Pezmijoka çol û deştan
Pezmijoka çolê | |
---|---|
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Sauropsida |
Kom: | Squamata |
Binekom: | Lacertilia |
Famîle: | Varanidae |
Cins: | Varanus |
Binecins: | Psammosaurus |
Cure: | V. griseus |
Navê zanistî yê latînî | |
Varanus griseus (Daudin, 1803) |
Pezmijoka çolê (bi latînî:Varanus griseus), cureyekî pezmijokan (Varanus)e.
Binecure
biguhêreSê binecureyên pezmijoka çolê hatine nasîn.
- Varanus griseus griseus (pezmijoka boz a çolê)
- Varanus griseus caspius (pezmijoka çola Kaspiyanî)
- Varanus griseus koniecznyi (pezmijoka çola Hindî).[1]
Şayes
biguhêreDirêjiya pezmijoka çolê digihîje 1,5 metreyan e. Ev xijende yê taybet ji aliyê gel ve wekî cinawir dihatin binavkirin.
Belavbûn
biguhêreDestpêka belavbûna pezmijoka çolê ji Urdun, Tirkiye bi taybetî deştên Kurdistanê (ji Riha) [Eiselt (1970), Böhme (1973)],Mexrib, Cezayir, Tûnis, Lîbya, Misir, Filistîn, Îsraêl, Sûrî, Libnan, Iraq, Erebistana Siyûdî, Oman, Tirkmenistan, Qazaxistan, Ûzbêkistan, Tacîkistan, Qirgizistan, Çola Rojava, Morîtanya, Malî, Nîjer, Çad, Sûdan, Efxanistan, Îran, Pakistan ta Hindê diqedê.
Pirbûna
biguhêrePezmijoka çolê hêlîna xwe di bin erdê de cêdike û di zivistanan de bi nivî pasîf e.
Xwarin
biguhêreVaranus griseus, pezmijokek e goştxwer e ku polek e berfireh ji movikdar û nemovikdaran weke mişk, mar, qirtîş , guhandarên biçûk, balinde, masî, kêzan û beqan dixwe.[2] Di rojên germ ên Rihayê de, ji cihê xwe derdikeve derve û bi hêkên cûkan û bi gumgumokên din ên biçûk xwe xwedî dike. Dîtina van ajalan gelek bi zehmet e. Dema ku ew xwe di tehlûkê de hîs dikin, karin hiskî birevin. Li gorî lêkolinên herî dawî ev ajal li derdorên sînora Riha û Suriyê dijî.
Rewşa parastinê
biguhêrePezmijoka çolê an varana deştan, ku ji cinsê xwe herî kêm e û rewşa wê parastinê ne baş e. Ji ber mezinahiya wan mixabin ev ajalan heta neha ji aliyê gundiyan ve pir caran dihatin kuştin. Lê piştî perwerdeyeke bingehî,ev pezmijok ji aliyê heman gundiyan ve tê parastin.
Çavkanî
biguhêre- ^ Mertens, R, "Über die Rassen des Wüstenwarans (Varanus griseus)", Senckenb. Biol. 1954, 35, 353-357
- ^ Bennett, D. ‘’Desert Monitor, Grey Monitor’’ Girêdana arşîvê 2016-03-03 li ser Wayback Machine, A Little Book of Monitor Lizards, Viper Press, 1995
Girêdanên derve
biguhêre
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |