Qerejdaxî (devok)

(Ji Qerejdaxî hat beralîkirin)

Devoka Qerejdaxê ango qerejdaxî devokek kurmanciya botî ye. Ev devok a ku li herêma qerejdaxê dest pê dike heta Wêranşarê û Qamişlokê tê axavtin xwedî kevneşopiyek bidevkî ya xurt e. Bi deng, gotin, peyv, mersele, çîrok û gelek aliyên din de dişibe zaravaya Dimilî. Li herêma Qerejdaxê, kurmancî û zazakî (dimilî) pirr nêzî hev in. Mirov dikare bibêje ku Kurmancî û Zazakî li herêma Qerejdaxê dibin zimanek û hergî herêm dûr dikeve, herdû zarava jî ji hev dûr dikevin.

Devoka qerejdaxê, qerejdaxî
Kurmancî
Welatên lê tê axaftin  Kurdistan
 Tirkiye
 Sûrî
Herêm Qerejdax
Axiverên zimanê zikmakî
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Şiklê kevn
Kodên zimanî
ISO 639-3

Minakî biguhêre

Hinek minakan meriv dikare li vir bibêje ji bo nêzikbûna wan:

mi (min)
ra (re)
(jî)
xu (xwe)
da (de)

yên di parantêzê de peyvên Kurmancî ya standart in. Ên din bi vî awayî tên gotin li Qerejdaxê û bi Zazakî.

Kurmanciya Qerejdaxê ji tesîra Farisî ji gelekî dûr e û ji ber ku li dora çiyayê Qerejdaxê ye, ji telekomînîkayon û medyayê jî dûr e û di bin tesîra ti zimanî de nemaye. Wek minak: Lêkera `Bûyin-Bûn` li gor Subjektê diguhere di Farisî û Kurdî de wek hev in.

Ez mêvan im.
Tu mêvan î.
Ew mêvan e.

Di kurdî û farisî de wusa ye. ji bo Tu î, ji bo ew/wê jî e ye. Di farisî de jî wusa ye. Lêbelê di Kurmanciya Qerejdaxê de ne wusa ye.

Tu mêvan i
Ew mêvan i.

ji bo herduyan `i` ye.

Yek taybetmendiya Kurmanciya Qerejdaxê jî ev e: Gava sûfiks tê dawiya peyvan, heger tîpa dawîn ya wuşeyê bi deng be, ew deng diçe, sûfîks îlawe dibe.

Mînak: Standart: 1-bira-yê min 2-tene-yê me 3-mange-ya sor

Qerejdax: 1-bir-ê mi 2-ten-ê me 3-mang-a sor

Girêdanên derve biguhêre