Kinyazê Brahîm Mîrzoyêv

Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv zanyarê rojhilatnas, kurdnas, rexnegirê wêjeyê, wergêr, doktorê zanista fîlologiyê, profesor, akademîsyenê Akademiya Zanistên Dibistanên Bilind ên Navnetewî û Akademiya Zanistên Civakî ya Qazaxistanê û Serokê Navenda Zimanên Cîhanê ya Zanîngeha Dewletê ya Almatî û Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê, di 1ê gulana 1947an de li Ermenistanê ji dayik bûye.

Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv
Jidayikbûn1ê gulana 1947an
Mirin8ê tebaxa 2021ê (74 salî)
EsilKurd
PîşeNivîskar, akademîsyen
XelatNîşaneya I. Altinsarîn
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv salên dirêj di Zanîngeha Dewleta Ermenistanê de serokatiya beşê ziman û wêjeya Azerbaycanê kiriye. Di encama şerê navbera Azerî û Ermeniyan de di salên 90î de çûye Qazaxistanê. Di Zanîngeha bi navê Abayê ya Dewletê li Almatiyê Serokatiya Navenda Zimanên Cîhanê kiriye û bûye cîhgirê rektorê zanîngehê.

Di jêr serokatiya Mîrzoyêv de bi dehan filologa navê zanyariyê wergirtiye. Bûye rawêjkarê gelek monografiyên doktora.

Mîrzoyêv, li bajarên wek Parîs, Berlîn, Bruksel û yêd mayînda endamê desteyên zanistî yên Enstîtû û Zanîngehan e. Li bajarên wek Almatî, Moskow, Sankt Petersburg, Tiflîs, Parîs, Berlîn, Amsterdam û Bruksel beşdarî konferansên zanistî û teorîk bûye.

Mîrzoyêv, bûye endamê yekîtiya nivîskarên YKSS, serokê beşa Azerbaycanê ya yekîtiya nivîskarên Ermenistanê û redaktoriya kovara Edebî Ermenistan kiriye. Niha jî endamê Yekîtiya Nivîskarên Qazaxistanê, Endamê Yekîtiya Rojnamevanên Qazaxistanê û Serokê Nivîsîngeha PENa Kurd ya Qazaxistan û Asya Navîn e. Her wiha rêdaktore kovara Nûbarê ku li Almatiyê dertê û nivîsên zimanê kurdî, rûsî û qazaxî tê de peyda dibin.

Di 22ê cotmeha sala 1998an de ji ber xizmeta xwe ya di warê fêrkarî û jiyana civakî de, ji hêla Komara Qazaxistanê ve xelata Rêzdariyê wergirtiye. Herwiha di 4ê berfenbara 2006an de jî xelata Xizmeta pêşveçûna zanistî ya Qazaxistan wergirtiye.

Mîrzoyêv, di jiyana civakî û siyasî ya kurdên Sovêt û Qazaxistanê de xwedî roleke aktîv e. Endamê Parlementoya Kurdistanê ya li Sirgûnê ye. Dîsa di sala 1991ê da bûye serokê kurdên YKSSyê. Her wiha cîhgirê serokê Yekîtiya Komeleyên Kurd ên Navneteweyî ye. Di 2002an de bûye cîhgirê serokê Yekîtiya Komeleyên Kurd li Moskowayê. 28ê cotmeha 2003an serokatiya Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê Berbang birêve biriye.

Sala 2006an ji bo polên 2-5 û 6-9an pitûka Zimanê Kurdî nivîsiye û ji aliyê Wezareta Perwerde û Zanistî ya Qazaxistan ve hatiye pesendkirin ku wek pirtûkeke xwendingehê bê weşandin. Zimanên wek kurdî, azerî, rûsî, ermenî, farsî, tirkî, qazaxî û ozbekî dizane.

Di sala 2014an de xelata Dersdarê Emekdar ê Dewleta Qazaxistanê vergirt.

Çavkanî biguhêre