Roj TV
Televîzyona kurdî Roj TV di sala 2004an de hat saz kirin. Bi kurdî, tirkî, erebî û farisî weşanê kir. Bi riya satelitê Roj TV li tevayê Kurdistanê, li Rojhilata Navîn, li Ewropayê û li Afrîkaya Bakur dikarbû were temaşe kirin.
Roj TV | |
---|---|
Destpêk | 1ê adara 2004an |
Dawî | 3ê tîrmeha 2013an |
Welat | Danîmarka (Kopenhag) |
Ziman | kurdî, tirkî, erebî, farsî, ingilîzî, suryanî |
Qada weşanê | Worldwide |
Navê kevn | MED TV (1995-1999) MEDYA TV (1999-2004) |
Malper | Roj TV |
Berdestî | |
Peyik | |
Intelsat 1 W | 11092 H SR 15551 |
Eurobird 9A | 11843 V 27500 3/4 |
Nillsat | 11355 V 27500 3/4 |
biguhêre |
Bingeha ROJ TV li bajarê Kopenhag a Danîmarkayê hatiye danîn. Kompaniyeka mediya ye û li ser bingeha pêdiviyên netewa kurd, li Kurdistan û Mezopotamyayê hatiye damezirandin. Ev televîzyon li ser bingeha objêktîvbûn û serxwebûnê kar û xebata xwe pêş de dibe. Bernameyên ROJ TV li gor pîvanên weşana Danîmark û pîvanên Ewropayê tên çêkirin.
ROJ TV di 21ê sibatê de dest bi weşana testê û di 1ê adara 2004an de bi resepsiyoneke vekirinê bi fermî dest bi weşanên asayî kir. Ji gulana 2004an û şûnda Roj TV di înternetê de zindî tê temaşe kirin (Weşana zindî - kEditor).
Prodîksiyona ROJ TV li bajarê Belçîka Denderleuw e.
ROJ TV rojane rêze bernameyan pêşkêş dike. Ji nûçeyan bigir ta bernameyên dokumanter, fîlm, şahî, çandî û yên zarokan. Ev bername bi sê zaravayên sereke yên Kurdî; Kurmancî, Soranî û Dimilkî û bi zimanên Suryanî, 'Erebî û Tirkî tên pêşkêşkirin. Mebesta sereke ya naveroka hemû bernameyan baldayîna ser pêşketina civakî ye.
Profîla Temaşevanên Kurd ên ROJ TV, 40 mîlyon e ku tenê Kurdin. Ev kanal bi rêya satelaytê digehêje Kurdên li 77 welatan.
ROJ TV, di heman demê de ji reklam û peyamên bazirganî re vekiriye. Her wiha di warê tenduristî, tevgera mirovanî, dîrok, şêwaza jiyanê, zanist û teknolojî, xoza, perwerde û wekî din de derfeta rêklam kirinê maqûl dibîne. Wekî din di warê sponsor kirinê jî de derfet û mecal hene.
ROJ TV, di 22ê kanûna paşîn de, weşanên wê ji ser seteleyte Eutelsat´ê û Eurobird´ê hat birrîn. Balyozê giştî yên DYA'yê li Enqereyê Francis Ricciardone, Got ku "Me ji dostên xwe yên ewropî rica kir ku weşanên Roj tv were girtin." Lê ROJ TV, dîsa weşanên xwe da domandin. ROJ TV, televizyona kurd, ya netewî ya. Lê li gorî hemû komên civakê û cudahiyên civakê ên ku li Kurdistanê hene weşanê dike. ROj TV, qedaxaya li ser zimanê kurdî şikand. Ji ber vê yekê jî, hertimî herîşên dewletê lê bûn. Roj tv, piştî wê birrîna weşanên wê ji ser Eutelsat û Eurobird, piştre bi hefteyekê li ser peyka Intelsatê bidest weşanên kir. Lê çend ku weşanên wê ji ser pyekê hatin birrîn jî, bênavber roj tv weşanên xwe li ser Internettê domand, heta ku carek din çû ser peykê û weşanên xwe domand.
Li Kurdistanê, televizyona ku herî zêde tê temaşa kirin a. Ji ber ku dîrok, çand, komelgeriya kurdistanê diihê berçav, ji bo kurdan bû televizyona yekem, Lê bi heman sedemê ji ber ku çand û dîroka kurdistanê weşana wê kir, bi hedefa hêrîşên dewletê ku lê dibin jî. Ji ber ku pêşî li pêşketina kurdan û çanda were girtin, herîş lê bûn.
Bername
biguhêreBernameyên Siyasî
biguhêre- Rojaktuel
- Avrupa´dan
- 7. Gün
- Ruwange
- Pêvajo
- Rave
- Rasterast
- Ramangeh
- Nûpel
- Rojanaliz
- Rojev
- Gündem
- Sêla Sor
- Roşt
Bernameyên Civakî
biguhêre- Ciwan
- Söz Sizin
- Rengê Jiyanê
- Turikê Dewrêş
- Hane Rengîne
- Rojbaş Kurdistan
- Perporek
- Çira Jiyane
- Portre
- Ada
- Tenduristî
- Peyman
Bernameyên Çandî û Hunerî
biguhêreBernameyên Zarokan
biguhêre- Xalxalok
Girêdanên derve
biguhêre- Malpera Roj TV
- Roj TV Zindi Girêdana arşîvê 2010-03-11 li ser Wayback Machine