Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan

partiyeke siyasî
(Ji Partiya Çep a Kesk hat beralîkirin)

Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan, (bi tirkî: Halkların Eşitlik ve Demokrasi Partisi) bi kurtasî DEM Partî yan jî bi navê berê Partiya Çep a Kesk, Partiya Keskan û Pêşerojê ya Çep, (bi tirkî: Yeşiller ve Sol Gelecek Partisi) bi kurtasî YSP, partiyeke siyasî ye ku di destpêkê de li ser esasê siyaseta kesk ku xwedî ramanên “lîberaliya çep” e ku di 29ê tîrmeha sala 2010an de li Enqereyê hatiye damezrandin.[1][2] Sembola DEM partiyê darek e ku koka darê binefşî şeklê mirovî çêdike, taca darê ji pelên kesk pêk tê û rojek zer di nîvê tacê de serê şiklê mirov çêdike.[3] Hevserokên partiyê ya îro Tülay Hatimoğulları Oruç û Tuncer Bakırhan in.

Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan
Halkların Eşitlik ve Demokrasi Partisi
KurteDEM Partî
SerokTülay Hatimoğulları Oruç
Tuncer Bakırhan
Avakar604 kes
Damezrandin29ê tîrmehê 2010(2010-07-29)
SergehEnqere
Endam  (2023)Zêdebûn3.052 kes
ÎdeolojîSiyaseta kesk, Azadîxwaziya çep, Rasterast Demokrasî, Sekûlerîzm
Alîgirên neteweyîPartiya Demokratîk a Gelan
Alîgirên herêmîPartiya Demokratîk a Gelan Tifaqa Ked û Azadiyê Kongreya Demokratîk a Gelan
Alîgirên ewropayêPartiya Kesk a Ewropayê
Alîgirên parzemînîPartiya Kesk a Ewropayê
Reng               Kesk, Mor, Pirteqalî
DirûşmRabe DEM Hat!
Parlamen:
57 / 600
Malper
demparti.org.tr

Li gorî tweetên Selahattin Demirtaş ku di beriya hilbijartina sala 2023an de hatiye parvekirin ku îhtîmal hebû PDG were girtin, siyasetmedarên PDGê bi Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinê dibin.[4] Piştî kongreya awarteya ku 15 cotmeha sala 2023an hatiye lidarxistin navê partiyê wekê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan hatiye guhertin (Bi kurtasî HEDEP). Piştî guhertina nav kurtasiya navê bi hinceta ku dişibe navê HADEP ku berî ji aliyê dadgeha tirk ve hatiye girtin navê kurtasî ya HEDEPê ji aliyê Dadgeha Bilind ve nehatiye pejandin. Piştre di 11 kanûna pêşîn a sala 2023an navê kurtasî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan wekê DEM Partî hatiye guhertin.[5]

Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan, di destpêkê de wekî Partiya Çep a Kesk di 29ê tîrmeha sala 2010an de bi yekbûna Partiya Wekhevî û Demokrasiyê û Partiya Keskan û bi beşdariya kesên din ên serbixwe yên di nava tevgerê de li Enqereyê hatiye avakirin.[1][2] Partî yek ji beşdarên Kongreya Demokratîk a Gelan (KDG) ye ku di sala 2012an de bûye serkêşiya însiyatîva siyasî ya avakirina Partiya Demokratîk a Gelan (PDG).

Di sala 2014an de, partiyê di hilbijartinên serokomariya Tirkiyê ya sala 2014an de wek berbijêrê serokomariya Tirkiyê piştgiriya Selahattin Demirtaş dike û di hilbijartina parlemanî ya hezîrana sala 2015an de jî piştgirî daye HDPê.[6]

Hevserokên partiyê ji ber parvekirinên medyaya civakî û pirtûkên di destê wan de hatin binçavkirin û di sibata sala 2018an de bi awayekî demkî hatibûn girtin û bi qedexeya derketina derveyê welat hatibûn berdan.[7]

Di Kongreya Duyem a Asayî ya Partiyê de di 2ê nîsana sala 2016an de partiyê navê xwe guhert û kir Yeşil Sol Partisi (YSP).[8] Logoya partiyê ya îro dikare bi biryara duyem Kongreya Awarte ya 16ê cotmeha 2022an ve were şopandin.[9] Piştre Selahattin Demirtaş pêşniyar kir ku ger HDP bê qedexekirin, dê hemû namzedên fraksiyonên HDPê li ser navê YSP di hilbijartinên giştî yên sala 2023 de bibin namzed.[10][11]

Bi biryara 24ê adara 2023an, HDPê, Partiya Tevgera Karkeran û Partiya Azadiya Civakî biryar dane ku ji bo hilbijartinên serokomarî û parlamenê di nav lîsteyên YSPê de bibin yek. Ev yek dibe sedema xurtkirina tifaqa Tifaqa Netewe ya serokê mixalefetê Kemal Kilicdaroglu. Ji ber vê yekê YSPê ji bo hilbijartinên serokkomariyê yên sala 2023an wekî partiyek diyarker hatiye dîtin.[12]

Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan di 15e cotmeha sala 2023an di çarem kongreya xwe ya asayî de navê xwe ji Partiya Çep û Pêşerojê ya Keskan veguhêze Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan û di heman kongreyê de Tülay Hatimoğulları Oruç û Tuncer Bakırhan wekê hevserokên partiyê hatine hilbijartin.[13]

Hilbijartinên giştî yên sala 2023ê

biguhêre
 
Encamên hilbijartina parlamena Tirkiyê ya 2023an: Rengê YSPê mor e.

