Civaka Îslamî ya Kurdistanê

Civaka Îslamî ya Kurdistanê baskê îslamî yê PKKê ye. Tevgereke siyasî-civakî û rêxistineke dînî ya kurdî ye. Di sala 2004an de hatiye damezrandin û îro bi piranî di nav kurdên dîasporayê de, lê kurdên li Kurdistanê dijîn jî xwedî bandor e.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê
Welat
SerokHafiz Ehmed
RektorHafiz Ehmed
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Dîrok biguhêre

CÎK di sala 2004an de vejîna Hereketa Îslamî ya Kurdistanê ye, komeke ku di sala 1993'an de hatiye avakirin û ji aliyê Tirkiyeyê ve weke komeke terorîst hatiye binavkirin. CÎK ji aliyê alimên îslamî yên kurd ve hatiye damezrandin û niha di bin serokatiya Hafız Ahmet Turhalli de, alimekî îslamê ye ku wek pêşgira wî diyar dike, Quran hafiz kiriye. CÎK di nav kurdên dîasporayê de li Almanya, lê li Fransa, Kurdistana Bakûr û Kurdistana Başûr jî keleha xwe heye. CÎK gelek mizgeft û medrese jî dimeşîne.[1][2][3]

Îdeolojî biguhêre

CÎK rêxistineke kurd a neteweperest û îslamîst e. Armanca wê serxwebûna kurdistanê û yekitiya kurdên li başûr, kurdên rojhilat, kurdên li bakûr û kurdên rojava di nav yek neteweya kurd de ye. Ew hertim Tirkiyê rexne dikin û herwiha ji alîgirên xwe daxwaz dikin ku şerê neteweperestên tirk bikin. Lê belê CÎK berevajî komên din ên neteweperestên Kurd-Îslam alîgirê PKK û KCK'ê ye. CÎK gelek caran ji bo azadiya Abdullah Öcalan ji zindanê beşdar dibe yan jî kombûnên xwe li dar dixe, her weha dema ku PKK û komên din ên KCK-ê bi Tirkiyê re rûbirû dibin, eşkere soza piştgiriya xwe didin. CÎK jî wek PKK’ê piştgiriya xwe ya ji bo Filistîniyan di şerê bi Îsraîlê re nîşan da.[1]

Çalakên biguhêre

Li hember Komkujiya Qonyayê ya sala 2021’an, rêveberê CÎK’ê yê hêrsbûyî daxuyaniyek da Kurdan. "Ey neviyên Selahedînê Eyûbî, Şêx Seîd û Bedîuzzeman, heta kengê hûn ê li hemberî vê zilm û hovîtiyê bêdeng bimînin! Hûnê heta kengê îxanetê li miletê xwe bikin! Ji xeynî dijminatiya Îslamê û Kurdan tu karekî din nakin, Îslam ji bo wan maske û amûra desthilatdariyê ye, ji Îslamê jî bawer nakin, tenê ji bo ku piştgiriyê bi dest bixin xwe misilmantiyê dikin. Misilmanên dilpak, êdî dem hatiye ku hûn li cem birayên xwe yên kurd ên bindest û dilsoz rabin, dem hatiye ku li dijî nijadperestiya tirkan rawestin, dem hatiye ku li gel kurdan li dijî vê wehşetê şer bikin. Hemû têkiliyên bi tirkên netewperwer re qut bikin! Xwe biparêzin! Bersîva êrîşan bidin! Xwedê emrê me kiriye ku em xwe biparêzin. Li ser me ferz kiriye ku em li hemberî zilmê bisekinin. Ji me xwest ku durûyan ji holê rakin. Xwedê dixwaze ku hûn van nijadperestan bi destên xwe ceza bikin. Xwedê, dîrok, mirovatî û misilmanên durust ji me kurdan hêvî dikin ku ev hovîtî bi dawî bibe. Ev têkoşîneke pîroz e, divê her kes cihê xwe di nava vê têkoşîna pîroz de bigire."[4]

CÎK’ê ji Herêma Kurdistanê û PKK’ê xwest ku dawî li şerê Herêma Kurdistanê û PKK’ê bînin û diyar kir ku “Kurdên şerê hev dikin xwekuştin e”.[5]

Di 6’ê Sibata 2023’an de, Hafiz Ahmet Turhallı yê CÎK’ê bang li Kurdên ku di Erdheja Gurgum û Dîlokê 2023 de mexdûr bûne, kir ku koçber nebin û axa xwe neterikînin. Wî got ku koçberiya demkî ya ji ber wêranbûna erdhejê tê fêmkirin, lê ew jî divê ber bi bajarên kurdan ên bê zirar ve were arastekirin. Wî herwiha daxwaz ji xelkê kir ku çadir, alîkarî û xwarinê bigihînin deverên xisardar daku rê li ber xelkê deverê bigirin ku bajarê xwe biterikînin.[6]

Di 15'ê Nîsana 2023'an de CÎK'ê li Dusseldorfê bi daxwaza azadiya Abdullah Öcalan çalakiyek din pêk anî.[7]

Berê biguhêre

Reveberî biguhêre

  • Mele Abdullah
  • 2005-2015 Mele Şafiî
  • 2015- Mele H.Ahmet Turhalli

Xebat biguhêre

  • Di rojên 14 û 15ê Nîsanê de 2007an, Civîna Şura CÎK'ê pêk hat. Di civînê de rêxistina CÎKe niqaş çekirin. Li ser rewşa dawî a Kurdan hat sekinandin. Bala êrişên li ser Serokê Gelê Kurd Abdullah Öcalan hat kişandin. Civînê de hat biryardayîn ku, ew êrîşên li ser gelê kurd û serokê neteweyî wek êrişên li ser Cîvaka Îslamiya Kurdistan hatin kirin, hat dîtin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b "Civaka Îslamiya Kurdistanênin 7. Kongresi Hafız Ahmet TURHALLI". YeniOzgurPolitika.com.
  2. ^ "CİK üyeleri: Kürt gerillalarımızın yanında safa durma zamanı". ANF News.
  3. ^ "CÎK-Mexmûr: Xwe nedin gel zaliman".
  4. ^ "CİK: Mazlum ve imanlı Kürtlerin yanında safa durma zamanı". ANF News.
  5. ^ "Civaka Îslamî ya Kurdistanê: Kurdkujî hevkariya dagirkeriyê ye | Xwebun" (bi tirkî). 12 hezîran 2021. Ji orîjînalê di 6 gulan 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 6 gulan 2023.
  6. ^ "Turhallı calls for action to stop migration from earthquake areas". ANF News.
  7. ^ "Kurds call on everyone to attend march in Düsseldorf on Saturday". ANF News.