Roj (stêrk)
Roj, Ro, Roh, Hetav, Tav, Xor,[1][2][3][4] (nîşan: ), stêrka navendî ya Pergala Rojê ye ku girseya wê ji %99,8 ji girseya pergala rojê pêk tîne. Roj li navenda Pergala Rojê ye ku ku hemî gerstêrkên pergalê ku di nav de Dinya jî heye li dora rojê digerin. Roj ji girsehiyeke plazmayê ya pir mezin û ji germ pêk tê ku ji ber reaksiyonên fuzyona nukleerî ya di navenda rojê de bi şewqê tê germ kirin û ji rûyê rojê enerjiyê derdixe ku bi giranî tîrêjên înfrasor belav dike ku ev tîrêj ji %10 ji ultraviyoletê pêk tê. Roj ji bo jiyana li ser rûyê erdê heya niha bûye çavkaniya herî girîng a enerjiyê. Roj di gelek çandan de bûye cihê hurmetê û di çanda kurdî de jî xwedî ciheke girîng e ku wekê nîşaneke neteweyî hatiye diyar kirin. Roj ji serdema kevnar ve ji bo lêkolînên astronomiyê wekê mijarek navendî hatiye diyar kirin.
Roj | |
---|---|
![]() | |
Pêk tê ji | |
Rûerd | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Roj li dora navenda galaktîkê di navbera dûrahiya 24.000 û 28.000 salên roniyê de dizivire. Roj Ji Dinyayê bi pîvana 1 yekîneya astronomiyê (1.496×108 km) yan jî bi qasî 8 xuleka ronahiyê dûr e. Pîvana derdora rojê bi qasî 1.391.400 kîlomêtre ye ku 109 car ji pîvana derdora Dinyayê mezintir e. Girseya rojê bi qasî 330.000 car ji girseya dinyayê mezintir e ku ji sedî 99,86 ji tevahiya girseya pergala rojê pêk tîne. Nêzîkî sê çar parên girseya rojê ji hîdrojenê (~%73) pêk tê. Girseya ya mayî jî bi piranî helyûm e (~%25) e û bi mîqdarên pir piçûktir hêmanên girantirîn ên ku di nav de oksîjen, karbon, neon û hesin hene.
Roj stêrkek rêza sereke ya tîpa G-yê ye (G2V) ku her çiqas ronahiya rojê bi rastî spî be jî bi awayekî ne fermî jê re bejnbihost a zer tê gotin. Girseya rojê nêzîkî 4,6 milyar sal berê ji hilweşîna gravîtîkî ya madeyê ku ku li herêmeke girseya ewreke molekular a mezin qewimiye çêbûye. Piraniya vê maddeyê li navendê kom dibe lê yên mayî jî di nav dîskeke ku li derdora rojê digere de dimîne ku gerstêrkên Pergala Rojê ya niha çêdike. Girseya navendî ew qas germ û giran dibe ku di dawiyê de di navenda rojê de fuzyona nukleerî dest pê dike. Navika Rojê di her çirkeyekê de bi qasî 600 milyar kîlogram hîdrojenê vediguhêze helyûmê û di her çirkeyekê de 4 milyar kîlogram madeyê vediguherîne enerjiyê.
Taybetmendiyên gelemperî
biguhêreRoj stêrkeke rêza sereke ya tîpa G-yê ku %99,86ê girseya Pergala Rojê pêk tîne. Şewqa wê ya qethî +4,83 ye û tê texmînkirin ku şewqa rojê ji %85 ji tevahiya stêrkên Rêya Şîrê ronîtir e ku piraniya wan stêrkên bejnbihost ên sor in. Roj ji %95 ji stêrkên di nav 7pc (qada bi berfirehiya 23 salên ronahiyê) de girantir e. Roj stêrkeke ji koma stêrkan e yan jî stêrkeke xwedî hêmanên giran e. Çêbûna rojê bi qasî 4,6 milyar sal berê dibe ku ji aliyê pêlek an çend pêlên şokê ku ji supernovayên nêzîk ve hatine, hatiye çêkirin. Pergala rojê li gorî stêrkên Koma II, ji aliyê pirbûna hêmanên giran ve pergaleke dewlemend e. Ev hêmanên giran dikarin bi reaksiyonên navokî yên endotermîk ên di dema supernova de an jî bi veguheztina bi vegirtina nutronên di nav stêrkeke mezin a nifşa duyem de werin hilberandin.
