Zilmên li ser hevzayendan li Almanyaya nazî

Di salên 1920an de li Almanyayê, gelemperî li Berlînê, rêjeya xweşdîtin a hevzayendan gelek bilind bû û di civakê de gelek azad bûn. Lê bele piştî serketina Partiya NazîAdolf Hitlerê mêrên gey û jê kêmtir jinên lezbiyen ketin nava qurbanên Holokostê.

Rewşa girtin biguhêre

Di navbera 1933 û 1945an de 100.000 mêr ji ber şibha hevzayendîtîyê hatiye girtin û ji wan 50.000 bi rêya fermî hikm xwarine. [1] Sedan kesên Ewropî yên li cihên ku ji aliyê Nazî ve hatiye dagirkirin, bi hikmên dadgehan ve hatiye sêrkirin.[2] Piraniya van mêran ketiye girtîgehan. Hejmarek di navbera 5.000 û 15.000 kes li kampên civînê hikm xwarine. [1] Her çiqas van kesan çawa miriye nayê zanîn jî li gorî Ruediger Lautman ji % 60ê wan li kampan mirine.[3]

Piştî Şerê biguhêre

Piştî Şerê cîhanî yê duyem gelek dewlet tedawîkirina hevzayendan a li kampên civînan nasnekirine; paşpêkî bi saya delîlên ji Naziyan mane, car din despê girtina hevzayendan kirine.[4] Di 2002an de hikumeta Almanya ji ber kuştinên sistematik a hevzayendan, ji civata geyan lêborîn xwest. [5] Di sala 2005an de Parlemena Ewropa Holokostek zilmên li ser hevzayendan jî dihewîne, pejirand.[6]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b United States Holocaust Memorial Museum, ji orîjînalê di 19 kanûna paşîn 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 19 tebax 2015 Xeletiya çavkanî: Invalid <ref> tag; name "USHM" defined multiple times with different content
  2. ^ Giles, Geoffrey J. "'The Most Unkindest Cut of All': Castration, Homosexuality and Nazi Justice," Journal of Contemporary History, vol. 27 (1992): pp. 41–61.
  3. ^ https://en.wikipedia.org/wiki/Persecution_of_homosexuals_in_Nazi_Germany_and_the_Holocaust#cite_note-USHMM:_Aftermath-14
  4. ^ http://www.ushmm.org/exhibition/persecution-of-homosexuals/chapter12.php
  5. ^ http://www.glapn.org/sodomylaws/world/germany/genews011.htm Germany Offers Nazi-Era Pardons, Melissa Eddy.
  6. ^ http://www.dw.com/en/european-parliamentarians-stand-up-against-homophobia/a-1874852