Mele Şafiî
Mele Şafiî di helbijartinên meha gulanê 2005an de bû serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê. Mele Şafiî sedeyi çar salan hejî serokatiya civakê bireve dibe.
Mele Şafiî | |
---|---|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Jiyana wî
biguhêre(bi devê wî)
“ | Ez 1950 li bajarê Muşê Navçeya Gimgimê (Varto) li gundê Înalî hatime dinyayê. Di binê perwerdeya bavê xwe ku Şêx Axmed (Namîdiger Emmê) Melleyê Gund bû pir xwenedan nebû, salih bû, Xwedê Rehma xwe lêke, salên min 7-8 salî bûn, min li cem wî tev gelek zarokên gundiyan dest bi xwendina Qûr'anê kir.
Mewlûda Kurdî (Nehcûlenama Seydayê Melle Xelîlê Sêrtê) li cem bavê xwe min xwend. Ji bo ku bavê min nikaribû dersên din bida, paşê ez derketim medresên Kurdistanê. Medrasa ewil ku ez çûm, Medrasa Seydayê Melle Evdullahê Qerqerutê, Seydayê Melle Evruhhamanê Qerekoyê, Seydayê Melle Selîmê Dadîna, li Hinisê Qolhasar li cem lawê Şêx Seîd, Şêx Elî Riza Efendî û hinek medreseyên li Kurdistanê geriyam û min xwend. Xwendina min a dawî li cem Seydayê Melle Evdullahê Kotaliyê xwendina xwe xelaskir û di 1968an de min îcaze girt. Ez di sala 1968an de bûm Melleyê gund û bûm Miderisê Medrasa Înaliyê, paşê 1974an de bûm Îmamê Resmî di gundê xwe de. Heta 1990dan min ders dida û derisî kir. Ji ber tevgera azadiya Kurdistanê jîyana min li welat ketibû tahlûkeyê. Ji ber vê yekê min ji gund barkir û 1993dan de hatime Xarpetê. Ez 4 salan li Xarpetê jiyam. Çend doran bi rengê Sirgûniyê sirgûnbûm. Derketına min a ji Gund bi tevgera azadiya Kurdistanê re girêdayê bû. Ji malbata me Şêx Mehmed Emîn Bingol, Mehmed Emîn Sukaya û Biraziyê min Mehmêd Ballî hatin şehîdkirin. Dîsa ji malbata me gazî û kesên kû niha winda ne jî hene. Ji ber rewşa welat ez jî gund derketibûm. Ez di sala 1998an de emeklî bûm. Ez li Muşê bicîhbûm û ketim nav Siyaseta Kurdan. Di sala 2000an de di Dehapê de bibûm Rêveber û min di nav de jî cîhgirt. Bavê min vê demê de wefat kir. Ez gelek caran hatim girtin û binçavkirinê. Min işkence kirin. Serê 2002an de ez neçar mam ji Welat derkevim û werim Ewrupayê. Min Mizgefta Dortmund li Almanya avakir û bûm Melleyê Dortmundê. Min dest bi karên di Hereketa Îslamiya Kurdistanê kir û têde bicihgirt. Karên ji min dihat, min kir. Sala 2005an di meha Gulanê de ji bo Serokê Cîvaka Îslamiya Kurdistanê hatim hilbijartin. Heta niha jî ev karê xwe birêvedibim. Bi kurtahî Jîyana Min ev e. |
” |
Çavkanî
biguhêrehttp://www.cik-baweri.com/index.php?option=com_content&task=view&id=3[girêdan daimî miriye]
Ev gotara ji bo siyasetmedarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |