Oral Çalışlar
Oral Çalışlar (jdb. 14ê kanûna pêşîn a 1946an, Tarsus) rojnamevan, nivîskar, siyasetmedarekî romî (tirk) ye. Beriya li rojnameya Radikalê bixebite, di rojnameya kemalîst Cumhuriyetê de dinivîsî.
Oral Çalışlar | |
---|---|
Jidayikbûn | 14 kanûna pêşîn 1946 |
Hevwelatî | Tirkiye |
Perwerde | |
Pîşe | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Jiyan
biguhêreDibistana amadeyî di koleja amerîkî ya Tarsusê û dibistana amadeyî ya Tarsusê de bidawî dike. Salekê di beşa avadaniyê ya zanîngeha teknîkî (ODTÜ)yê de dixwîne, 1966ê de derbasê akademiya aborî û zanînên nazirganiyê ya Stembolê dibe.
Bi pêşengên ciwanan ên wê demê yên wekî Deniz Gezmiş re hevaltiyê dike. Di nava komêm çepgiriya tirk de têdikoşe. Wê demê çepa tirk, ji sosyalîzmê bêhtir, pesnê kemalîzmê didan.
Sala 1968ê xwe qeydê zanîngeha Enqereyê, fakulteya zanînên polîtîk dike. Di rêxistinêm xwendevanan de pêşengiyê dike. Di heman demê de di kovarên sosyalîst, çepgir de dinivîsîne.
Di cûntaya sala 1971ê de tê girtin, heya sala 1974ê di zîndanê de dimîne. Sala 1978ê gerîndetiya giştî ya kovara Aydınlıkê dike, di komîteya navendî ya Partiya Karker û Gundiyên Tirkiyeyê (TIKP) de cih digire.
Di derbeya (cûnta) 12ê îlona 1980an de dîsa tê girtin, sala 1988ê serbest dimîne. 1990-1992 li Hamburg a Almanyayê ye. Ji 1992 heya 2008ê di rojnameya kemalîst Cumhuriyetê de dixebite. Ji 2008ê virde di Radikalê de dinivîse.
Bi rojnamevan İpek Çalışlar re marî bûye (zewiciye).
Pirtûkên wî
biguhêre- Öcalan ve Burkay'la Kürt Sorunu - Bi Ocalan û Burkay re pirsgirêka kurd (1993)
- İslam'da Kadın ve Cinsellik - Di îslamê de jin û zayendîtî (1994)
- Refah Partisi Nereden Nereye - Refah Partisi ji kû heya kû (1995)
- Hz. Ali - Muaviye Çatışması İslamın Doğuşu ve İlk Ayrılıklar - Berberiya Hêja Elî - Muawiye hilhatina Îslamê û veqetînên pêşîn (1995)
- Kadınların İsveç'i - Swêda jinan (1997, Gürhan Uçkan ile)
- Fethullah Gülen'den Cemalettin Kaplan'a - Ji Fethullah Gülen heya Cemalettin Kaplan (1997)
- Portreler - Portreyan (1999)
- Umut Peşinde Mina Urgan'dan Manol Usta'ya - Pey hêviyê ji Mina Urgan bo Manol Usta (2000)
- Sol Geleceği Tartışıyor - Çepbirî paşerojê gotûbêj dike (2000, bi Barış Doster)
- İslamiyet Üzerine Söyleşiler - Mijûlayî li ser Îslamê (2001)
- 12 Mart'tan 12 Eylül'e Mamak - Ji 12ê adarê heya 12ê îlonê Mamak (2001)
- Kadınlara Dair - Derbareyê jinan (2002)
- 68 Anılarım - Bîranînên min ên 68ê (2003)
- İran Bir Erkek Diktatörlüğü - Îran dîktatoriyeke mêran (2004, bi İpek Çalışlar)
- Ecevit, Türkeş ve Erbakan'la Cezaevi Günleri - Bi Ecevit, Türkeş û Erbakan re rojên girtîgehê (2004)
- İslamcılığın Üç Kolu - Sê şaxên îslamperweriyê (2006, bi Tolga Çelik)
- 12 Eylül ve Andıçlanan Gazetecilik - 12ê îlonê û rojnamevaniya dîrektîfkirî (2006)
- Denizler İdama Giderken - Çûyîna Denizan bo dardekirînê (2008)
- Liderler Hapishanesi - Girtîgeha pêşîkêşan (2008)
- Aleviler - Elewiyan (2009)
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |