Pevçûna Rojhilata Navîn
Pevçûna Rojhilata Navîn qala nakokiya li ser herêma Filistînê dike ku di destpêka sedsala 20an de di navbera cihû û ereban de derketiye. Ew gelek caran bû sedema şerên di navbera dewleta Îsraêlê û hin dewletên cîran ên ereb de û her weha gelek pevçûnên çekdarî di navbera Îsraêl û rêxistinên filistînî (wek Hemas) de jî pêk hatine. Pevçûnên navneteweyî û navxweyî yên li herêmê heta îro berdewam dikin.[1]
Pevçûna Rojhilata Navîn | |
---|---|
Dema destpêkirinê | |
Pêk tê ji |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Dîrok
biguhêreNakokiya ereb-îsraêlî tê bawer kirin ku bi piştgirîya welatên endam yên Komkara erebî ji filistîniyan re (ku endamek hevalbendê komkarê ye) destpê kir. Beşek ji pevçûna Îsraîl-Fîlîstînê ji îddîayên nakok ên axê derket holê. Gava ku Filistîna Mecbûrî ji aliyê brîtaniyan ve hat ava kirin, ev der ji aliyê gelê cihû ve weke welatê bav û kalan dihat dîtin. Di heman demê de ji aliyê tevgera pan-ereb ve wek axa dîrokî ya erebên filistînî dihat hesibandin.[2] Lewma di çarçoveya pan-îslamî de, herêm wek axa misilmanan jî hat famkirin. Pevçûna mezhebî ya li ser vê xakê di navbera cihû û erebên filistînî de di sala 1947an de ber bi şerekî navxweyî yê Filistînê ve mezin bû.
Piştî daxuyaniya Serxwebûnê ya Îsraîlê, welatên Ereb ên cîran alîgiriya Erebên Filistînî kirin û di gulana 1948an de êrîşî axa berê ya Mandatiyê kirin, û bi vî rengî Şerê Erebî-Îsraîlî yê Yekem hat destpê kirin. Piraniya dijminatiyên mezin bi peymanên agirbestê yên piştî Şerê Yom Kippur a 1973 bi dawî bûn. Di sala 1979an de di navbera Îsraîl û Misirê de peymanên aştiyê hatin îmzekirin. Di encamê de Îsraîl ji Nîvgirava Sînayê vekişiya û sîstema rêveberiya leşkerî ya li Şerîeya Rojava û Şerîda Gazzeyê hat rakirin. Di berjewendiyê de, Rêvebiriya Sivîl a Îsraîlê li ser van herêman hat ragihandin û bidestxistina daîmî ya yekalî li ser Girên Golanê û Qudsa Rojhilat pêk hat.
Çavkanî
biguhêre- ^ Johannsen, Margret (3 gulan 2011). Der Nahost-Konflikt (bi almanî). VS Verlag für Sozialwissenschaften. ISBN 978-3-531-93303-0.
- ^ "The Palestinian National Charter". web.archive.org. 20 nîsan 2013. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 20 nîsan 2013. Roja gihiştinê 4 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)