Tevî ku YSPê ji Platforma Siyaseta Kesk veqetiya, wê weke pêkhateya HDPê xebatên xwe yên siyasî berdewam kir û di hilbijartinên vê serdemê de bi HDPê re tevgeriya. Îhtîmala ku HDP ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve bê girtin derketibû pêş. Jiber vê yekê di kongreya ku di 16ê cotmeha sala 2022an de pêk hat logoya partiyê wek temayek logoya Partiya Demokratîk a Gelan hate guhertin.[14] Piştre di 14ê adara sala 2023an de Selahattin Demirtaş ragihand, eger HDPê bê girtin, dê di hilbijartinên giştî yên sala 2023an de, berbijarê parlamenteriyê yên HDPê bikevin nav lîsteyên YSPê û bi vî awayê beşdarê hilbijartinê bibin.[15]

Li ser biryara di 24ê adara sala 2023an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) û Partiya Azadiya Civakî (TÖP) biryar dane ku ji lîsteyên YSPê bi navê Tifaqa Ked û Azadiyê bikevin hilbijartinên giştî yên sala 2023an. Piştre di 6ê nîsana 2023an de Partiya Kedê (EMEP) jî biryar da ku tevî lîsteyên YSPê bibin.[16]

YSPê bi rêjeya ji sedî 8,78 dengan werdigire û 62 parlementer distîne. TÎP a ku ji sedî 1,7ê dengan wergirtiye bi 4 parlamenteran li meclîsê cih girtiye. Bi vî awayî wê Tifaqa Ked û Azadiyê bigihêje 66 wekîlan.[17]

Hilbijartinên herêmî yên sala 2024ê

biguhêre
 
Serkeftina partiyan a hilbijartinên herêmî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ya sala 2024an li gorî parêzgeh û navçeyan

Di hilbijartinên herêmî yên ku di adarê 2024ê de li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê hatin lidarxistin de DEM Partiyê li Bakurê Kurdistanê şaredariyên 3 bajarên mezin, 7 bajar, 58 navçe, (di nav de şaredariya navçeya navandî ya Mêrsînê ya Akdenîz heye) û şaredariyên 7 bajarokan, bi giştî 75 şaredarî bidestxistiye.

Profîla siyasî

biguhêre

Di rêziknameya partiyê de tê gotin ku Partiya DEMê ji bo jiyan û paşerojeke nû, ji bo avakirina civakeke demokratîk, azadîxwaz, wekhevîxwaz, dadperwer, ekolojîk, wekheviya zayendî û hevgirtinê berpirsyariya siyasî digire ser xwe. Partî têgihîştina têkoşînê ya piralî, bi beşdarbûn û nîqaşkirinê dixwazin. Her wiha ew mafên mirovan ên gerdûnî diparêzin, mafên xwezayê û hemû zindiyan diparêzin û li dijî mîlîtarîzmê têdikoşin. Partî xwe wekî ekolojîst, partiyek siyasî ya demokratîk a aştiyane ku ji bo ked û dadmendiya civakî kar dike, dibîne. Partî ji bo ji holê rakirina her cure zext, îstîsmar û cudakariyê têdikoşe. Lewma ji bo avakirina jiyaneke li gorî rûmeta mirovan, û ji bo rêveberiya demokratîk a gel têdikoşe.[18]

DEM Partî ji aliyê hinekan ve weke alternatîfeke muhtemel a HDPê tê dîtin, bi taybetî ji ber îxtîmala qedexekirina HDPê. Dewleta Tirk zextên xwe yên li ser HDPê zêde kiribû û gelek caran wek “partiyeke terorîst” bi nav kiribû. Ji ber vê yekê daxwaza qedexekirina partiyê jî hate kirin.[19]

