Mazhar Aktaş serokê giştî yê Kurdî-Derê (Komeleya Lêkolîn û Pêşvexistina Zimanê Kurdî) ye.

Li gorî nasnameya xwezayî li Binxetê çêbûye. Bavê wî Mele Reşîd, diya wî Xedîce ye. Di 24ê nîsana 1954an de li gundê Xeşma ku bi Dirbesiyê ve girêdayî ye ji dayik bûye. Di zarokatiya xwe de dema ku di pola 5an ya dibistana seretayî de bûye koçê Ser Xetê bûye. Lewre bavê wî ji Ser Xetê bûye. Piştî ku hatine dîsa ji nû ve dest bi dibistana tirkî kiriye. (1966-67). Dibistana seretayî li gund, ya navîn li Qoserê xwendinê. Di sala 1974an de çuye lîseya Îmam Xetîbê li Mêrdînê di sala 1977an de kuta kiriye. Di sala 1978an de qeyda xwe li Enstîtuya Perwerdeyê (Egitim Enstitusu) çêkiriye.

Piştî ku wê xelas kiriye dest bi mamostetiyê kiriye. 26 salan mamostetiyê kiriye. Di nava salên mamostetiyê de dewletê ji ber rewşa awarte ya herêmê de surgunê Sêwasê bûye. Piştî 4 salan tayina wî hatiye navçeya Amedê Hênê û piştî wî tê Amedê bi cih dibe. Li Amed di nava xebatên sendîkavaniyê de cihdigire. Dîsa bi sirgunê re rû bi rû dimîne. Surgûnê Tekirdagê dibe(1999). Piştî salek li Ruhayê mamostetiyê dewam dike. Demek li Siwêregê dimîne, şûn de dîsa vedigere Amedê. Şûn de malnişîn dibe û bi xurtîtî dikeve nava kar û barê pêşxistina Zimanê Kurdî. Piştî damezrandina Kurdî-Derê di nava xebatên komeleyê de dimîne. Di kongreya yekemîn ya Kurdî-Derê de wekî Serokê Giştî tê helbijartin.