Hilbijartinên giştî li Tirkiyeyê 2023
Hilbijartina giştî li Tirkiyê 2023 di 14ê gulana 2023an de ji bo hilbijartina her 600 endamên Meclîsa Neteweyî ya Mezin hatin kirin.[1] Divê hilbijartin di 18ê hezîrana 2023an de bihata kirin lê serokomar Recep Tayyip Erdoğan bang kir ku di 14ê gulana 2023an de hilbijartinên pêşwext bên kirin. Di heman rojê de hilbijartina serokomariyê pêk hat.[2]
Ji bo heyama 28emîn meclîsa mezin a neteweyî ya Tirkîyê, hilbijêrên ji 87 navçeyên hilbijartinê 600 parlamenteran ji bo pênc salan hilbijartin 28emîn Meclisa Tirkiyeyê
Pêvajoya heta hilbijartinê
biguhêreHerî dawî di 24ê hezîrana 2018an de parlamen hatibû hilbijartin û di encamê de desthilatdariya AKPê piraniya xwe winda kiribû, lê karîbû bi kursiyên MHPê telafî bike. Meztirîn partiya opozisyonê CHP jî dengan winda kiribû (2,6 pûan), lê karîbû 12 parlamenterên din bi riya firehkrina parlemanê bidest bixe, ku bi 50 kursiyan hatibû zêdekirin. Partiya HDPê ya ku di ti tifaqê de nebû, derbasî meclîsê bû. Partiya IYI ya ku nû hatibû damezrandin, bi saya tifaqekê karîbû derbasî parlementoyê bibe.
Di 13ê îlona 2019an de serokwezîrê berê û serokê giştî yê AKPê Ahmet Davutoğlu derketina xwe ji AKPê ragihand. Tam sê meh şûnda Partiya Gelecek hat damezrandin ku Davutoglu serokê wê ye. Di adara 2020an de Ali Babacan, alîkarê serokwezîr û wezîrê aboriyê yê hikûmetên AKPê partiya Demokrasi ve Atılım (DEVA) damezrand.
Di 17ê gulana 2021an de parlamenterê berê yê CHPê Muharrem İnce ku di hilbijartinên serokomariyê yên 2018an de namzedê CHPê bû, Partiya Memleketê damezrand û 3 parlamenterên Parlamena Tirkiyê jî tevlî wê bûn.
Di 26ê tebaxa 2021an de dema ku Ümit Özdağ Zafer Partisi damezrand, ji IYI Partî veqetînek çêbû.
Di 31ê adara 2022an de, bendava hilbijartinê ji 10% daket 7%. Beşek ji van guhertinên di qanûna hilbijartinê de bandorê li ser tifaqên hilbijartinê jî dike. Kursiyên berê li meclîsê li gorî rêjeya dengên îttîfaqê hatibûn diyarkirin. Ji niha û pê de, ew li gorî rêjeya partiyên têkildar têne bidestxistin. Ev yek ji bo partiyên biçûk ketina parlamenê, yan jî beşdarbûna tifaqeke hilbijartinê, zehmetir dike.[3]
Di sibata 2023an de, du erdhejên bi hêz û bi sedan erdhejên paşerojê li başûrê rojhilatê Tirkiyê û hin deverên Sûriyê qewimîn û zêdetirî 45 hezar kes mirin. Di vî warî de hat nîqaşkirin ku gelo niha di nav gel de dengdan bê guhertin an na.[4] Di nava partiya desthilatdar AKPê de paşxistina hilbijartinan hate nirxandin.[5]
Di 10ê adara 2023an de ji aliyê serokomar Erdogan ve bi biryarnameyekê hilbijartinên pêşwext ên 14ê gulana 2023an hat ragihandin.[6]
Pergala hilbijartinê
biguhêre600 endamên Meclisa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê dê bi Nûnertiya Rêjeyî ya Lîsteya Partî li 87 herêmên hilbijartinê bi Rêbaza D'Hondt bên hilbijartin. Ji bo hilbijartinên qanûnî, ji 81 parêzgehên Tirkiyê 77 parêzgeh wek yek navçe ye. Wîlayetên Bursa û Îzmîr ji ber nifûsa xwe ya mezin bûne du navçe, parêzgehên Enqere û Stembolê jî her yek bûne sê navçe.
Li gorî Destûra Bingehîn, her guhertinek di qanûna hilbijartinê de tenê salek piştî bikeve meriyetê dikare were sepandin.