Roj li ezmanê dinyayê şewqa herî ronî ye ku mezinahiya şewqa rojê ya xuyayî -26,74 e. Ronahiya şewqa rojê bi qasî 13 milyar car ji stêrka herî geş a din, Sirius ku mezinahiya wê ya xuyayî ji -1,46an geştir e.
Yekîneyeke astronomiyê (nêzîkî 150 milyon kîlomêtre) wekî dûrahiya navîn di navbera navendên Roj û Cîhanê de tê destnîşankirin. Dûrahiya hevdemî ya rojê ji Dinyayê heya ± 2,5 milyon kîlomêtre diguhere ku Dinya di 3ê rêbendanê de ji berîrojê (perihelion) û heya 4ê tîrmehê berbi pişterojê (aphelion) ve diçe. Di navbeyna xwe ya navîn de, ronahî ji asoya Rojê berbi asoya Dinyayê bi qasî 8 hûrdem û 20 çirkeyan de dimeşe. Gihiştina ronahiya ji xala herî nêz ên Roj û Dinyayê bi qasî 2 çirkeyan dikişîne. Enerjiya ronahiya rojê hema hema hemî jiyana li ser rûyê erdê bi fotosentezê piştgirî dike avhewa û hewaya Cîhanê birêve dibe.
Agahiyên giştî
biguhêre- Firehî: 1 392 000 km (109 caran li dinê ye)
- Giranî : 1,99 x 10 30 kg (333 caran li dinê ye)
- Cihgirtin : 1 300 caran li dinê ye.
- Hêza kişandina rûyê wê: 28 caran li dinê ye
- Germahiya rûyê wê: 6 000 C
- Germahiya navikê: 15 000 000 C
Tav bi lezeke pir kêm li dora menzûmeya xwe digere û ev yek dibe sedem ku em wê wek dayîre yan gilovereke gulmutîk bibînin.
Eger leza zivirîna Tavê pir pir zêde ba hingî menê wê gunikî bidîta.
Eger hûn li ser Seth yan rûbara Tavê bisekinin hingî hûnê fasileya navbera Makû Heya Xuresanê di 14 deqeyan da, bimešin.
Eger bîyanîyên pêšketî, bikaribin teorîya nisbîyeta taybet ( Einstein) neqz bikin, hingî werin em wisa bidin ber çavan ku ew rabihorîya me biguherin, wek mînak di 10 hezar salan berîya dema me ya niha da, hêrišî me bikin lê bê guman ew nabe çimku ew jî li hember leza ronahîyê teslîm in û çok danîne.
Enerjîya pir pir mezin ku Tav di sanîyekê da, berhem tîne, têra berhemanîna elekterîsîteya pêwîst ya hemû dewletên cîhanê xwejî bi qasî 1 milyon salan, dike.
Sedema pir pir terikîbûna( mezinbûna zêde) Tav û stêrkan vedigere ser lawazî û bêhêzbûna herî zêde ya hêza kašê( gravity).
Eger hêza kaš, bihêztir biba dê hejmara atomên pêwîst jibo pêkhanîna stêrkek, bi milyonan car, kêmtir ji yên niha ba.Eger çirîya Tavê, 70%'ê çigalîya wê ya niha ba û di okyanûsa Aram da jî cî biba, hingî dê li ser avê bima, dê tê ra neçûya û noqî avê nebûya.18-Çigalî( çirî yan baristeya) Tava ku pir pir terikî ye, tenê 30% baristeya Erdê ye!
Ev yek jî pir ecêb nîne çimku Goga Erdê, cismek req û berk e lêbelê Tav dagirtîye ji gazên sivik yên wek Hîdrojen û Helyûm!
Gerstêrkên li dora wê digerin:
Çavkanî
biguhêre- ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 24 îlon 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 18 îlon 2011
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 11 adar 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 18 îlon 2011
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ http://dibistana-sorani.blogspot.com/
- ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 18 hezîran 2008 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 18 îlon 2011
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk)