Sîpanê Xelatê
Sîpanê Xelatê yan jî Çiyayê Sîpanê, yek ji çiyayên stratovolkanên Bakurê Kurdistanê ye ku bi bilindahiya 4.058 mêtreyê piştî Çiyayê Agiriyê û Çiyayê Cîloyê sêyem ji çiyayê herî bilindê Kurdistanê ye. Çiyayê Sîpanê li perava bakurê Gola Wanê bilind bûye û di çîroka mîtolojîk a Siyabend û Xecê derbas dibe ku li gorî mîtolojiyê her du evîndar li vî çiyayê mirin e. Ji ber çîroka Siyabend û Xecê Çiyayê Sîpanê di wêjeya kurdî de cihekî girîng digre.
Sîpanê Xelatê | |
---|---|
Bilindayî | 4.058 m |
Cih | Elcewaz-Xelat-Milazgir-Panos, Bakurê Kurdistanê |
Koordînat | 38°55′00″Bk 42°49′00″Rh / 38.91667°Bk 42.81667°Rh |
Nexşeya cihan Bakurê Kurdistanê#Bidlîs
| |
Cure | Stratovolkan |
Çalakbûna dawî | Holosen |
Cîh biguhêre
Çiyayê Sîpanê li bakurê Gola Wanê ye û di navbera navçeyên Panos û Elcewazê de bilind dibe. Jibo rapelîna Çiyayê Sîpanê destûr ji aliyê rayedarên navçeya Elcewaz ve tê dayîn.
Taybetmendî biguhêre
Li Çiyayê Sîpanê herî dawî di sala 8050yê p.z. de çalakiya volkanîkî pêk hatiye.[1] Piştî Çiyayê Agirî yê duyemîn çiyayê herî bilind a li Bakurê Kurdistanê ye û stratovolkana herî demdirêja razayî ya li Bakurê Kurdistanê ye.
Çavkanî biguhêre
- ^ "Global Volcanism Program | Süphan Dagi". Smithsonian Institution | Global Volcanism Program (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 10 kanûna pêşîn 2022.