Berjeya hilbijartinê
biguhêreBi însiyatîfa partiya desthilatdar AKPê û hevalbendê wê yê sereka siyasî MHPê bendava hilbijartinê ya netewî ji bo partiyek derbasî parlamenê bibe ji 10an daxist 7an.[7] Ji dema aliyê cûntaya leşkerî ve piştî darbeya leşkerî ya 1980an hatibû destpêkirin, ev yekem daxistina bendê bû.[8]
Kaxeza dengdanê
biguhêreRêjeya li ser sindoqê li herêma ku hemû partiyên beşdar berendamên serbixwe diyar kirine û serbixwe ne wiha ye:
# | Partiya | Serokê Giştî | Hevgirtin | ||
---|---|---|---|---|---|
Logoya | Kurtkirin | Nav | |||
1 | ! | Millet | Partiya Gel (Millet Partisi) | Cuma Nacar | – |
2 | HAK-PAR | Partiya Maf û Azadiyan (Hak ve Özgürlükler Partisi) | Düzgün Kaplan | – | |
3-1 | TKP | Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (Türkiye Komünist Partisi) | Kemal İbrahim Okuyan | Hevgirtina Yekîtiya Hêza Sosyalîst | |
3-2 | TKH | Tevgera Komunîst a Tirkiyeyê (Türkiye Komünist Hareketi) | Aysel Tekerek | ||
3-3 | Sol Parti | Partiya Çepgir (Sol Parti) | Önder İşleyen | ||
4 | Gençparti | Partiya Ciwanan (Genç Parti) | Murat Hakan Uzan | – | |
5 | Memleket | Partiyê Memleketê (Memleket Partisi) | Muharrem İnce | – | |
6-1 | ! | Büyük Birlik | Partiya Yekîtiya Mezin (Büyük Birlik Partisi) | Mustafa Destici | Hevgirtina Neteweyî |
6-2 | AK Parti | Partiya Dad û Geşedanê (Adalet ve Kalkınma Partisi) | Recep Tayyip Erdoğan | ||
6-3 | Yeniden Refah | Partiya Refahê Dîsa (Yeniden Refah Partisi) | Muhammed Ali Fatih Erbakan | ||
6-4 | MHP | Partiya Tevgera Neteweparêz (Milliyetçi Hareket Partisi) | Devlet Bahçeli | ||
7-1 | Yeşil Sol Parti | Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) | İbrahim Akın, Çiğdem Kılıçgün Uçar | Hevgirtina Ked û Azadi | |
7-2 | TİP | Partiya Karkerên Tirkiyeyê (Türkiye İşçi Partisi) | Erkan Baş | ||
8 | ! | AB Parti | Partiya Yekîtiya Dadperweriyê (Adalet Birlik Partisi) | İrfan Uzun | – |
9 | ! | Anavatan | Partiya Dayiknîştiman (Anavatan Partisi) | İbrahim Çelebi | – |
10 | ! | YP | Partiya Nûbûnê (Yenilik Partisi) | Öztürk Yılmaz | – |
11 | ! | HKP | Partiya Rizgariya Gelan (Halkın Kurtuluş Partisi) | Nurullah Ankut | – |
12 | ! | Milli Yol | Partiya Rêya Neteweyî (Millî Yol Partisi) | Remzi Çayır | – |
13 | ! | Vatan | Partiya Welêt (Vatan Partisi) | Doğu Perinçek | – |
14 | ! | GBP | Partiya Yekîtiya Hêzê (Güç Birliği Partisi) | Ali Karnap | – |
15-1 | CHP | Partiya Gel a Komarî (Cumhuriyet Halk Partisi) | Kemal Kılıçdaroğlu | Hevgirtina Gel | |
15-2 | ! | İYİ Parti | Partiya Baş (İyi Parti) | Meral Akşener | |
16-1 | ! | AP | Partiya Dadperweriyê (Adalet Partisi) | Vecdet Öz | Hevgirtina Bav û Kalan |
16-2 | ! | – | Partiya Serkeftinê (Zafer Partisi) | Ümit Özdağ | |
17+ | Berendamên serbixwe (Bağımsız adaylar) | – |
|
|
|
|
|
Çavkanî
biguhêre- ^ "Son Dakika... Erdoğan seçim kararını açıkladı: 14 Mayıs". www.cumhuriyet.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 15 gulan 2023.
- ^ "Turkey's post-2023 future at the heart of debates". SETA. 20 kanûna paşîn 2022. Ji orîjînalê di 8 tebax 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 19 adar 2022.
- ^ "Turkish parliament approves contentious election law changes". AP NEWS (bi îngilîzî). 31 adar 2022. Roja gihiştinê 15 gulan 2023.
- ^ Hermann, Rainer. "Erdbeben in der Türkei: Ein Pfusch, der Erdogan das Amt kosten kann". FAZ.NET (bi almanî). Roja gihiştinê 15 gulan 2023.
- ^ Arsu, Şebnem; Lüdke, Steffen; Popp, Maximilian; Topçu, Özlem (17 sibat 2023). "(S+) Folgen der Erdbebenkatastrophe in der Türkei und Syrien: Risse im Staat Erdoğan". Der Spiegel (bi almanî). Roja gihiştinê 15 gulan 2023.
- ^ "Erdoğan seçim kararını imzaladı: Türkiye 14 Mayıs'ta sandık başına gidecek". BBC News Türkçe (bi tirkî). 10 adar 2023. Roja gihiştinê 15 gulan 2023.
- ^ Minute, Turkish. "Turkey reduces its election threshold from 10 to 7 percent - Turkish Minute". Roja gihiştinê 2 nîsan 2022.
- ^ "Turkey lowers party' election threshold for parliament to 7 pct". www.xinhuanet.com. 1 nîsan 2022. Roja gihiştinê 2 nîsan 2022.
- ^ "2023 YSK" (PDF).