Sêgoşeya pembe (bi almanî Rosa Winkel)[1] yek ji nîşaneyên navdar û herî populer a çanda LGBTyan e û di serdema Şerê cîhanî yê duyem de Naziyan vê sembolê dabûn geyên li girtîgehê ku ji ber hevzayendbûnê hatiye girtin. [2][3] Di navbera 1933 û 1945an de 100.000 mêr ji ber şibha hevzayendîtiyê hatiye girtin û ji wan 50.000 bi rêya fermî hikm xwarine. [4] Aliyên din mecbûr dabûn ku lezbiyenan jî sêgoşeya reş bi kincên xwe kin.

Sêgoşeya pembe

Îro di meşa rûmeta geyan de sembolên ku yên herî populer sêgoşeya pembe û alaya keskesorê ne.[5]

 
Cûreyên sêgoşeyan ku li kampên civînê ji bo mahkûman bixwekrin macbûr bû.

Dîroka sêgoşeya pembe berî serdema Şerê cîhanî yê duyem, bi desthilatdarbûna Adolf Hitler destpê dike. Di 1935an de benda 175. a têkiliyên hevzayendîtî qedexe dikir, hat bikeyskirin û wekî qedexekirina maçîkirin, himbêzkirin, tevger û fanteziyên hevzayendîtî bihewîne, hat berfirehkirin. (Ev ben li Almanyaya Rojava heta di 1969an de di meriyetê de ma.)

Kesên ku ji ber vê bendê hat tawanbar kirin di navbera 1937 û 1939an de nêzîki 25 hezar kes, berê hat têxistin girtîgehê piştî hat şandin kampên civînê. Cezayên wan hişkkirin bû û metoda sepanê jî xedimkirin bû. Di sala 1942an de Hitler vê cezayê guherand îdamê.

Mahkûmên li kampên civînê mecbûrbûn ku sêgoşeyek sedema girtina wan aşkere dikir, bi kincên xwe kin. Ev nîşaneyan hiyerarşiya li nav mahkûman jî pêk dianî. Kesên ku sêgoşeya kesk bi xwe dikin mahkûmên sucdara adî; sêgoşeya sor bi xwe dikin mahkûmên siyasî bûn. Du sêgoşeya ku li ser hev du dişibiya stêrka Dawid, sembola Cihuyan bû. Sêgoşeya pembe yên hevzayendan bû. Du sêgoşeya pembe ku li ser hev du buya û dişibiya stêrka Dawid ên hevzayendên Cihû bûn ku di hiyerarşiyê de yê herî ketî ew bûn.[6]

Ji mahkûmên hevzayendan re di kampên civînê de karên herî giran dihat dan; ji xêndî karê ew rû bi rû êrîşên tundî û zayendiyê dihatin ku ji gardiyan, nobedar û mahkûmên din ve dihat kirin. Her çiqas hejmara giştî yên mahkûmên hevzayendan bi xweşî nayê zanîn jî li gorî qeydên fermî yên Naziyan a di navbera 1940-1944an de qal 10 hezar mahkûmên hevzayendan dikin ku li gorî zanyaran ev hejmar ji rastiyê gelek dûr û kêm e.[7]

Tê îdîakirin ku mahkûmên hevzayendan bi gişî nehat şandin Auschwitzê, lê tê zanîn ku li vê kampê xêndî Cihûyan hevzayendan jî hat qatilkirin. Tê texmînkirin ku di serdema naziyan de li dora 50 hezar gey û li dora 10-25 hezar lezbiyen hat kuştin.[8] Di 2002an de hikumeta Almanya ji ber kuştinên sistematik a hevzayendan, ji civata geyan lêborîn xwest. [9] Di sala 2005an de Parlemena Ewropa Holokostek zilmên li ser hevzayendan jî dihewîne, pejirand.[10]

Sembolbûn

biguhêre

Komên azadîxwazên LGBT di salên 1970an de sêgoşeya pembe di nav tevgera mafên LGBTyan de anîn rojevê.[11] Ji bo balkişandina li ser tundî û cezakirinên bêheqî hat bikaranîn. Di 1980an de AVT UP (AIDS Coalition to Unleash Power – Bo aşkere kirina qewetê Koalîsyona AIDSê) di nav bultenên xwe de destpê bikaranîna sêgoşeya pembe kir. [12]

Îro sêgoşeya pembe ji bo gelek kesan nîşaneya bîr û piştevaniya hevzayendan e. Xêndî van wateyan nîşaneya destûr nedan bo komkûjiyeke din e jî.

Bide ber

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "English-German Dictionary". dict.cc. Roja gihiştinê 16 çiriya paşîn 2013.
  2. ^ Plant, The Pink Triangle.
  3. ^ https://books.google.co.id/books?id=ZKSbQbEzif8C&hl=tr
  4. ^ United States Holocaust Memorial Museum, ji orîjînalê di 19 kanûna paşîn 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 28 tebax 2015
  5. ^ "San Francisco Neighborhoods: The Castro" KQED documentary.
  6. ^ https://en.wikipedia.org/wiki/Nazi_concentration_camp_badge#Table_of_camp_inmate_markings
  7. ^ http://www.glapn.org/sodomylaws/world/germany/genews011.htm
  8. ^ https://www.pinknews.co.uk/2011/05/31/new-memorial-to-gay-holocaust-victims-to-be-built-in-munich/
  9. ^ http://www.glapn.org/sodomylaws/world/germany/genews011.htm Germany Offers Nazi-Era Pardons, Melissa Eddy.
  10. ^ http://www.dw.com/en/european-parliamentarians-stand-up-against-homophobia/a-1874852
  11. ^ Gianoulis, Tina (2004). Claude J. Summers, ed. "Pink Triangle". glbtq: An Encyclopedia of Gay, Lesbian, Bisexual, Transgender, and Queer Culture. Retrieved 2014-09-26. "In the early 1970s, gay rights organizations in Germany and the United States launched campaigns to reclaim the pink triangle. In 1973 the German gay liberation group Homosexuelle Aktion Westberlin (HAW) called upon gay men to wear the pink triangle as a memorial."
  12. ^ Feldman, Douglas A. and Judith Wang Miller (1998). The AIDS Crisis: A Documentary History. Greenwood Publishing Group. ISBN 0-313-28715-5. p. 176