Nûbar kovareke hunerî , civakî û sîyasîye ku li Almata ya Qazakîstanê tê weşandin. Bi zimanê Kurdî,Rûsî û Zimanê Qazaxî derdikeve.Alfabeya latînî û Alfabeya Kîrîlî tê bikaranîn. Kovar salê du caran tê weşandin û behsa jiyana Kurdên li çar parçeyên welat, Rûsya û Qafqasya dike.

Tevahiya nivîsaran bi zaravayê kurmancî têne weşandin. Sedema vê yekê jî ew e ku tevahiya Kurdên Asya Navîn ango Kurdên li Qazakîstan, Ûzbêkistan, Qirgizîstan û Rûsyayê kurmancîaxêv in.

Kovar di sala 1992an de bi navê Kurd derdikeve. Salek paşê ango di sala 1993yan de redaksiyon li hev dicive û navê kovarê dike Nûbar. Sedema vê yekê ne siyasî ye, lê çandî ye. Ji ber ku kovar çandî, edebî û hunerî ye, navê Nûbar baştir tê dîtin. Ji 1992yan heta niha Berpirsiyarê Sereke yê kovarê Kinyazê Brahîm e. Ew ji bilî vî karî, li zanîngeheke Almata’yê profesor e û Serokatiya Kurdên Qazakistanê jî dike.

Kunya kovarê eve biguhêre

Redaktorê Sereke: Kinyazê Brahîm, Koma Redaksiyonê: Oljas Sulemenov, Murad Auezov, Safar Abdullo, Kuznetsov E.A., Eskerê Boyik, Hesene Evdoye Eli, Hejmedîne Ehmed, Sewqi Dursunov, Ezîze Ziyo Bedirxan, Bariye Bala. Edîtor: Hejarê Şamil. Redaksiyon û Rêzkirina Nivîsan: Hesenê Hecîsilêman, Marîna Stukalîna.

Tiraja kovarê 1000'e, ji 96 rûpelê pêk tê û bahayê kovarê 200 Tengeye ku dike 12 Dolara.

Dewleta Qazakîstanê destura weşana Kurdî dide lê alîkarîya aborî nake. Kovar bi alîkarîya karsazên Kurd tê derxistin û belavkirin.

Çend navên ku heta niha wek nivîskar-helbestvan-lêkolîner di kovarêda nivîsîne ev in: Nadir Nadirov, Kinyazê Îbrahîm, Eskerê Boyik, Mihemedê Misto, Hesenê Hecîsilêman, Salihê Seyadî, Gulnaz Qasimova, Bariyê Bala, Hejarê Şamil, Huseyinê Hemîd, Rustem Biroyî, Ferîdûnê Lele, Hesenê Evdo, Mihemedê Silêman, Mecîdê Silêman, Dûrsûnê Têmir, Ûsivê Feqî Evdile.

Nûbar herêmên wekî Alma Ata, Astana, Taldikorxan, Çimkent, Taras, Qarataw, Qeşqebûlax, Îssîk, Kaskilên û Cambûlê jî di nav de, hema li tevahiya komara Qazakistan û Qirqizîstanê cihê ku kurd lê hene tê belavkirin. Beşek jî diçe nav Kurdên Moskova û Krasnadarê.

Çavkanî biguhêre

http://berbang-nur.kz/ Girêdana arşîvê 2013-12-11 li ser Wayback Machine