Hevberdevk û hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan

biguhêre
# Nav Despêka kar Bidawîbûna kar
1 Sevil Turan - Arif Ali Cangı 25ê Mijdar 2012 30ê Mijdar 2012
2 Sevil Turan - Naci Sönmez 30ê Mijdar 2012 2ê Nîsan 2016
3 Eylem Tuncaelli - Naci Sönmez 2ê Nîsan 2016 1ê Kanûna pêşîn 2018
4 Eylem Tuncaelli - Sinan Tutal 1ê Kanûna pêşîn 2018 22-23ê Gulan 2021
5 Ayşe Erdem - İbrahim Akın 22-23ê Gulan 2021 16ê Cotmeh 2022
6 Çiğdem Kılıçgün Uçar - İbrahim Akın 16ê Cotmeh 2022 15ê Cotmeh 2023
7 Tülay Hatimoğulları - Tuncer Bakırhan 15ê Cotmeh 2023

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ a b "Yeni Siyasetin adı kondu: Yeşiller ve Sol Gelecek - Yeşil Gazete" (bi tirkî). 27 çiriya paşîn 2012. Roja gihiştinê 14 adar 2023.
  2. ^ a b "Basın YGSP'nin kuruluşunu nasıl gördü - www.turnusol.biz > Fikir imecesi". web.archive.org. 7 adar 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 7 adar 2016. Roja gihiştinê 14 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ "Tüzük". Yeşil Sol Parti (bi tirkî). Ji orîjînalê di 22 adar 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 nîsan 2023.
  4. ^ "Yeşil Sol Parti, HDP'nin parti üzerinden seçime girme ihtimaline nasıl bakıyor?". BBC News Türkçe (bi tirkî). 14 adar 2023. Roja gihiştinê 14 adar 2023.
  5. ^ "DEM Partî: Kurtenavê nû yê Partiya Wekheviya û Demokrasiya Gelan". BBC News Türkçe (bi tirkî). 11 kanûna pêşîn 2023. Roja gihiştinê 11 kanûna pêşîn 2023.
  6. ^ "Barışa ve Umuda Şans Ver! - Basın Açıklamaları :: Yeşiller ve Sol Gelecek Partisi". web.archive.org. 15 tîrmeh 2015. Ji orîjînalê di 15 tîrmeh 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 nîsan 2023.
  7. ^ "Stop the leaders of the Turkish Green Party from being jailed under false charges". European Greens (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 23 gulan 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 adar 2023.
  8. ^ Şarkı, Fırat (3 nîsan 2016). "Partimizin 2. Olağan Konferans/Kongere'si Ankara'da Gerçekleştirildi". Yeşil Sol Parti (bi tirkî). Ji orîjînalê di 15 adar 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 nîsan 2023.
  9. ^ Şen, Dilek (18 çiriya pêşîn 2022). "Yeşil Sol Parti'nin logosu değişti | Parti Eş Sözcüsü İbrahim Akın: "Kapatılırsa, HDP seçeneksiz değil"". Medyascope (bi tirkî). Roja gihiştinê 2 nîsan 2023.
  10. ^ "Yeşil Sol Parti, HDP'nin parti üzerinden seçime girme ihtimaline nasıl bakıyor?". BBC News Türkçe (bi tirkî). 14 adar 2023. Roja gihiştinê 2 nîsan 2023.
  11. ^ "Auch Plan-B von HDP unter Druck - Razzien gegen Mitglieder von Grüne Links Partei". www.fr.de (bi almanî). Roja gihiştinê 2 nîsan 2023.
  12. ^ Wimmer, Christopher. "Düstere Aussichten für Erdoğan (nd-aktuell.de)". nd-aktuell.de (bi almanî). Roja gihiştinê 2 nîsan 2023.
  13. ^ Aslan, Ferit (16 çiriya pêşîn 2023). "HEDEP'te Parti Meclisi'nin yüzde 80'i değiştirildi". Medyascope (bi tirkî). Roja gihiştinê 16 çiriya pêşîn 2023.
  14. ^ Şen, Dilek (18 çiriya pêşîn 2022). "Yeşil Sol Parti'nin logosu değişti | Parti Eş Sözcüsü İbrahim Akın: "Kapatılırsa, HDP seçeneksiz değil"". Medyascope (bi tirkî). Roja gihiştinê 15 gulan 2023.
  15. ^ "Yeşil Sol Parti, HDP'nin parti üzerinden seçime girme ihtimaline nasıl bakıyor?". BBC News Türkçe (bi tirkî). 14 adar 2023. Roja gihiştinê 15 gulan 2023.
  16. ^ "YSK'dan EMEP açıklaması - Son dakika haberleri – Sözcü". web.archive.org. 6 nîsan 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 6 nîsan 2023. Roja gihiştinê 15 gulan 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  17. ^ Şafak, Yeni. "Hangi parti hangi ilden ne kadar milletvekili çıkardı". Yeni Şafak (bi tirkî). Roja gihiştinê 16 gulan 2023.
  18. ^ "Parti Tüzüğü". demparti.org.tr.
  19. ^ "Erdogan eskaliert: Kurdenpartei vor dem Aus – DW – 23.06.2021". dw.com (bi almanî). Roja gihiştinê 28 çiriya pêşîn 2024.