Erkan Baş

akademîsyen û siyasetmedarekî bosnak

Erkan Baş, (jdb. 14ê hezîrana 1979an li Berlîn, Almanyaya Rojava) siyasetmedar û akademîsyenekî tirk e ku bi eslê xwe bosnak e. Di destpêka sala 2009ê de serokatiya Partiya Komûnîst a Tirkiyeyê (TKP) kiriye û di sala 2017an de Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TİP) damezrandiye. Di sala 2018an de di lîsteya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya tifaqa hilbijartinê ya partiya xwe de wek parlamenter hatiye hilbijartin û piştre ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) vediqete û derbasî partiya xwe, Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TİP) dibe.

Erkan Baş
Erkan Baş, Nîsan 2023.
Partiya Karkerên Tirkiyeyê
Niha wezîfedar e
Dest bi kar kir
7ê mijdara 2017an
Partiya Kominîst a Tirkiyeyê
Wezîfedarî
1ê sibata 2009an – Tebaxa 2009an
Jiyan
Jidayikbûn14ê hezîrana 1979an (44 salî)
Berlîn, Almanyaya Rojava
HevwelatîTirkiye
NeteweBosnak
Partiya siyasîPartiya Karkerên Tirkiyê (TİP)
Zarok2
PerwerdeZanîngeha Stenbolê
PîşeSiyasetmedar, akademîsyen
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Erkan Baş di 14ê tîrmeha sala 1979an de li bajarê Berlîn a Almanyaya Rojava hatiye dinyayê û ji malbatek bosnak e ku bi eslê xwe koçberên Yûgoslavyayê ye.[1] Paşnavê malbatê li Yûgoslavyayê Jusovic bû. Bavê wî karkerek bû û koçê Almanyayê bibû û Dayika wî demekê di karê tekstîlê de dixebite.[2]

Xwendina xwe yê seretayî, navîn û amadeyî li bajarê Stenbolê xwendiye. Li Zanîngeha Stenbolê Fakulteya Edebiyatê beşa Dîroka Zanistê qedandiye. Demekê li Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê li Beşa Zanistên Însanî û Civakî wek mamosteyê mêvan xebitiye. Di encama têkoşîna wî ya ji bo mafên xebatkarên kafeteryayê yên li zanîngehê, ji aliyê rêveberiya dibistanê ve ji kar hatiye avêtin.[3][4]

Kariyera siyasî biguhêre

Salên destpêkê biguhêre

Erkan Baş, di temenekî ciwan de endamê Partiya Hêza Sosyalîst bû, di vê partiyê û Partiya Komunîst a Tirkiyê ya ku piştre hat damezrandin de, gelek berpirsiyarî girt ser xwe.

Di teşkîlata Stenbolê de xebitiye, sekreteriya parêzgeha Stenbolê ya partiyê kir, di Buroya Rêxistinê û Komîteya Navendî de cih girtiye.

Dema Partiya Kominîst a Tirkiyeyê biguhêre

Di 9emîn a Kongreya Partiya Kominîst a Tirkiyeyê (TKP) de Aydemîr Guler dest ji serokatiya xwe berda; Li cihê wî wê Erkan Baş wek serok hat hilbijartin. Serokatiya Giştî ya TKP'ê bi biryara kongreyê ya ku ji bo temsîliyeta partiyê hêsan bike ket meriyetê. Dema ku vê gavê serkevtinên ku tê xwestin bi xwe re neanî, Komîteya Navendî ya partiyê piştî nêzîkî 6 mehan posta "seroktiya giştî" betal kir. TKP niha ji aliyê Komîteya Navendî ya partiyê ve bi serokatiya kolektîf tê birêvebirin.

Dema Partiya Karkerên Tirkiyeyê (roja îro) biguhêre

Di sala 2017an de Partiya Karkerên Tirkiyeyê ji aliyê Erkan Baş ve hate damezrandin û di lîsteya Partiya Demokratîk a Gelan ji bo hilbijartinên giştî yên 2018an a Tirkiyeyê bû namzetê parlamenteriyê.[5][6] Di 11ê cotmeha sala 2018an de ji HDPê wekî parlamenter hate hilbijartin û bi Bariş Atay re derbasê Partiya Karkerên Tirkiyeyê bûn.[7]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ TRT'de bir ilk: Ekranda komünist propaganda (bi îngilîzî), roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2022
  2. ^ "radikal.com.tr".
  3. ^ "soL Günlük Siyasi Gazete - Ameliyathaneye aşçıbaşı, morga bulaşıkçı". arsiv.sol.org.tr. Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2022.
  4. ^ "Erkan Baş kimdir - Biyografi.net.tr" (bi tirkî). Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2022.
  5. ^ "Erkan Baş ve Barış Atay HDP'den aday oldu". www.cumhuriyet.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2022.
  6. ^ "AYM'den TİP'e müjdeli haber: TİP yoluna devam edecek - Son Dakika Haberleri". web.archive.org. 17 tebax 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 17 tebax 2018. Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  7. ^ "Meclis'teki parti sayısı 9'a çıktı". www.haberturk.com (bi tirkî). 11 çiriya pêşîn 2018. Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2022.