Pervîn Çakar an jî Pervin Chakar (jdb. 19ê hezîrana 1981ê li Dêrika Çiyayê Mazî, Mêrdîn, Bakurê Kurdistanê) sopranoyeke kurd e ku piştî Tirkiyeyê li Îtalyayê perwerdeya operayê wergirtiye. Pervîn Çakar niha li Almanyayê dijî û li gelek malên operayê yên girîng de xebatên xwe didomîne ku di pêşbirkên navneteweyî de xwediyê gelek xelatan e.[1]

Pervin Chakar
Pervin Çakar
Pervîn Çakar
Pervîn Çakar (2021)
Jiyan
Jidayikbûn19ê hezîrana 1981ê (42 salî)
Dêrika Çiyayê Mazî, Mêrdîn, Bakurê Kurdistanê
NeteweKurd
Cureyê muzîkêSoprano
PîşeHunermend
Salên çalak2004-niha
Etîketa qeydêRed Music Digital, Ada Muzik
Malperpervinchakar.net
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Pervîn Çakar, di sala 1981ê de li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hatiye dinyayê. Çakar yek ji pênc zarokên malbatê ye û zarokatiya xwe li gundên Ereğlî ya Deryaya Reş û Fatsayê derbas kiriye. Dibistana seretayî li gundê Saîtlerê ya navçeya Fatsa ya Orduyê xwend. Xwendekariya dibistana navîn li navçeya Bismilê xwend û di wî demê de bi muzîka gelêrî re eleqedar dibe.[2]

Li Lîseya Hunerên Bedew a Anadoluyê ya Amedê dest bi xwendina lîseyê kir û di sala 1999an de di heman lîseyê de xwendina xwe bi pileya yekem qedandiye. Di heman salê de li Zanîngeha Gaziyê li Beşa Hînkirina Muzîkê ya Zanîngeha Gaziyê dest bi xwendina xwe ya bilind kir û di sala 2003an de li heman zanîngehê beşa stranbêjiyê qedand.

Piştî destpêka xebata xwe ya sopranoyê bi Oylun Davran Erdayı re, di navbera salên 2004 û 2005an de li Accademia d’Arte Lirica Îtalyayê bi Carmen Gonzales, William Mattetuzzi, Antonio Juvarra, H. Lawson re û di navbera salên 2006 û 2008an de li Accademia Internazionale Musicale di Perugia de bi Sergio Bertocchi re xebatên xwe berdewam kir.

Pervîn Çakar cara yekem ku 22 saliya xwe de koçî Îtalyayê dibe, koçbûna xwe wiha tine ziman "Kesê ku ji bo hêviyên xwe erdnîgariya xwe biterikîne, kêfxweş û tevlihev e, lê bi kêmasî, tirs û xemgîn e"[2]

Dîskografî biguhêre

Single biguhêre

  • Lo şivano
  • Welat şirîn e
  • Newroz
  • Qimil (bi hunermend Tara Jaff re dibêje)
  • Rihê Min Teyr e
  • Rinaldo (bi zimanê îtalî)

Xelatên wê biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Gazetesi, Evrensel. "Kürt Soprano Pervin Chakar: Operayı Kürt müziğiyle harmanlıyorum". Evrensel.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 7 çiriya paşîn 2021.
  2. ^ a b "m.bianet.org".

Girêdanên derve biguhêre