Nanê bigoşt ê Mêrdînê

Nanê bigoşt ê Mêrdînê cure naneke pêjgeha kurd e. Carnan vê nanê wekî patîle jî didin nasandin, lê di patîleyan de têkel û hevîrê nan bi hev re nayên strîn. Cudatiya patîle û şikevayê jî ew e ku, şikeva tenik lê patîle stûr e.

Hema li tevahiya herêmên Kurdistanê nanên bigoşt tên pijandin. Di ya Mêrdînê de bîbera dirêj û [fringî]] (pamîdor, bacanê sor, tomatos, şamî) nayên bikaranîn, ji dêl wê ve îsota reş û ya pûlpelî tên tevlîkirin.

Bertevî (melzemeyê nanê) biguhêre

  • 2 SA (stekana-qedeha avê) goştê kişandî
  • 2 SA hevîrê tirş, ango ameynkiri (havênkirî, hevîrê cemisî)
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) îsota sor
  • 1 KŞ xwê (solin)
  • 1 KŞ îsota reş

Ravek biguhêre

Hevîrê havênkirî bikin teşt an badiyekê. Xwê, goştê kişandî, îsota sor û reş tevlî bikin, bistrên. Bi destan an darikê tîrê gloverkî vebikin (stûrî: 1/2 mm heya 2 mm, li ser daxwaza we ye). Herwiha meziniya gloverikan jî bi dilê we ye.

Binê tiyanê yan tebsiyê bi rûn bikin, bavêjin firneyê (firûn). Divê baldar bin ku ne zêde, ne jî kêm bipije.