Mela Mihyedîn nivîskarê kurd û mamosteyê ziman û wêjeya kurdî ye[1].

Mela Mihyedîn
Jidayikbûn10.09.1992
Kerboran
Navên dinMihyedîn Nahrîn
PîşeMamoste û Nivîskar
Zimanê nivîsinêKurdî
NeteweKurd
biguhêreBelge

Jiyana wî biguhêre

Li gundeki biçûk yê Kerboranê hatiye dinê. Dîroka jidayîkbûna wî ne eşkere ye û kesek jî nizane ku kengî hatiye dinê. Serê pêşî navê wî Rizgar û paşî jî Azad datînin lê ji ber hin sedemên nexweşiyê radibin wan navan diguherînin û navê Mihyedîn li wî dikin. Di salên 90î de wek hema bêje her kurdekî mala wî ji alîyê leşker û cerdewanan ve tê şewitandin. Piştî şewata gund maliyên wî û hemû gundî her tiştê xwe di nava agirê har de wenda dikin. Maliyên wî ji Torê lê dixin û tên deştê. Zaroktiya wî piranî li Hezexê derbas dibe[2].

Perwerda wî biguhêre

Pêşî li ber destê dayîka xwe dest bi perwerdê kir. Zaroktiya wî di nava klasîkên kurdî û wêjeya klasîk de derbas bû. Pişt re ji bo perwerdehiya fermî li gundê Zergûza Xwarê dest bi xwendinê kir û pişt re ji bo xwendinê berê xwe da bajarên Hezex, Êlih û Stembolê. Dawiya dawîn li Amedê xwendina xwe temam kir û dîploma xwe wergirt.

Çîroka wî û ziman biguhêre

Gava ji bo xwendinê ji Stembolê berê xwe da Amedê biryarek da, wê li bajarê xwe bi zimanê dayîka xwe xeber bida. Ji bo vê yekê li her qadê bi zimanê xwe xeber dida. Di şitexaliya de li hin cihan asê dima û peyvên biyanî bi kar dianî. Ji bo çareseriya vê yeke li çareseriyan geriya û dît ku li bajêr dersên zimanê kurdî tê dayîn. Rabû û çû qeyda xwe çêkir û dest bi perwerdehiya zimanê xwe kir. Di demek kin de ji asta yekê heta asta mamostetiyê xwendina xwe temam kir û ji Bahoz Baran îcazeta xwe wergirt. Cara pêşî ji aliyê wî ve telefon hat û pola asta yekê dane wî. Bi vî awayî jî dest bi mamostetîya zimanê şêrîn kir.

Hîn di serî de ji rêzimanê hez nekiribû û bêhtir bala wî li ser wêjeyê bû. Bêhtir li ser wêjeya klasik xebitî. Hem dersen rêzimanê dida û hem jî dersên wêjeyê. Di dawiya de dest ji rêzimanê kişand û ji bo asta sêyê û carna jî ji bo asta mamostetiyê dest bi dayîna dersên wêjeyê kir.

Meseleya navê wî biguhêre

Her gava dest bi dersa wêjeyê dikir li ser depê beytek ji Melayê Cizîrî û helbestvanên din dinivîsand û beyta nivîsandî şîrove dikir. Di nava helbestvanan de favoriyê wî Melayê Cizîrî bû. Hingî qala wî dikir ji aliyê xwendekarên xwe ve wek “Mela” û “Seyda” nav li wî hate kirin. Kesa bû pêşeng û ev navê “Mela” li wî kirî nûjiyanê bû. Werhasil kelam ev wek nasnav li ser wî ma. Çîroka navê wî jî wiha bû, lê tu têkiliya wî û melatiyê tune ye.

Xebatên wî biguhêre

Nivîsên wî yên pêşî di kovarên Wêje û Rexne[3], Nûbihar, Bar, E-Çandname û E-Sînemaya Serbixwe de derketine. Niha jî hem ji bo malperên wekî Rîa Taza[1], Çandname[4], Rûpela Nû[5], Nêrîna Azad[6], GazeteDuvar[7] û Sînemaya Serbixwe [8] dinivîse.

Çavkanî biguhêre