Qeyûm[1][2][3][4] ew kes e ku ji bo cîbicîkirina karekî an jî îdarekirina milkê kesekî din hatiye tayînkirin. Ew ji koka erebî kama (rawestan) û ji peyva qiyam (li şûn ketin) hatiye girtin.

Qeyûm
  • Berpirsiyarî
  • legal kinship Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Piştî biryara qeyûmê derdora avahiya şaredariyê ji aliyê polîsan ve tê dorpêçkirin, wek li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya di sala 2019ê de.
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Li Tirkiyê zagona qeyûmê ji sala 2016ê û vir ve bi taybetî li dijî şaredarên kurd ên ku bi awayekî rewa hatine hilbijartin tê bikaranîn, ji bo ku wan bi sedemên curbicur ji karê şaredariyê dûr bixin. Rexnegir vê kiryarê wek darbeya siyasî li dijî îradeya kurdan dinirxînin.

Bikaranîna qeyûman li dijî şaredarên kurd

biguhêre

Piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê ya li Tirkiyeyê, rêziknameya qeyûman di Hikmê Qanûnê de bi Biryarnameya jimara 674ê hat îlankirin. Bi vî rengî ji sala 2016an û vir ve (heta mijdarê 2024ê) 160 caran qeyûm li şaredariyan hatine tayînkirin, ku piraniya wan şaredariyên kurd in. Di raporên ku li ser mijarê hatine amadekirin de tê gotin ku 'tayinkirina qeyûman îradeya gel a di asta herêmî de ji holê radike û dibe sedem ku rêveberiyên herêmî bikevin bin kontrola hikûmetê'. Ji aliyê din ve, lêkolînên raya giştî yên ku li herêmên qeyûman hatine kirin, nîşan didin ku ji her çar kesan sê kes tayînkirina qeyûman rast nabînin.[5]

Di encama tayînkirinên qeyûman ên di salên 2016 û 2019an de li şaredariyan 8 hezar û 334 personelên daîmî û xizmetguzarî û 923 memûr ji kar hatine avêtin û bi tevahî jî 9 hezar û 237 kes ji kar hatine avêtin.

Qeyûmên sala 2016ê

biguhêre
 
Li Stembolê gel li dijî biryara qeyûman çalakiyên protestoyî pêk tînin, sal 2019

Li gorî rapora ku ji aliyê Parêzerên Azadiyê ve hatiye amadekirin, di encama serlêdanên qeyûmê, ji 102 hevşaredarên ku di sala 2016an de ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatibûn hilbijartin, 96ê wan ji wezîfeyê hatin dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatin danîn. 67 şaredarên ku wek qeyûm hatibûn tayînkirin jî hatin girtin.

Qeyûmên sala 2019ê

biguhêre

Piştî hilbijartinên 2019ê jî pratîka qeyûman berdewam kir. Di pêvajoya tayînkirina qeyûman a 19ê Tebaxa 2019an de ji 65 şaredariyên HDPê li 6 hevserokên şaredariyan û 56 endamên meclîsa şaredariyan belgeyên hilbijartinê nehatin dayîn. Ji 65 şaredariyên ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dest xistibûn, ji bo 59 şaredariyan dîsa qeyûm hatin tayînkirin. Herwiha di vê heyamê de gelek endamên meclîsa şaredariyê hatin girtin.

Qeyûmên sala 2024ê

biguhêre

Piştî Serokê Şaredarîya Esenyurtê Ahmet Ozer yê CHPê, wezareta Karên Hundir di 4ê mijdarê 2024ê de diyar kir ku şaredarê Bajarê Mezin yê Mêrdînê Ahmet Turk yê partiya DEMê, şaredara Êlihê Gulistan Sonuk (DEM) û şaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan (DEM) ji kar hatin dûrxistin. Li şûna wan, walî an qeymeqamên van bajaran wekê qeyûm tayînî şaredariyê hatin kirin.[6][7]

Erkdarkirina qeyûman di vê demê de tê ku di rojeva welêt de hêvîya proseseke nû ya aştiyê hebû. Rojeva meha cotmeha 2024ê de bi gotinên serokê Partiya Tevgera Neteweparêz (MHP) Devlet Bahçeli gur bûbû. Bahçeli bang li serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kiribû ku li komcivina DEM Partiyê dawî li rêxistinê bîne û rêkên danûstandinê û aştiyê pêşve bibe.[8]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "Bikaranînan qayûman". web.archive.org. 31 kanûna pêşîn 2015. Roja gihiştinê 4 çiriya paşîn 2024.
  2. ^ "Açıklamalı hukuk ve sosyal bilimler sözlüğü - Şakir Altay - Google Books". web.archive.org. 5 kanûna paşîn 2016. Roja gihiştinê 4 çiriya paşîn 2024.
  3. ^ "Şirket Yönetimi İçin Kayyım Tayini - Prof. Dr. Ersan Şen". web.archive.org. 27 kanûna paşîn 2016. Roja gihiştinê 4 çiriya paşîn 2024.
  4. ^ "Vasilik ve kayyımlık hukuku: Türk ve Isviçre hukukunda vasilik, kayyımlık ve ... - M. Nezih Elpe - Google Books". web.archive.org. 5 kanûna paşîn 2016. Roja gihiştinê 4 çiriya paşîn 2024.
  5. ^ "Türkiye'de belediyeler üstündeki 'kayyum' sopası: 2016'dan bu yana 160 kez kayyum atandı!". www.cumhuriyet.com.tr (bi tirkî). 11 nîsan 2024. Roja gihiştinê 4 çiriya paşîn 2024.
  6. ^ "Qeyûm tayînî şaredariyên Êlih û Xelfetiyê jî hat kirin!". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 4 çiriya paşîn 2024.
  7. ^ "Danîna Qayuman li Mêrdîn, Êlih û Xelfetî Tê Çi Wateyê?". Voice of America. 4 çiriya paşîn 2024. Roja gihiştinê 4 çiriya paşîn 2024.
  8. ^ "Turkey's far-right leader suggests parole for PKK's Öcalan". euronews (bi îngilîzî). 22 çiriya pêşîn 2024. Roja gihiştinê 4 çiriya paşîn 2024.