şaristaniye kevn jiyane u niha binaxbûne. li Şusare di navbera Qeleyci, Qirikan, Klise û Bacarde xirabeyen kevn bin axê derten u meriv dizane ku şaristaniya Urartuyan li vede re hikûm kiriye. Paşe pe re Medan, Persan, Roman û Bizansan ji vedere kirine bin hikme xwe. Tekman di navberan Persan u Bizansande bûye cîheki tampon u gelek şer li vede re qewimine.

Tekman pişte vegirî Ereban, 1517 de ketiye bin hikme Osmaniyan u heya niha di bin dagirkeriya Tirkan de ye.

Nifûs biguhêre

Di 1946an de bûye navçe û bi tevahî 35.000 mirov lê dijîn. Ji Erziromê 151 km dûr e, nêzîkî 120 gund ê mezrayên wî hene.

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre