Seyda Perînçek

hunermendê Kurd

Seyda Perînçek (jdb. 1975, Derik, Mêrdîn, Bakurê Kurdistane), hunermendekî kurd e.

Seyda Perînçek
Jidayikbûn1978
Derik, Mêrdîn, Bakurê Kurdistanê
Cureyê muzîkêMuzîka kurdî
PîşeHunermend
AmûrTembûr
Etîketa qeydêKom Muzik
biguhêreBelge

Jiyan biguhêre

Seyda Perînçek di sala 1978an de li Dêrika Çiyayê Mazî ji dayik bûye û ji zarokatiya xwe pê ve bi hunerê re eleqedar e. Heta niha nêzî 800 helbest û kilamên wî hene.[çavkanî hewce ye]

Ew besteyên ku wî bi xwe afirandine bi saz û dengê xwe yê bêhempa pêşberî gel dike. Ji xeynî vê jî berdevkê navenda çanda Mêrdînê ye, li NÇMê mamostetiya muzîkê dike û perwerdehiya baxlemê dide.

Ev besteyên ku Seyda Perînçek bi xwe afirandine, tevî notayên wan, kiriye pirtûk. Niha pirtûka besteyên Seyda Perînçek di destê Enstîtuya Kurdî ya Amedê de ye[çavkanî hewce ye].

Piştî demekê Perînçek ji Kurdistanê derket û li Almanyayê bi cih bû. Niha li Swîsreyê dijî. Keça wî Lavîn Perînçek jî wek wî muzîkjen e.

Albûm biguhêre

  • Tu Wateyî (2010)
  • Berxo (2019)
  • Evîna Windayî
  • Kolan

Klîb biguhêre

  • Oy Xezalê
  • Çar Demsal (Bi Pinar Şahîn re dibêje) (2017)
  • Çev Zeytûna Min (2019) (Akustîk)
  • Ez yekim (2017)
  • Derdo (ft Havin - 2022)

Single biguhêre

  • BAZ Û KEVOK[1]
  • Qehwa Mira yê[1]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Seyda Perînçek & Binevş Cizîrî - BAZ Û KEVOK (bi îngilîzî), roja gihiştinê 21 hezîran 2021