Selahattin Bulut

nivîskarê kurd
(Ji Selahedîn Bulut hat beralîkirin)

Selahattin Bulut, an jî bi nasnavê wî Seleh Bulut, nivîskarekî kurd û xwediyê dikana pirtûkfiroşiyê bi navê Medya Kitabevi li Stembolê (Tirkiye) ye.

Selahattin Bulut
Nivîskarê kurd Selahattin Bulut, 2007.
Jidayikbûn1ê kanûna paşîn a 1954an (70 salî)
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ew di sala 1954an de li Dêrikê hatiye dinê. Enstîtuya Perwerdeyiyê li Mêrdînê xelas kiriye û li Dêrikê û li Qersê du salan mamostetî kiriye. Ji ber xebatên xwe yên siyasî di sala 1981ê de hatiye girtin û di girtîgeha leşkerî ya Amedê de heşt salan girtî maye. Wî di sala 1997an de li Stembolê Medya Kitabevi saz kiriye.

Wî li ser jiyana Hafiz Akdemir û Edip Karahan sê pirtûk amade kirine. Di hin rojname û kovaran de, wekî kovara Nûdem, nivîs û çîrokên wî hatine weşandin. Di sala 2006an de çîrokên wî yên bi navê Bihuşta Lal derketin û di sala 2008an de jî pirtûka wî ya dawî ya bi navê Xadim li weşanên Avesta derket.

Berhem biguhêre

Çavkanî biguhêre

Bihuşta Lal, Avesta, Istanbul, 2006.

Girêdanên derve biguhêre

www.edipkarahan.com Girêdana arşîvê 2007-10-06 li ser Wayback Machine