Selma Irmak, (jdb. 8ê nîsana 1971ê li Qoser, Mêrdîn, Bakurê Kurdistanê) siyasetmedar, hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a berê û parlamentera kurd e ku ji sala 2016an vir ve ji aliyê dewleta tirk ve hatiye girtin.

Selma Irmak
Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk
Wezîfedarî
2014–2016
Parlamenteriya Şirnexê
Wezîfedarî
2014–2016
Herêma
hilbijartinê
Şirnex
Perlamenteriya Colemêrgê
Wezîfedarî
2016–2018
Herêma
hilbijartinê
Colemêrg
Jiyan
Jidayikbûn8ê nîsana 1971ê (53 salî)
Qoser, Mêrdîn, Bakurê Kurdistanê
NeteweKurd
PerwerdeZanîngeha Selçûkê
PîşeSiyasetmedar
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Dema ku xwendekarê Beşa Perwerdehiya Zarokxaneyê ya Fakulteya Zanistên Perwerdehiyê ya Zanîngeha Selçûkê li Qonyayê bu, ji ber ku li zanîngehê bi hinceta birêxistinkirina zanîngehê ji aliyê dewleta tirk ve hatiye girtin. Di salên 1990î de bi navê endamtiya PKKê nêzî 10 salan di girtîgehê de ma. Carek din di 18ê nîsana 2009an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinan" hate girtin.[1] Piştre di 4ê çileya 2014an de hate berdan.[2]

Di 11ê kanûna 2009an de bû cîgirê serokê berê yê Partiya Civaka Demokratîk ku bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn hat girtin û bû endamê meclîsa partiyê.[3] Di navbera salên 2014e û 2016an de hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk bireve bir.

Irmak di 4ê mijdara sala 2016an de ji aliyê dewleta tirk ve hatibû binçavkirin ji wî demê vir ve di girtîgehê de girtiye.[4]

Kariyera siyasî biguhêre

Selma Irmak di navbera salên 2014e û 2016an wekî hevseroka Partiya Civaka Demokratîk karkiriye. Di sala 2014e û 2015an de wekê perlamentera bajarê Şirnexê û di navbera salên 2015e û 2018an de wekî parlementera Colemêrgê parlamenterî kiriye. Di salên 2014e û 2015an de bi Hatip Dicle re wek hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk xebatên xwe yên siyasî berdewam kiriye.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ News, Hurriyet Daily. "Turkish police detain 46, including party officials, in raids on PKK". www.hurriyet.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 14 çiriya pêşîn 2022. {{cite web}}: |paşnav= sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)
  2. ^ "radikal.com.tr/turkiye/bdpli_3_vekil_icin_daha_tahliye_karari-1169253".
  3. ^ Country Reports on Human Rights Practices for 2008 Vol.1 (bi îngilîzî). Government Printing Office. ISBN 978-0-16-087515-1.
  4. ^ "HDP'li Selma Irmak'a flaş hapis cezası". www.sozcu.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 14 çiriya pêşîn 2022.