Zayendperestî

pêşdarazî an cudakariya li ser cins û zayenda mirovan
(Ji Seksîzm hat beralîkirin)

Zayendperestî an seksîzm pêşdarazî an cudakariya li ser cins û zayenda mirovan e. Zayendperestî dikare bandorê li her kesî bike, lê ew di serî de jin û keçan bandor dike.[1]

Zayendperestî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Zilamekî/endamekî Talîbanê li Kabulê li jinên efxan dixe (26ê tebaxa 2001ê)

Zayendperestî bi stereotîp û rolên zayendî ve girêdayî ye. Kesên zayendperest di wê baweriyê de ne ku zayendek bi eslê xwe ji ya din bilindtir e. Zayendparêziya tund dikare bibe sedema mîsojînî, destdirêjiya cinsî, destavêtin, û celebên din ên şîdeta cinsî. Cudakariya zayendî dibe ku zayendperestiyê bigire nav xwe. Ev têgih wekî cudakirina mirovan li ser bingeha nasnameya zayendî an cudahiya zayendî tê pênasekirin.[2] Cudahiya zayendî îro bi taybetî di warê newekheviya perwerde û cihê kar de tê pênasekirin. Ew dikare ji urf û adetên civakî an çandî çêbibe.[3]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Sexism | Definition, Types, Examples, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 kanûna paşîn 2023.
  2. ^ Lenhart, Sharyn Ann (20 adar 2004). Clinical Aspects of Sexual Harassment and Gender Discrimination: Psychological Consequences and Treatment Interventions (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-135-94131-4.
  3. ^ Masters, Christina Macfarlane,Sean Coppack,James (12 îlon 2019). "FIFA must act after death of Iran's 'Blue Girl,' says activist". CNN (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 kanûna paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)

Girêdanên derve biguhêre